Wan
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşîr Atalay ji bo ku li navçe û navenda Culemêrgê lêkolîna bike bi balafireke taybet çû Wanê û ji wir berê xwe da Culemêrgê.
Wezîr Atalay got ku hem ji bo ewlehî hem jî ji aliyê siyasî ve li meseleyê binêre çûye herêmê.
Tevî Atalay, parlementerên Ak Partî yên Culemêrgê Abdulmutalîp Ozbek û Rustem Zeydan, Midûrê Giştî yê Polîsan Oguz Kagan Koksal, Musteşarê Wezîrê Karên Hundir Osman Guneş, serokên Daîreya Têkoşîna bi Terorê re û Îstîxbaratê yên Midûriyeta Giştî ya Polîsan, çûn Wanê.
Atalay li ser gera xwe ev agahî da rojnamegeran: "2 sedemên vê gerê hene. Yek ewlehî ya din jî siyaset û têkildarî teşkîlatên me ye. Hinek xebatên me yên bi partiyê re yên bajar û navçeyan hene. Hûn dizanin roja înê parlemento vedibe. Heta wê demê dê xebatên me bidomin. Ez dê bi rêxistinên sivîl ên civakî re bên cem hev. Ez bi rêveberên bajar û navçeyan ên cemaweriyê û di serî de bi waliyan re bên cem hev. Her wiha ez dê bi welatiyan re jî bêm cem hev. Ez dê biçim hemû navçeyan û bi welatiyan re bêm cem hev."
Wezîr Atalay, piştî daxuyaniyê bi helîkoptera polîsan derbasî Geverê bû. Atalay dê navçe û navenda Culemêrgê ziyaret bike.
Di referandûmê de li Culemêrgê sedî 94 boykot hebû û vê yekê bala raya giştî kişandibû. Tê gotin ku hikumet dê zêdetir hêza xwe bide ser Culemêrgê ku wê derê ber bi xwe ve bikişîne.


