logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?
news-details

“Felaket im” an jî Hunera dij-serdest(î)

Hunera ku em roja îroyîn jê fam dikin, hema bibêje ji gelek aliyan ve ji teşe û naveroka xwe ya esasî dûr ketiye û bi gi

  • Dîrok: 26/10/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer Zeraq


Hunera ku em roja îroyîn jê fam dikin, hema bibêje ji gelek aliyan ve ji teşe û naveroka xwe ya esasî dûr ketiye û bi giştî bûye destok û alava gelek aliyên populariteyê. Di ger û demajoya dîrokê de, bandora hunerê ya ku bi awayekî domdar û mayînde bû, li ser guhdarên ku endamê neteweyekê bûn, roja îroyîn reng û awa li xwe guherandiye û ketiye bazara danûstandinê; ev bazar ya kapîtalîstî ye ku li dor berhemên hunerî û wêjeyî çember û torek çêkiriye ku afirîner û pêkhêner xwe bi kîjan aliyî ve jî ba bidin nikarin xwe ji bayê wê xelas bikin.


Digel vê yekê jî, mêtingerî an jî kolonyalîzm; bi taybetî bi awayê xwe yê rengmodern, wekî rêveberê vê demajoyê li pêş e û her tim hewl dide ku her cure ‘berxwedan’ê an jî ‘rabûna dijber’ di nava xwe de bihelîne; çi bi rêya tundiyê, çi bi rêya dilkêşiyên ku bi pêkanînên kapîtalîzmê çêdike, çi jî bi rêya çewisandin û qedexekirina çand û zimanan. Û di van pêkanînên xwe de jî armanca sereke ya kolonyalîzmê ev e; ew hewl dide ku danûstandinên di navbera mirovên bindest de pêk tên, li ser daxwaz û qebûla wê bin.


Loma jî, di hemû serdestiyên ku wekî rêbaz û pêkanînên mêtingeriyê derdikevin pêş de, mebesteke sereke heye ku Loffler wê wekî armanca ‘wekxwekirin’ê bi nav dike.* ‘Wekxwekirin’a ku Loffler behs jê dike, rêbaza sereke ya rêvebirina kolonyalîst e ku bi taybetî ji hêla ezmûneyî ve tê pêkanîn ku wekî encam, civak û çand ji hev (dûr) dibin. Û navê vê pêkanînê jî asîmîlasyon e ku ne tenê li ser ziman, li ser rihê mirovan, çanda neteweyan û hebûniya takekesan jî tê meşandin.     


Huner, wekî hilberîna takekesî ku dikare xwe bigihîne girseyê û di girseyê de wekî berhemeke giştî bê qebûlkirin, her tim bûye dij-jehra pêkanînên mêtingeriyê. Helbet hunera ku em behsê jê dikin, ne ew huner e ku; hema bi hilberandinê re, bi rêya populîzmê, bi carekê dibe malê xwarinê yê hemû kesan; wekî agirê qeselê di ‘vîtrîn’a kapîtalîzmê ava kirî de geş dibe û dîsan bi carekê li wan vedimire û heta hilberîneke dîtir ya vîtrînî mirovan di tarîtiya mehrûmbûnê de dihêle. Na xêr, hunera ku em behs jê dikin, ew huner e ku di vîtrînan de hilnayê, ji bo geşbûnê hewcetî bi agirekî dîtir nabîne û ji bo berbelaviyê jî xwe dispêre rihê berxwedêrî, mafdarî û reseniyê. Hunera ku em behs jê dikin; ew huner e ku di resenî û orîjînaliya xwe de dihewe û bi tundiya kolonyalîst naşikê, belawela nabe û ji alî rêbazên mêtingeriyê ve jî nikare were sîmûlekirin. Hunera ku em behs jê dikin, hunera dij-serdest e.


