Diyarname
Di panela li Zanîngeha Bîlgî de "Di wêjeya kurdî ya nûjen de dirûvgirtina zimanekî nû" hate nîqaşkirin.
Di panela yekem ku danê sibê di bin navê "Nîqaş û xebatên li ser zimên"* li dar ket. Di panela piştî nîvro ya bi sernavê "Di wêjeya kurdî ya nûjen de dirûvgirtina zimanekî nû" de jî Lal Laleş (Helbestkar, wergêr), Dilawer Zeraq (Nivîskar, Wergêr) û Kawa Nemir (Helbestkar, wergêr) beşdar bûn û axivîn.
Qonaxa Hawarê qonaxa nûjeniyê ye
Di panelê de pêşî helbestvan Lal Laleş axaftina destpêkê kir û mafê gotinê da çîroknivîskar Dilawer Zeraq. Zeraq bi slayta ku amade kiribû qala qonaxên helbesta kurdî ji Baba Tahirê Ûryan (Hemedanî) heta M. Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Hecî Qadirê Koyî kir û zimanê wan ê wê demê û yê niha da ber hev.
Zeraq qala wêjeya tasawûfî ya heta qonaxa Hawarê kir û wisa got: "Di qonaxa Hawarê de wêjeya kurdî xwe ji tasawûfê şûştiye. Ev gavek ilmî ye. Xwe nû kiriye. Ez vê wekî gava nûjeniya wêjeya kurdî dibînim."
Her wiha Dilawer Zeraq qala hewldana zimanê kurdî ya ji gundî ber bi bajaran ve kir û ji wê mînak pêşkêş kirin.
Zeraq da zanîn ku di serdena Tîrêje, di helbestên Arjen Arî, Berken Bereh, Rojen Barnas de êdî em jargona siyasî dibînin. Nivîskar Zeraq bi mînakan li ser van sekinî, dûre hat ser kovarên Re
wşen, Nûbihar, Govend ku piştî salên 90'î derketin. Zeraq nifşê Rewşenê, di warê wêjeyê de li ser dengbêjî, çîrokên gelêrî û romanên kurdî sekinî û pêşkêşiyeke fireh a di vî warî de pêşkêşî temaşevanan kir.
Nifşê me ji kelepûra xwe sûd werdigirt
Helbestvan û werger Kawa Nemir di axaftina xwe de diyar kir ku guherîn, şikênandina herî mezin a di dîroka wêjeya kurdî de salên 90'î pêk hatiye, got ku şikênandina zimanê kevn û derbasbûna zimanê nû di vê qonaxê de çêbûye.
Nemir got ku nifşê wan xwestiye ji kelepûra xwe, çi devî çi nivîskî sûde bigirin û got: "Di dîrokê de yekem car e nifşek ku ciwan bû dest pê kirin bi kurdî berhem afirandin."
Piştî her du axaftinan Lal Laleş notên kurd pêşkêş kirin. Laleş wisa got: "Li Qoserê kamyonkaran li ser kamyonên xwe nivîsên 'Gula sor', 'Gula min' dinivîsandin. Li Amedê pêxasan dinivîsand 'Şekir tehl e tu şêrîn î' û tiştên wisa. Keda wan şofêrên kamyonan û pêxasan bi qasî wêjekarek heye."
Lal Laleş bal kişand ser zimanê ji bo zarokan û got: "Bi taybetî divê şanoya zarokan ava bibe. Bi saya fîlmên karton, rêya şanoyê em dikarin xwe bigihînin zarokan."
Helbestvan Lal Laleş li ser wergerê jî wisa got: "Divê kurd wergerê wekî projeya neteweyî bidin ber xwe. Divê bi kurdî bê fikirîn û werger bê kirin, ne bi tirkî bê fikirîn û bê kirin."
Panelîstan piştî axaftinê bersiva beşdaran da û dûre derbasî atolyeya çîrok û wergerê bûn. Nivîskar Dilawer Zeraq di atolyeya çîrokê, Kawa Nemir jî di atolyeya helbestê de ders da xwendekaran.
Foto: Cemil Oguz
Nûçeyên eleqedar:
- *Roja Kurdî li Bîlgiyê hate nîqaşkirin
- Li Stenbolê "Roja Kurdî" li dar dikeve


