logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

biçûk bûm...

biçûk bûm, gava min tu nas kirî… biçûk bûm, bi qasî ku nikaribim di nav jiyanê de bi keys bibim…

  • Dîrok: 23/03/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq

biçûk bûm, gava min tu nas kirî…

biçûk bûm, bi qasî ku nikaribim di nav jiyanê de bi keys bibim…

biçûk bûm, gava te rûyê xwe yê sorikî li ser Gaza Topê nîşanî min da û xwe bi min da nasîn…

biçûk bûm, gava agirê ji tekerên şewitandî hilbû li ser Çiyayê Elbatê û min gote qey çiya dişewite…

biçûk bûm, gava kalemêrî gote min, “kuro law ka çiyayê rût dişewite? Îro Newroz e, ew agirê Newrozê ye…”

biçûk bûm, gava min tu nas kirî bi tevgerên canexortên bajarokê min ê dêrîn ku bi dilekî kawayî her sal, berêvara bîstê Adarê, li çarmedora bajarokê agir dadidan û te bi mirêsdariya dîroka xwe, xwe li me nû dikir…

biçûk bûm, gava pê hisiyam ku tu bi agirê xwe qayîş bi agirê dilê mirovên warê min dikişînî…

biçûk bûm, gava bengbenga biharîn agir di dilê min de dadida, min qaydeya te dikir û berê xwe dida agirê dilê xwe…

biçûk bûm, gava min zanî tu rojgera du dilên agirîn î ku dilê mem bi kezeba zînê dişewitîne û kezeba zînê jî bi agirê dilê mem dax dide…

biçûk bûm, gava haya min jê çêbû agirê te ne tenê ji bo şewitandina dilan e…

biçûk bûm, gava di şevekê de kurdbûn li hemû agiran hat qedexekirin…

biçûk bûm, gava min bihîst ku agirê te bi sê dendikên niftikê hatibû hilkirin û berê xwe dabû azadiyê…

biçûk bûm, gava hevalxortên min bi çepilê min girtin û ez birim xistim qemçika govenda agir…

biçûk bûm, gava parçe û piçikên dil û ziravê min ê qetandî bi agirê te bi hev ve hat kelijandin…

biçûk bûm, gava zanîn li me asê bûbû û me dixwest em xwe nas bikin, agahiyeke ji agirê xwenasînê şewqa xwe ji ser bedenên bajarê min ê bedenî xwe gihand min û ez li pêşberî agirê ku ji ser bedenan hil bûbû mabûm zendegirtî…

biçûk bûm, gava min li dûrî waran bi pêxistina findekê hil kir agirê te û gundiyên warê gurê boz gotin min, “xoce tu yekî romantîk î”…

biçûk bûm, gava dibûm şahidê her kêliya ku agirê te bi dil û can û koş û têkoşanê dihat gurkirin…

biçûk bûm, gava mirovên ku dil dabûn te her ku diçû agirê dil li xwe geştir dikirin û li dora te digerandin govend…

biçûk bûm, gava êdî agirê te bi pêxistina lodeke êzingan bêhejmar mirov li hev dihêwirandin…

biçûk bûm, gava êdî gurbûna agirê te û agirê di dilê mirovan de bûbû yek…

biçûk bûm, gava dil li min jî bûbû agir…

biçûk bûm, gava agirê te di esmanan de jî hilnedihat…

biçûk bûm, gava tu hil bûyî, gur bûyî, geş bûyî, mezin bûyî…

biçûk im, bi qasî ku nikaribim agirê te di dilê xwe de bihewînim…

hê jî biçûk im…

* ciwanbêjiya kesane bo Newrozê

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Welat Dilken du pirtûkên helbestan

ad

Rewşa Awarte li Meclisê hat qebûl kirin

ad

Ji Şaredariya Sûra Amedê û Findikliya Rîzeyê peymana biratiyê

ad

Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê

ad

Piştî jimartina dengan li Norşînê dîsa elektrîk hatin birîn!

ad

Destana Komkujiya Roboskî hate nivîsîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname