Hewlêr
14 partiyêr Başûr li hemberî êrîşa li ser Rojava biryara lidarxistina çalakiyan girt.
Li Başûr li ser bangawaziya Partiya Komunîst li Hewlêrê hatin ba hev û biryareke hevbeş girtin. Daxuyanî li Hewlêrê ji aliyê Serokê Partiya Komunîst a Bajarê Hewlêrê Ehmed Şêrwan ve hat xwendin.
Şêrwan got ku 12'yê mehê saet 10'an li ber avahiya Nûneriya Neteweyên Yekbûyî dê çalakiyeke girseyî li dar bixin.
Şêrwanî ragihand ku dê çalakiyên wan bi vê re ne bi sînor bin, heta êrîş raweste ewê çalakiyên xwe bidomînin.
Ehmed Şêrwan diyar kir ku di civînê de meseleya alÎkariya madî ya ji bo Rojava jî hatiye rojevê û di vî warî de jÎ ewê bixebitin.
Nûnerên van partiyan beşdarî civînê bûn: YNK, PDK, Partiya Komunîst, Zehmetkêşan, Tevgera Goran, Hizba Sosyalîst, Hizba Şûî, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymaniya Nîştîmanî, Bizûtnaweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Yekîtiya Neteyî ya Demokratîk a Kuridstanê, Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê, Hizba Bît Nehrîn, Rêxistina Keldanî û Aşûriyan, Hizba Şûî ya Kurdistanê-Enkawe.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- YE: Operasyonê bi dawî bikin
- Dewleta Tirkiyeyê dest bi êrîşê Rojava kir


