logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye
  2. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  3. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  4. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  5. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir
news-details

Dewlet, dibistan, zarok û Newroz

Di nava civakan de belkî jî dibistan ew sazî ne ku herî dawî ji bo rehet birêvebirina civakan hatine vedîtin. Berî vê ve

  • Dîrok: 01/04/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Di nava civakan de belkî jî dibistan ew sazî ne ku herî dawî ji bo rehet birêvebirina civakan hatine vedîtin. Berî vê vedîtinê, helbet rêûresmên civakê yên perwerdekirinê hebûn. Berî vê min bi çend rêzenivîsan behsa meseleyê kiribû. Axir yekdestdariya dewletê li mufredata dibistanan wê dike ya herî tesîrker li ser zarokên civakekê. Bi wê jî siberoja wê dewletê, yan jî bi gotineke di rewacê de, beqaya wê bi rengekî ji rengan mîsoger dike. Lê belê ev dibistanên ku yekdestdariya dewlet li ser wan heye, hema wisa rehet nekarîne hebin. Dê û bav, îdeolojiyên rikeber ên dînî û ne dînî timî ketine qayîşkêşanekê. Bi ser de jî destwerdana welatiyan xasma jî ya dê û bavan li mufredatê û li helwesta dersdêran beramberî zarokan, di dawiya dawî de îro jî ji wan faktorên acizker in ji bo dewletê û yekdestdariya wê ya li ser dibistanan. Ez vê ji bo wan welatan dibêjim ku ne perwerde lê dibistan li ser zarokên hemû welatiyan ferz in.

Ha di wan qelşên di yekdestdariyê de hatine vekirin, mirov dikare tesîra xwe wekî zarok, dê û bav û wekî civaka li derveyî dewletê jî bike. Heta mirov dikare bi birêkûpêkkirina van hewldanan, ne tenê tesîreke misêwa bike, lê ji bo sistkirina vê yekdestdariya dewletê jî li ser dibistanan bi dewrekê rabe.

Ji mêj e ku bi qasî derfet û demê dikarim veqetînim, li baxçeyê zarokên xwe min çîrokên bi kurmanciyê dixwendin, paşê werdigerandin almanî, carinan jî bi kurmancî min stran ji zarokan re digotin. Ev li Almanyayê hêsan e, ji ber ku baxçeyên zarokan bêhtir wekî cihê lê miqatebûna zarokan tên qebûlkirin û daxilbûna dê û bavan ji derve ve jî bi dilê piraniya rêveberiyên wan e.

Zaroka min a mezin îsal dest bi dibistanê kir û bi rastî jî, tevî ku gelek caran behsa daxilbûna dê û bavan jî tê kirin, li vir bêhtir bicihanîna mufredata fermî bi destê dê û bavan piştî dibistanê ye ya ku dibistan û dewleta ku xwediyê wan e pê qesd dikin. Yanî zarok piştî 5 saetên li dibistanê, êdî li gorî heman mufredata dewletê, bi mamosteyên bê mûçe û belaş wê bên perwerdekirin; dê û bav dibin hevkarên fermiyeta dibistanan.

Her Newroz li baxçeyê zarokan, min rengekî ji rengan min cejna Newrozê bi bîr dixist. Îsal jî min efsaneya Newrozê di Kawayê Hesinkar de bist kir, hemû motîfên şîdetê dihewînin jê kesixandin û ne tenê li sinifa kurê xwe, lê li hemû sinifan bi awayekî şanoyî bi beşdariya zarokan got. Kêfa zarokan hemûyan hat ji vê yekê re û hemûyan Newroz pîroz kir. Lê tesîra wê herî zêde bi awayekî baş li kurê min û keçeke din a kurd bû. Ji ber ku min Newroz wekî sersala kurdan û serpêhatiya wê jî wekî ya kurdan vegot. Ji bo her du zarokên 5 salî ev tecrubeyeke erênî ya bi ziman, çand û nasnameya wan bi xwe bû.

Ji ber ku keça min dest bi dibistanê kir îsal, min ji dibistana wê jî xwest heman tiştî bikim. Rêveberiya dibistanê got, tenê li sinifa zaroka te tu dikarî, ew jî bi destûra mamosteyê sinifê. Mamoste jî ew du hefte bûn nexweş bû, mamosteyê şûngir jî xwe neda ber biryareke bi vî rengî. Ji ber wî 8 rojekî piştî Newrozê min karî li sinifa keça xwe jî tevî çakûç, hesinê Kawa, taca Dehaq, defa Newrozê, kulîlkên biharê (bi piranî nêrgiz min birin) û şekirokan Newrozê li zarokan pîroz bikim. Keçikeke afrîkayî bû Kawa û sinifa hanê ji zilma min Dehaqî û ji taristanê rizgar kir. Me li defa cejnê xist û şekirok jî bi hev re xwarin.   

Ha li vir tişta nû ji bo min qewimî. Li baxçeyê zarokan, mamoste û rêveberiyê razîbûna xwe îfade dikir, lê li dibistanê tiştekî nû ji bo min çêbû. Zarokan hemûyan li malê ji dê û bavê xwe re behsa vê rojê kiriye, û hemûyan ji bîr nekiriye ku Newroz sersala kurdan e, wê rojê roj û şev bi qasî hev dirêj dibin û ji wê û pê ve ronî ji tariyê bêhtir dibe. Dayika keçeke tirk telefon kir û got, “mala we ava, kêfa keça min gelekî hat.” Lê ne ew tenê, zarokan hemûyan bi xweşî behsa meselê ji dê û bavên xwe re kiribû. Ango mîsoger e ku sala bê ji bo sinifê ez ê destûr wergirim û belkî ji bo tevahiya dibistanê jî. Wekî dê û bav bikaranîna derfetên heyî û ketina nava wan qelşên hîna heyî yên di nava desthilatdariya dewletê ya li dibistanan ji ber vê bi ya min gelekî girîng e. Zarok berî her kesî yên me ne, ne yên dewletê.

01.04.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Cannes de wext wextê fîlman o

ad

Amed Sporê lîstikvan Dijlan Aydin transfer kir

ad

Bernameya ‘Fîlmekîmî’ hat eşkere kirin

ad

Klîba Hefteyê: Rojda "Şengal"

ad

Rojeva dinyayê ev e: Bila mirov hefteyê tenê çar rojan bixebitin

ad

Gelo 'Masî' bi çi tîbûna xwe dişikênin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

  • 06 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname