ENQERE
BDP’ê ji ber gotinên parlementera Dîlokê ya AKP’î ku di bernameyeke TV’yê de derheqê " Di dema dengdana pakêta guhertina destûra bingehîn de, derbarê xala girtina partiyên siyasî de BDPê û MHP’ê çiv dane xwe” gotibû bi tundî nerazîbûn nîşan da.
Di derbarê mijarê de di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê navenda BDP’ê ve hate daxuyandin de, nerazîbûnek gelekî hişk nîşanê gotinên Şahînê hate dayîn di daxuyaniyê de wisa hate gotin, “Ligel ku her kes dizane wê rojê, bi ketina wê xalê yên kêfxweş parlemeterên MHP’ê bûn, Lê rêzdar Şahîn li hember 70 milyon kesên li vî welatî dijîn bi berovajîkirina mijarê, tevlihevkirin propagandayeke reş û tarî, zihniyeta rastîn a AKP’ê derdixe holê. Ji ber ku rastî danexuyandiye em Fatma Şahînê şermezar dikin û jê dixwazin ku li hember raya giştî lêborina xwe bixaze.”