Muzîk wekî hunereke ku bêtir girseyî ye; dikare amûr û amrazên kapîtalîst û yên mêtingeriyê bo xwe bi kar bîne; pê re jî bi kêrî xwe bîne û bo xwazdarên (demanding) xwe bi hincirûtiyeke (speed) ‘felaket’ belav bibe. Û heke guhdar û pêkhênerên (performer) muzîkê li ber bayê vê girseyîbûn û geşbûnê, ji bayê hişê xwe neçin, dê parçeqalibên (pattern) ku mêtingerî bo xwe bi kar tîne, ji teşeya xwe bikevin û dê bi kêrî keşkekî jî neyên.


Îcar, di van rojên dawiyê de, stranên ku li ser berxwedana Binxetê hatin çêkirin, bala me birin ser vî rengê muzîka ku em behs jê dikin. Yadîn Paşa, li ser twetterê di parvekirineke xwe de digot; “Di wan deman de ku; berxwedan dikare asoyeke siberojê ava û geş bike û heke guhdar/pêkhênerên muzîkê jî xwe bikin parçeyekî vê asoyê, muzîk bi giştî dikare wekî rê û mesîleke xurt xuya bike.”


Rave û peyteke bi vî rengî rasterast stranên ‘Felaket im’ ya Hunergeha Welat, ‘Şervano’ ya Mehmûd Berazî û ‘Gerîla’ ya Şivan Perwer û ‘Tîna Çiya’ ya Komîna Fîlm ya Rojava tînin bîra me ku li ser berxwedanê hatin çêkirin. Her wekî Yadîn Paşa bal biribû serê; berxwedanek hebû li rastê, muzîkjenan xwe didan ber bayê vê berxwedanê; bi stranan asoyek ava dikirin û li dij(pêş)berî vîtrîna kolonyaliyê disekinîn. Digel wê jî guhdaran jî xwe dikir parçeyekî vê asoyê; û bi berbelavkirinê ve jî agirê stranan pêdixistin û bi reng û awayê guhdarîkirina xwe ve jî stran di çavê mêtingeriyê de dikirin kelem û hemûyan bi hev re, bi bixwebaweriyeke ‘felaket’, vîtrîna mêtingeriyê belawela dikirin.


* Şeker, B. D., Sirkeci İ., Yuceşahin M., (2015) Goç ve Uyum, London: Birleşik Krallik, İkinci baski

26.10.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

 

 

**

Nivîsên Dilawer Zeraq ên ku berê di Diyarnameyê de bi vî awayî hatine weşandin:

-  Osman Sebrî; perîferiya Kurmancî

- Fermana Bêjarê
- Nehewiyên Zimên
- Desthilata Gramerê
- Keviya Wêjeyê
- Şanehezên wêjeya kurdî
- Xwebûniya Wêjeya Kurdî
- Tirsa wêjeya Kurdî
- 
Neçariya Wêjeya Kurdî
- 
Desthilata Wêjeyê
- Dîketiya Kurdan
- Yekrehî-Durehî û Wêjeya Kurdî
- Mala Wêjeyê
- Şûngeha rexneyê
- 
biçûk bûm...
- 
Hunera ji malê
- 
“Kuyruklu Kurt” û “Berxwedan”
- 
Heyîkirina Hebûniyê
- Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-
- Fêrikê Ûsiv; helbestbêjê evîna kirde
- Kî Me Ez
- 
Edaleta Desthilatê a Wêjeyî
- 
Zimanê agahiyê
- 
Kurmancî ji ku ye?

- Rihê zimên   

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Akademiya Feqiyê Teyran

ad

Du nîv fînalîst diyar bûn

ad

Yoga me xira dike, qedexe ye!

ad

Şeh û Eynik / Zemariya Îdê

ad

Can Dundar îro gerînendeyê Gundemê ye: 'Me peyam wergirt em hatin piştevaniyê'

ad

Berpirsên sazî û weşanxaneyan li ser Fûara Pirtûkan axivîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname