logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir
  2. Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng
  3. Zilamek û Zimanek
  4. Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn
  5. Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin
news-details

Wezîrê Alman: Operasyona Tirkiyeyê ne meşrû ye

  • Dîrok: 21/10/2019
  • Beş: Nûçe

Ev nûçe tê nûkirin...


22.00: Wezîra Alman daxwaza 'herêma bi ewle' kir

Wezîra Karên Ewlehiyê ya Almanyayê Kram-Karrenbauer diyar kir ku ew dixwazin li Rojava di bin kontrola hêzên navneteweyî de herêmeke bi ewle saz bikin û ji bo vê yekê roja pêncşem û înê di civîna wezîrên parastinê ya NATO'yê de ew dê planê pêşkêşî NATO'yê bikin. Li gor nûçeya di WELT'ê Wezîra Alman Kramp-Karrenbauer gotiye ku Merkel jî plan erê kiriye.


20.00: Trump li ser petrolê axivî

Serokdewletê DYA'yê Donamd Trump piştî civîna wezîran ji bo rojnamegeran axivî û got ku ger pêdiviya me bi hinek din dirêjkirina şerawestinê hebe ez bawerim ev dê çêbe.

Trumpî got ku dê hinek leşkerên wan ên li Sûriyeyê mane ji bo parastina herêma petrolê li wir bin, ew dê nêzî Urdun û Îsraîlê cihek bi cih bibin.

Trumpî got ku tu peymana wan a ku heta hetayê kurdan biparêzin nîn e û got: "Me alîkariya kurdan kir lê me soz neda emê 400 sal bisekinin û wan biparêzin."

Trump ji bo leşkerên xwe jî got miheqeq rojek dê vegerin mala xwe.

Her wiha Trumpî got ku li Bakurê sûriyeyê ji bo kurd ji petrolê dahatûyek bi dest bixin ew tiştek difikirin û dibe ku ji bo vê yekê em kompaniyeke xwe bişînin wê derê.

19.30: Pompeo: Hewce bike emê şer bikin

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Mike Pompeo ji bo CNBC axivî û got ku ew li hemberî şer aştiyê tercih dikin lê ger pêdivî bi tevgereke leşkerî hebe Serok Trump amade ye vê yekê jî bîne cih.

19.00: Navdaran peymana boykotê îmze kir

Prof Noam Chomsky, David Graber û Brian Eno jî têde hin akademisyan û hunermendên cîhanê banga "Tirkiyê boykot bikin" îmze kirin. David Graber ji bo malpera The Canary a brîtanî sedema piştgiriya vê bangê û boykotkirina Tirkiyê wisa got: "Rojava minareya hêviya gelên cîhanê ye. Niha bi qirkirinê re rû bi rû maye. Wekî mirov ji me tê xwestin ku li aliyekî nesekinin."

16.00: Guven: Ji bo me yekîtî û îtîfak lazim e

Mebûsa HDP'ê ya Culemêrgê îro li Geverê çû serdana esnafan û axivî:"Li Rojava komkujiyeke mezin tê jiyîn, hemû dinya vê dibîne. Her kes li gotina Erdogan, Putin û Trumpî mêze dike. Tiştên ku ew dibêjin ji bo me ne muhîm in. Ji bo me têkoşîneke mezin, xwedîlêderketin, yekîtî û îtîfak lazim e."

15.00: Hin leşkerên DYA'yê dê bimînin

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mark Esper got ku hin leşkerên DYA'yê dê li bakurêrojhilatê Sûriyeyê bimînin ji bo ku bi hev re bîrên petrolê biparêzin. 

Esper di dema serdema Afganistanê de axivî û got, ji bo ev bîrên petrolê nekevin destê DAIŞ'ê ev yek muhîm e. Esper got ku wî ev pêşniyar hê pêşkêş nekiriye, li Pentagonê gelek mînakên din jî hene.

Duh rojnameya New York Timesê nivîsandibû ku Serokdewletê DYA'yê Donald Trump bi awayekî erênî nêzî plana komek leşkeran li Sûriyê bihêlin0 dibe. 

13.00: Emê hêzên xwe vekişin

Rêdûr Xelîl got ji bo ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê bi temamî rawestin, ew li gorî agirbesta di navbera dewleta Tirk û DYA'yê de diçin, lê dewleta Tirk agirbestê binpê dike û êrîşên xwe didomîne.

Xelîl got li gorî agirbestê ew ê hêzên xwe yên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de heta bi rêya M4 bikişînin û bi vî rengî ji bo ku agirbest mayinde bibe berpirsyariya ku dikeve ser wan bi cih bînin. 

12.00: Îran dijî kûleyên çavdêriyê ye

Tirkiye piştî ku kete Rojava, dixwaze li 12 cihan kûleyên çavdêriyê çêbike. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Abbas Musavi ji bo televîzyona dewletê axivî û got: "Em dijî vê yekê ne. Divê pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk bêne çareserkirin. Bila hurmet ji bo yekpareyiya Sûriyeyê bê girtin." 

09.00: Wezîrê Alman: Operasyona Tirkiyeyê ne meşrû ye 

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas duh êvarê beşdarî benameya "Rasterast BerLîn" a di kanala ZDF'yê de bû û got: "Baweriya min ew e ku êrîşa li hemberî yekîneyên kurd, an jî mîlîsên kurd ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve ne meşrû ye. Dagirkirinek wisa ger di nav hiqûqa navdewletan de sedemek wê tune be, dagirkirin wê çaxê ne li gor hiqûqa navdewletan e."

Her wiha Maas gotiye ku şerawestin ne pênc roj ji bo hê zêdetir bidome û ji bo dawî li dagirkirinê bê çi ji destê wan bê dê bikin.

 

 


 **

Nûçeyên Eleqedar:

- Ciwan Haco bangî hunermendên dinyayê kir 

- Meclisa Almanyayê: Operasyona Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye 

- Di vê fotoyê de HDP'yî li ku ne? 

- McGurk: Peymana Erdogan û Trump li ser 450x32 kîlometre ye (nûçeyên roja 12'an) 

- Temaşevanên St. Pauli deng dan Rojava (roja 11'an) 

- Sedî 91'ê almanan dixwazin ambargo bidin ser Tirkiyeyê

- Hunermendên kurd bang kirin: Bibin yek 

- Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in (roja 10'an) 

- Vane notên dawî yên li ser Rojava (roja 9'an)

- Volkswagenê jî biryara xwe guhart 

- Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Şampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be 

- Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê (roja 7'an) 

- Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye 

- Trumpî tiştên ku dê bike eşkere kir 

- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an) 

- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze 

- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje 

- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir 

- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan) 

- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine 

- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin 

- YE: Operasyonê bi dawî bikin 

- Dewleta Tirkiyeyê dest bi êrîşê Rojava kir          

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 05 03 2026

Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng

news
  • 05 03 2026

Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn

news
  • 04 03 2026

Fuzeyeke Îranê li nêzî Qamişloyê ket

news
  • 02 03 2026

Çalakiyek nû: Xwendekar di Pêşbaziya Zanînê de li hev civiyan 

news
  • 02 03 2026

Mazlûm Ebdî pêşwazî li heyeta hikumeta demkî kir

news
  • 02 03 2026

Demîrtaşî ji Heyeta Îmralî re çi got?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Welatên herî baş serdema pandemî bi rê ve birine eşkere bûn

ad

Di kûpayê de reqîb diyar bûn

ad

Vane serketiyên Globa Zêrîn

ad

Şivan Perwer: 'Boykot helwesteke demokratîk e'

ad

Aysel Tugluk hat berdan (Hat nûkirin)

ad

MKG û DFG: Ji bo Pexşan Ezîzî dengê xwe bilind bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir

  • 06 03 2026
news

Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng

  • 05 03 2026
news

Zilamek û Zimanek

  • 06 03 2026
news

Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn

  • 05 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname