logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Hevpeyvînên ji dîroka kurdan niqutîne

Niha pirtûkek li ser destên me ye: "Jîyaneke li pey zanyarîyên kurdî". Pirtûka ku ji hevpeyvînan pêk tê, notên ji dîroka

  • Dîrok: 05/11/2019
  • Beş: Berhem

Cemil Oguz


Niha pirtûkek li ser destên me ye: "Jîyaneke li pey zanyarîyên kurdî". Pirtûka ku ji hevpeyvînan pêk tê, notên ji dîroka kurdan pêşkêş dike.


Em qala pirtûka bi sernavê "Jîyaneke li pey zanyarîyên kurdî, Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl" dikin. Pirtûk ji aliyê Nihat Gultekîn ve hatiye amadekirin. Di pirtûkê de ji sala 1992'yan heta niha gelek hevpeyvînên ku kesên cur bi cur bi Celîlê Celîl re kirine hatine berhevkirin û weşandin.


Serboriya Celîlan

Celilê Celîl ji kurdên Kafkasyayê ye. Malbata wî, ji malbatê wê detir em bêjin bavê wî Casimê Celîl hê deh salî bûye ji Dîgora Qersê ji mecbûrî koçê Rusyayê bûye. Zarokek deh salî û sêwî, di serdemek zor û zehmet de... Li yêtîmxaneyê mezin dibe Casimê Celîl. Xanima wî Cindî jî li yêtimxaneyê mezin dibe. Û di sala 1930'yî de ew bi hev re dizewicin. Paşê, di sala 1932'yan de Ordîxan, di sala 1936'an de Celîl, 1940'î de Cemîle û di sala 1947'an de Zînê tê dinê. Malbata Celîlan ji bo ziman, çanda kurdî gelek ked didin. Celilê Celîl ku niha mijara pirtûkê ye ji nav wê malbatê û ji nav wê keda dû dirêj tê.

Nîhat Gultekîn di sala 1971'ê de li Girberan a Bazîda Agirî tê dinê. Di sala 2005'an de dema li Bazîdê Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ye ligel Şaredariya Bazîdê çalakiyan li dar dixin û wê çaxê Celîlê Celîl jî vedixwînin wan çalakiyan. Têkiliya Gultekîn û Celîl wê demê dest pê dike û heta niha, yanê heta vê pirtûkê tê.


Gelek hevpeyvîn hene

Bi ser wê hevdîtinê re deh salên dirêj derbas dibin, vê carê ew li Stenbolê tên ba hev û meseleya amadekirina pirtûkek wisa derdikeve holê. Gultekîn dest bi berhevkirina hevpeyvînên ku ligel Celîlê Celîl hatine kirine dike. Ne hemû bin jî beşek mezin ê hevpeyvînan berhev dike. Hevpeyvîna herî kevn a di pirtûkê de ya kovara Rewşenê ye. Kovarê di sala 1992'yan de ligel Celîlê Celîl û Musa Anter hevpeyvîn kiriye. Dûre hevpeyvîna Mazlum Dogan û Bulent Ulus tê ku di sala 2004'an de ji bo Tîrojê hatiye kirin. Paşê bi rêzê hevpeyvînên weşanên wekî Nûbihar (2004), Bîr (2005), Nûbihar (2007 û 2009), Tîroj (2012), Newepel (2013), DÎHA (2016) tê... Ligel van hevpeyvînan, hin malper û televîzyonan hevpeyvîn kirine; hin jê jî di youtube de hatine weşandin û ew jî hatine deşîfrekirin, amadekirin û weşandin.


Albafeya Marûgûlov

Di hevpeyvînan de agahiyên li ser dîrokê, yên balkêş hene. Mînak hevpeyvîna ku Îbrahîm Seydo Aydogan kiriye li ser sazkirina alfabeya latînî ya kurdî ya li Sovyetê ye ku îdîa ew bû Marûgûlov û Erebê Şemo bi hev re çêkirine, lê Celîl vê wekî "Na, tenê Marûgûlov saz kiriye" zelal dike û agahiyên din jî pêşkêş dike.


