logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Demîrtaş: Rihê Kenan Evren li dor Erdogan digere

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di mîtînga 'boykot'ê ya Stenbolê de derket pêşberî 10 hezaran û diyar kir ku "En dî

  • Dîrok: 05/09/2010
  • Beş: Nûçe

STENBOL
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di mîtînga 'boykot'ê ya Stenbolê de derket pêşberî 10 hezaran û diyar kir ku "En dînên Tirkiyeyê" ne bêçare ne û nebûne esîrê faşîsmê. Demîrtaş got ziman ku piştî 12'ê Rezberê çi ji sindoqê derdikeve bila derkeve dê dîsa "boykot" bi ser bikeve û ev lê zêde kir: "Rihê Kenan Evren li pişt Tayyip Erdogan e. Serokwezîr dixwaze bi vê pakêtê rihê Evren dirêj bike."

Eniya Boykotê ya Bindest û Kedkaran, li Qada Çaglayan bi hişyariya "Em di 12'ê Rezberê de naçin ser sindoqê. Em destûrek bingehîn a demokratîk û çareseriyek demokratîk dixwazin" pêk anî. Di mîtîngê de bi 10 hezaran kes amade bû. Li gel barana zêde barî û 5 cîhên kontrolê lêgerînê dîsa ji çar aliyê Stenbolê bi 10 hezaran kesî herikî qada mîtîngê. Mîtîng bi axaftina Seroka Komîteya Amadekar Hulya Yer dest pê kir. Pişt re nûnerên "Eniya Boykotê" derketin ser dikê û silav dan girseyê. Paşê nûnerên partî û saziyan kevokên aştiyê firandin. Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel jî sedema çima boykot û çima naçin ser sindoqê vegotin.

EM NE JI BÊÇARETIYÊ BOYKOT DIKIN

Di mîtîngê de herî dawî Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş derket ser dikê û Serokwezîr Erdogan û Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu bi zimanekî tûj rexne kir. Demîrtaş, anî ziman ku hişmendiyên antîdemokratîk Tirkiye neçarî 'Erê' û 'Na' hiştine û welatiyên demokrat û azadîxwaz ne neçar in ku 'erê' an 'na'yê bikar bînin. Demîrtaş got ku alternatîfa wan 'boykot' e û xwest ji bo mafên mirovan, destûra bingehîn a demokratîk, welatekî demokratîk, nasname û çanda demokratîk tu kes neçe ser sindoqan. Demîrtaş, xwest kesên dibêjin "Ez heme û naxwazim bêm înkarkirin" divê neçin ser sindoqan û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê 'ên din' ne bê çare ne. Çare boykot e. Em ji bo hevî û demokrasiyê di riyan de ne û têdikoşin. Em ji çanda têkoşîn û raperînê tên. Heta niha me serî netewand, ji niha û şûnde jî em dê serî netewînin. Em ê têkoşîna xwe ya mirovahiyê û rûmetê bidomînin. Ji ber ku li Tirkiyeyê eniya têkoşîna demokrasî û aştiyê heye, ji sindoqê çi derdikeve bila derkeke dê dîsa boykot û azadî bi ser bikeve."

RIHÊ EVREN LI DOR ERDOGAN DIGERE

Demîrtaş, bang li Serokwezîr û Kiliçdaroglu kir, xwest êdî dest ji xapandina gel berdin. Demîrtaş, anî ziman ku êdî gel hişyar bûye û dibêje êdî bes e. Demîrtaş, destnîşan kir ku tu cudatiya  Serokwezîr, Kiliçdaroglu û Kenan Evren ji hev tune û wiha got: "Rihê Kenan Evren li pişt Tayyip Erdogan e. Serokwezîr dixwaze bi vê pakêtê rihê Evren berdewam bike. Kiliçdaroglu jî dixwaze bi statuko û kevneperestiya xwe rihê Evren bidomîne. Tu cudatiya wan ji hev tune. Divê gel biryara makeqanûna nû bide. Makeqanûna ku li Enqereyê bê amadekirin nabe demokratîk. Divê di makeqanûna nû de mafê bindestan, kedkar û karkeran, lazan, kurdan, çerkezan, tirkan bê parastin. Ji ber ku ev maf tune em dibêjin Boykot."

Demîrtaş diyar kir ku Serokwezîr Erdogan li Amedê mizgîniya girtîgehek nû daye amediyan û ev nîşana girtin û antîdemokrasiyê ye. Demîrtaş, mizgîniya Erdogan a girtîgeha nû bi zimanekî tûj rexne kir û wiha got: "Ger ku tu mirovekî demokrat bî te mizgîniya girtîgeha nû nedida gelê Amedê. Ger ku tu demokrat ba te dê Zindana Amede bida gel. Dê wir biba malê gel û muzeya demokrasiyê."

Selahattin Demîrtaş, bang li Serokwezîr Erdogan kir û got ku dil û wêrekiya wî hebe, dê piştî 12'ê rezberê ji bo projeya aştî û demokrasiyê bi wan re li hev rûnê. Demîrtaş, gefên li ser gel jî rexne kir û anî ziman ku li her derê rayedarên dewletê û qeymeqamên navçeyan zextê li gel dikin û dixwazin bi zorê biçin ser sindoqan.

Mîtîng piştî axaftinan muzîkê û komên NÇM'ê bi dawî bû.

***

 

Nûçeyên eleqedar:

- Erê! Boykot!

- Vaye axaftina Baydemîr a di mîtînga Amedê de

- Ev afîş jî hat qedexekirin!

- Demirtaş: Bendav dakeve emê 80 mebûsî bişînin meclisê

- Hûn nikarin di pankartê de vê binivîsin!

- Ji devê Demirtaş vane şertên BDP'ê

- Baydemir: Boykot eniya alternatîf e

- BDP'ê tekzîbek ji bo Tarafê weşand

- Malpera boykotkirina referandûmê vebû

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2017: Lîsteya pirtûkên bi kurdî yên îsal derketine

ad

Nivîskar Hisên Kemal mir

ad

'Roja Helbesta Kurdî' li benda helbestvanan e

ad

Hozan Dilgeş hat rûmetdarkirin

ad

Nûçeya 'Sûra Wekî Girtîgehê' hat xelatkirin

ad

Ji Amedê notên Newrozê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname