Diyarname
Papazên katolîk ê li bakurê Polonyayê bi sedema ku "guneh" e hin pirtûk û sembolên Hîndû şewitandin. Di nav pirtûkên hatin şewitandin de rêzepirtûkên Harry Potter jî hene.
Koma katolîkên bi navê "Heaven Foundation" li bajarê Koszalin bi dehan pirtûk û tişt şewitandin, wêneyê vê şewitandinê ji ser Facebookê re belav kirin. Di vê parvekirinê de bi ser Încîlê re îdîaya ku naveroka wan pirtûk û tiştan çawa dijî nirxên pîroz e.
Ev çalakiya xwe bi ser SMS'yê re jî ragihand hin endamên xwe yên "oldar", lê kesek bertek nîşanî van çalakiya wan da û gotina helbestvanê alman Heinrich Heine a wekî "Li cihê ku pirtûk bêne şewitandin rojekê dê mirov jî bêne şewitandin" anî ziman.
Di nav pirtûkên hatin şewitandin de rêzeya pirtûkên "Harry Potter" jî hebûn. Nivîskara brîtanî JKRowling ev pirtûk nivîsandine, li temamê dinyayê bi ser 500 mîlyon hebî re hatine firotin û her wiha jê fîlm jî hatine kişandin. Mijara pirtûkan li ser tiştên li "Dibistana Hofwarts a Pîrhevok û Sêhrkeran" diqewimin e.