Abdulrezzaq Bedirxan û Simko

Abdulrezzaq Bedirxan ku di nav Bedirxaniyan de navekî  cuda bû dibe mijara Celîl jî. Celîl wisa qala Abdulrezzaq Bedirxan: "Abdulrezzaq Bedirxan gava Şerê Cîhanê yê Pêşîn dest pê dike, gelek hewl dide Rusya agahdariyê bide ser pirsa amadekirina kadroyên kurdan û li ser esasê zimanê rusî û elîfbaya rusî zarok perwerde bibin û hinek ji wan herin Petersbûrgê li unîversîteyê bixwînin, beşa Kurdolojiyê vebe. Li ser vê yekê di sala 1913'yan de li Xoyê bi destê Simko û Abdurrezzaq Bedirxan mektebeke kurdî vedibe. Konsolosê Rusyayê yê Xoyê ji kurdan gelek hez dikir, alî kurdan dikir."

Celîl ku li Avusturyayê pirtûkxaneyeke baş ava kiriye qala wê jî dibe: "Ev ne pirtûkxaneyeke ji pirtûkxaneyan e. Ev der pirtûkxaneya kurdzaniyê ye. Li ser gelê kurd, bi zimanê kurdî û bi her zimanî li ser kurdan belge, kitêb û arşîv li vê derê hatine parastin."


Gorkî û Casimê Celîl

Dema Sovyet hebe, nivîskarên Sovyetê jî dê derên û vaye gotina Celîlê Celîl: "Li salên 30'yî bingeha yekîtiya nivîsarvanên Sovyetê Maksîm Gorkî danî û serweriyê lê dikir, ji kurda çend kes bûn endamê wê yekîtiyê. Yek ji wan jî Casimê Celîl bû. Ev nirxeke mezin bû ku yetîtiya nivîskarên Sovyetê ber karên van rewşenbîran, van ewledanên kurdan dîyar kiribû û wan gihadibûn refê xwe."


'Min xwest ez aliyên wan nîşan bidin'

Û wekî gotina dawî em niha em guh bidin amadekarê pirtûkê  Nihat Gultekîn ku bila armanca xwe ya amadekirina pirtûkê bîne ziman: "Her çiqas ku kurd Celîlê Celîl û malbata Celîlan nas bikin jî, min xwest ez gelek aliyên wan ên baş eşkere nebûne raberî civata kurd bikim. Ew bi çi astengiyan re rû birû maye, çiqas rojên dijwar û çetîn dîtye... lê dîsa jî tu carî ji xeynî zanyariyên kurdî bi tiştekî re mijûl nebûye, ev her bûye bez û cehda wî."

Belê pirtûka "Jîyaneke li pey zanyarîyên kurdî, Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl" bi hevpeyvînan gelek agahiyên sedsalek ên li ser kurdan pêşkêş dike.

Wekî notek: Niha Fûara Pirtûkan a Stenbolê li dar e û heta 10'ê mehê dê bidome. Yên bixwazin dikarin li fûarê dikarin ji Weşanên Lîsê pirtûkê peyda bikin û bi Gultekîn bidin îmzekirin jî.

 
Nîhat Gultekîn par bi navê "Kilam û Pênûs" jî pirtûkek amade kiribû û di wê de jî berê xwe dabû kurdên Sovyetê.


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rêveberiya HDP'ê hin biryarên nû dan

ad

Kampa Şanoyê ya Ahurayê wê şanogerên kurd bîne ba hev

ad

2021: Fotoyên çivîkan yên serketî hatin hilbijartin

ad

HDP'ê Mîr ji bo mîrîtiya meclisê wekî berendam nîşan da

ad

'99 Morîkên Belavbûyî' bi almanî li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfûrtê ye

ad

'Barê Giran' û 'Gorulmuştur' bi ser ketin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname