logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan
  2. 3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?
  3. Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî
  4. 'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'
  5. Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin
news-details

Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyê ku sînorê xwe biparêze

Ev nûçe tê nûkirin..

  • Dîrok: 13/10/2019
  • Beş: Nûçe

 

23.20: Xelîl: Hevdîtinên me ligel Şamê didomin
Di vê navberê de siyasetmedarê kurd Aldar Xelîl di Stêrt TV de axivî û got: "Ger rêveberiya Şamê bêyî bikeve bajaran li ser sînor ewlehiyê bigirin em qebûl dikin. Hevdîtinên me yên ligel Şamê didomin." 


23.10: Îdîa: Artêşa Sûriyê hat Minbicê

Televîzyona El Mayadîn got ku leşkerên Sûriyeyê gihîştine Minbicê. Di nûçeyê de tê gotin ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê destûr dane ku leşkerên Sûriyeyê ji cihên qontrolê derbas bibin.


23.00: Rêverberiya Xweser: Ji erka hikumeta Sûriyê ku sînorê xwe biparêze

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser peymana di navbera wan û rejima Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand. Li gor daxuyaniya ku di ANHA'yê de hatiye weşandin qala serketina Hezên Sûriyeya Demokratîk a heta niha dike, qala rizgarkirina bajarên Rojava û bakurê Sûriyeyê dike û paşê meseleyê tîne ser van 5 rojên ku dewleta Tirkiyeyê êrîş dike. Daxuyanî wisa dibêje: "Dewleta Tirk di êrîşa xwe de berdewam e. Ji bo ku em li hember vê êrîşê bisekinin. Me bi hikumeta Sûriyê re li hev kir ku ji erka wê sînorên welêt û serdestiya Sûriyê biparêze. Artêşa Sûriyê derbas bibe û li ser dirêjahiya xeta sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re belav bibe ji bo piştevaniya Hêzên Sûriyê Demokratîk di şikandina vê zêdegaviyê bike û herêmên  ku artêşa Tirk û çeteyên wê derbasê bûne rizgar bike."

Daxuyanî dibêje ev li hev kirin derfetê dide ku Efrîn û hemû bajarên din bêne rizgarkirin.

Daxuyanî wisa bi dawî dibe: "Li ser vî esasî em tevahiya şêniyên xwe ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bajarên ser sînor ji vê belavbûnê agahdar dikin. Ev belavbûn bi kordîne û lihevkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê.” 

21.00: Fransa: Êrîşê rawestînin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bang li Tirkiyeyê kir ku êrîya xwe rawestîne. Macron banga Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ku ji Tirkiyeyê xwestibû êrîşê rawestîne bibîr xist û got: "Daxwaza me ya hevpar e ku ev êrîş bê rawestandin.Ev êrîş dike ku bêîstîkrarî çêbe û DAIŞ li herêmê dîsa xurt bibe."

17.00: 200 rewşenbîrên navdar: Rojava ne bi tenê ye

Akademîsyenên wekî Noam Chomsky, David Harvey, Etienne Balibar, Vittorio Sergi, ramanwerên wekî Janet Biehl û Raul Zibechi jî di nav de li dor 200 nivîskarên li dinyayê navdar li hemberî êrîşa li hemberî Rojava metnek amade kirin û îmze kirin.

Metin bi sernavê "Em piştgiriya gelê kurd û gelên li bakurê Sûriyeyê di berxwedanê de ne dikin" hatiye amade kirin. 

16.30: Konvoya Sivîlan hat bombebaran kirin: Rojnameger jî mirin

Komek sivîlên ku ji Qamişlo ber bi Serêkaniyê ve diçûn rastî êrîşa bombeyî hatin. Di konvoyê de 11 kes mirin, 74 birîndar bûn. Di nav kesên mirine de nûçegîhanê ANHA'yê Seîd Ehmed jî hebû. Di nav birîndaran de rojnameger Ersin Çaksu, Mehmet Ekinci, Bircan Yildiz û Rojbîn Akçin jî hene.

11.00: 20 partiyên kurd tên ba hev

Li Başûr li hemberî êrîşa dewleta Tirkiyeyê ya li ser Rojava îro saet 11'an de tên ba hev. Hat ragihandin ku dê partî li avahiya Hizba Zehmetkêşan bên ba hev.

Her wiha hat gotin li herêma Şêladizê dê ji bo Rojava xwîn bê peydakirin. Ger dê here xwînê bide.


10.00 UEFA dê silavê lîstikvanên tirk binirxîne

Di maça fûtbolê ya tîmên neteweyî yên Tirkiye û Albeniayê de di deqîqeya dawî de tirkan golek avêtibû û lîstikvanê tirk çûbûn pêşberî temaşevanan silavê leşkerî dabûn. Li ser vê yekê Dîrektorê Ragihandinê yê UEFA'yê Philip Townsed ji bo ajansa nûçeyan a Îtalyayê "ANSA"yê axivî (12'yê mehê) û got wan li ser vê silava leşkerî lêkolîn daye dest pê kirin. Townsend wisa got: "Min ev tevger nedîtiye lê dibe ku provakosyon be. Regulasyon tevgerên olî û yên ji bo polîtîk qedexe dike. Ez eşkere dibêjim ku emê vê lêbikolin."

09.30: Serokomarê Bakurê Kibrisê Akın: Ne av, xwîn diherike

Serokomarê Bakurê Kibrisê Mustafa Akinci li ser êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava li ser tora civakî axivî (12'yê mehê). Akinci ketina Tirkiyeyê ya Kibrisê a di sala 1974'an de bibîr xist û got: "Di sala 1974'an de me jêre got Tevgera Aştiyê lê ev ne aştî şer bû û tiştê ku diherikî jî xwîn bû. Niha em jêre bibêjin Kaniya Aştiyê jî tiştê ku diherike ne av, xwîn e. Ji ber vê yekê daxwaza min a herî sereke ew e ku pêşî diyalog û dîplomasî bikeve nava tevgerê."

Akinci got ku axa Sûriyeyê ji xwînê têr bû û ev lê zêde kir: "Deh sal in xwîn diherike, hê jî biherike êdî xwegihandina aştiyê dê ne mimkûn be. Pêşeroja dilşad û bi hizûr a Tirkiyeyê bi diyaloga tirk, kurd, ereb, tirkmen û hemû gelên li herêmê dikare bê sazkirin."

09.30: Ciwan Haco: Rojava here dê Başûr jî hene

Duh li seranserê EWropayê kurdan mîtîng li dar xistin, piştgiriya xwe ya ji bo Rojava eşkere kirin. Yek ji wan mîtîngan jî li Stockholma Swêdê bû. Hunermend Ciwan Haco jî duh beşdarî vê mîtînga kurdan a li Stockholmê li dar ket bû û got: "Ger Rojava ji dest me here dê Rojhiat jî, Başûr jî, Bakur jî herin. Vê wisa qebûl bikin. Dest ji nakokiyên nav hev berdin, ligel berxwedana kurdan bên ba hev. Em mecbûr in ligel hev, bi hev re îtîfakê çêbikin, wan li hemberî me şar da dest pê kirin."

Haco got ku zarokên me, jinên me dikujin lê em hê jî aştiyê dixwazin. Lê ew qebûl nakin."

09.00: Tev-Dem: Em banga Kosret Resûl erênî dibînin

Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) li ser banga Kosret Resûl daxuyaniyek weşand û got: "Şert û mercên niha li me hemûyan ferz dike ku em ji şehîdan û gelê xwe re wefadar bin. Em vê gavê wekî gavek ber bi avakirina yekrêziya refa kurdî dûrî ajandeyên partiyetî dihesbînin. Ji ber li berjewendiyên gelê kurd û nirxên wî yên cewherî li her derê biparêzin. Banga birayê Kosret Resûl a civîneke kurdistanî ya berfireh em erênî dibînin."

Her wiha TEV-DEM'ê em spasiya helwestên gelê kurd û partiyên siyasî yên kurdistanî dikin.
Serketerê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl bang li hemû partiyên kurd kiribû ku ji bo nîqaşa li ser tiştên li herêmê diqewimin û ji bo pêşeroja gelê kurd kongreyek bê sazkirin û yekîtiyek bê çêkirin.
PYD'ê bersiv da
Her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî peyamek weşand û piştgirî da bagna Resul. PYD'ê got ku em eşkere dibêjin li ser vê bangê ji bo gelê kurd di heman eniyê de cih bigire çi ji destê me bê emê bikin.


Parve Bike

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 05 2026

'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'

news
  • 15 05 2026

Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

news
  • 15 05 2026

Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî

news
  • 15 05 2026

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê; li hev kirin

news
  • 15 05 2026

Şeva hurmetê ji bo Îsmaîl Beşîkçî hat li darxistin

news
  • 15 05 2026

Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Gotina Hefteyê: 'Bila Ocalan were meclisê bibe Serokê Partiyek'

ad

4 fîlmên vê hefteyê

ad

Îşev saetek lembeyên xwe bitemirînin

ad

BERXWEDANA 24’Ê ÊLÛNÊ

ad

Zebeş parçe parçe bûn!

ad

'Saint-Ex' û yên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

  • 15 05 2026
news

3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?

  • 15 05 2026
news

Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî

  • 15 05 2026
news

'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'

  • 16 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname