logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Nifir çeka mezlûman e

Nifir tê wateya duaya ji bo belayek an xirabiyekê were serê kes an mirovên dijber. Di hin zimanan de jî mîna “Beddua” ci

  • Dîrok: 27/06/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

Nifir tê wateya duaya ji bo belayek an xirabiyekê were serê kes an mirovên dijber. Di hin zimanan de jî mîna “Beddua” cih girtiye. Peyveke hûnandî ye. Ji “bed” a Farisî ya bi maneya ‘xirab’ û “dua” ya Erebî bi maneya niyaza ji xwedê hatiye çêkirin. Yanî bi hev re tê maneya ji xwedê niyazkirina xirabiyê ku werê serê kesekî yan jî hin kesan.

Lê di Kurdî de diyar e mîna biwêj, dijûn û pesindayin û hwd. nifir jî xwedî cihekî xurt in. Di zimanê rojane de, bi taybetî di jiyana gundewarî de cihekî wan ê girîng heye. Bi pirranî beranberî zext, neheqî, zilm û çavsoriyê, nifir mîna çeka mezlûman e. Di nava Kurdan de ji ber ku herî zêde jin tê çewisandin û zext lê tê kirin, herî zêde jî ew nifiran dike. Lê belê mêr jî di rewşên hêrsbûn û bêzariyê de radihêje rêbaza nifiran.

Di Kurdî de nifirkirin nîşandana dijminatiyê ye jî. Di hin rewşan de nifirek mîna guleyekê giran e.

Baweriya ku hin nifir diqubilin (bi cih tên) di nava Kurdan de lê ye. Piştî hin pevçûnan yan nifiran, pêkhatina felaketan yan bûyerên xirab timî bi nifiran ve hatiye îzahkirin.  Car caran di nava axaftina asayî de bilêvkirina hin nifiran li rasta nerazîbûnên mezinan dihat û wan digot, “bi henekan jî nifiran nekin, xwedê dibîhîzê û dibe ku nifira we qebûl bike”.

Li Kurdistanê hemû herêm û deverên pîroz, ziyaret û mişayix, dîsa kesayetên olî yên dîrokî jî hem navnîşanên duayan, hem jî yên nifiran in. Di nifir a bi ziyaret û mişayixan de mîna ku hêza pêvedanê ya mekan û kesayetên pîroz hebe, gotina, “…. bi te ve bide” tê bikar anîn. Her wiha di nava nifir û duayan de mirov dikare derbarê dîrok, erdnîgarî û pêşengên olî yên herêman de jî bibe xwedî agahî.

Hin nifirên balkêş ên di jiyana rojane de ku li bîra min mane ev in:

“Qotik li te xe”, “Ava reş bi çavê te de were”, “Tu bi êşa zirav bikevî” (yan jî nexweşiyeke din), “Kezeba te di devê te ve derkeve”, “Parçêyê te yê mezin guhê te be”, “Sitara te nebe”, “Sukra te bişke”, “Gerdena te bixele”, “Çavê te birije”, “Şape li te rabe”, “Nan siwarî be, tu peya bî”, “Xwedê rûyê te reş bike”, “Ez te bi destê xwe veşêrim”, “Topa xwedê li te bikeve”, “Xwedê ji te re nehêlî”, “Tu xêrê ji ciwaniya xwe nebînî”, “Xwedê miradê te neke”, “Ax li ser te bibare”, “Xwelî li ser”, “Berfa Serhedê li te bibare”, “Di kezaba te de were”, “Brûska biharê li te bixe”, “Tu bibî parsekê mala û tûrê te qul be”, “Kevçiyê te qul be”, “Mala te li ser pişta xezalê be, tu bi kûsî bide pey”, “Nan hebe dew tunebe, dew hebe nan tunebe, her dû hebin tu ne li mal be”, “Belqitiyo/yê”, “Tu bê dûnde bimîne”, “Ferfitiyo”, “Tede hato”, “Xwedê bela xwe bide tê”, “Xwedê bedena te şîn neke”, “Xwedê tûxmê te bi qelîne” û wekî din.

Di kilamên Kurdî de nifir

Hunermendê gorbuhişt Bavê Selah di strana xwe ya bi navê “Meyrema Miho Begê” de ji bo fesadên ku dixwazin wan ji hev qut bikin dibêje:

Heçî di navbeynê me du dilan keve

xwedê wan bixwîn û dilekî sar,

Bila sukrê xwe bişkê

li pêşî malê nemîne ne golik

û ne dewar

Meşkê xwe hişk bimîne li dar,

li pêşî malê nemînin ne berx û ne kar

Hinebûk û zava di malê xwe de

nemîne,

bimîne berdîwar

Cih û warê wî bikavil be,

li pêş malê ne tên dîtin ne gul,

ne çîçek û ne dar…

Nifira Zergayê ya qubilî!

Di stran an serpêhatiya Mihemedê Daqorî, an Mihemedê Seîd Axa de “nifir”a jina evîndar Zerga li Mihemed dike heye. Li gorî baweriyê, di bûyera Sînemeya Amûdê ya trajîk de mirina Mihemedê Seîd Axa ji ber nifira Zergayê ye. Zergayê dibêje;

Mihemed Axa,

tu heq û sebebê te li min tine lo.

Te dil û navê min helandiye,

hêviya min ji rebê alemê heye ku te jî bihelîne.

Nifira li Xirabo kirî

“Xerabo” strana serpêhatiyeke li herêma Omeriyan a Mêrdînê ye. Stran îsyan, gilî û gazinca jinekê ye li dijî xiyaneta mêr, qanûnên civakî yên kevneperest û çarenûsa ferzkirî. Jina evîndar hem nifira li yên bûne sebeba ji hev qûtbûna wan, hem jî nifira li Xerabo bi xwe dike:

Heçî ji xerabê min re bêje,

u xerab î…

Bila sed olçek  genimê sor

li binê beriya Mêrdînê biçîne

li şûnê, bila qerezîwana reş rabe!

ê mayî bila kuliyê par û pêrar lê rabe!

Bila salekê, bînê ser bênderê,

gêrê bike û bidêre, ew jî jêre bi ka be!

Kulmek zad ji wan re safî nabe!!

…

Ez ti nifira li te nakim, tu dûrî dest î

Xwedê teala bike, rebî!

goştê canê te bihele

Li hewa bimîne komek hestî …

26.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

ETA çekan teslîm dike

ad

Ev jî çêbû: Baran bi ser Gronlandê de barî

ad

Gelo Barzanî nameya Esed gihand Cerba?

ad

'Navnîşan' li ÎFSAK'ê jî hat xelatkirin

ad

Tirkiye ji bo aştiya dinyayê talûke ye

ad

Pakêtek şîr dan zarokan û ew nexweş kirin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname