logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Sala 2020'an bila bibe sala Baba Tahirê Hemedanî

Nivîskarê me Cîhan Roj pêşniyar dike di sala 2020'an di edebiyata kurdî de Baba Tahirê Hemedanî derkeve pêş.

  • Dîrok: 25/11/2019
  • Beş: Serbest

Diyarname

Nivîskarê me Cîhan Roj pêşniyar dike di sala 2020'an di edebiyata kurdî de Baba Tahirê Hemedanî derkeve pêş.

Cîhan Roj li ser hesabên xwe yên tora civakî  pêşniyara xwe belav  kir: "Di sala 2020'î de edebiyata kurd bi sernavê 'BABA TAHIRÊ HEMEDANÎ DIXWÎNIM' wî bikin mijar û bi bîr bînin. Bo sala 2020'an amadehiyan bike, Baba Tahirê Hemedanî binase, berhemên wî bixwîne."

Li ser pêşniyarê, me bi Cîhan Roj re xeber da. Ew sedema vê pêşniyarê wisa dibêje: "Gerek Baba Tahirê Hemedanî  wekî Ehmedê Xanî û pêşengên din di edebiyata kurd de were rojevê, were gengêşîn, bibe referans û mîrateya edebiyata kurd. Li dinyayê zêde nayê zanîn ku Baba Tahirê Hemedanî  şaîrekî kurd e. Bo têkiliya edebiyata kurd û edebiyata dinyayê ew dikare bibe destpêk. Di gelek çavkaniyan de ew wekî ‘Şaîrê Îranî’ tê destnîşankirin, nabêjên şaîrê edebiyata farisî û nabêjin şaîrê edebiyata kurd jî. Her wiha di edebiyata kurdî de jî bi awayekî psîkolojîk, bi gelemperî, ew wekî şaîrekî kurd nayê hîskirin li axaftin û nivîsên şaîrên vê demê binihêrin Ehmedê Xanî wekî nirxeke moralê bi bîr tînin lê navê Baba Tahirê Hemedanî bi bîr naynin ew jî delîl e ku an bawer nakin an jî jiber û durişme nahêlin ew serê xwe bi Baba Tahir re biêşînin! Divê em baştir wî bixwînin, nas bikin, helbet ji nasînê meqseda min ew e em wî wekî şaîrekî mezin ê edebîyata kurd binasin. Baba Tahirê Hemedanî û Ehmedê Xanî  bi tevî Melayê Cizîrî, Elî Herîrî û Feqiyê Teyran, Melayê Batê…tabloyê temam dikin."

Roj dibêje lêkolînerekî tirk ew di lêkolîna xwe de wekî yek ji şaîrên kurd nîşan daye ku ew lêkolîner ji alî saziyên dewletê ve hatiye destek kirin û dibêje ku divê kurd wî baştir bixwînin, em karibin berhemên wî wekî Mem û Zînê bibînin ku taybetiyên wî yên balkêş ji alî lêkolîneran ve hatine destnîşankirin.

Di Ansîklopediya Îslamê ya dîyanetê de li ser Baba Tahir Hemedanî wisa tê nivîsandin: "Ne rihet e meriv karibe di berhemên Baba Tahirê Hemedanî de eşqa îlahî û eşqa dinyewî ji nav hev derxe. Welhasilî kelam piraniya çarînên wî derheq eşqa dinyewî de ne. Yek ji taybetiyên şiîrên wî ew e ji ber ku wî perwerdehiya tesawifê nedîtiye hest û xeyalên xwe bêyî serî li fîşaliyê bide daye der." Cîhan Roj van gotinan bibîr tîne û vê lê zêde dike: "Wan wisa nivîsiye. Lê em çawa lê dinêrin, çawa dinirxînin, helbesta wî dixin ku derê? Lazim e em li ser van bisekinin û wî baştir binasin. Loma sala 2020'an de ew derkeve pêş dê baş be."


Baba Tahirê Hemedanî ku di sedsala 11'an de jiyaye dîwana wî bi navê "Dubeytî / Baba Tahirê Uryan" ji aliyê Weşanên Nûbiharê ve hatiye derxistin.

Weşanên Avestayê bi navê “Baba Tahirê Uryan” pirtûkek weşand ku bi kurdî û tirkî ye.

Bi kirmanckî jî ji Weşanên Astun bi navê "Dîwonê Baba Tahirê Uryan'î" pirtûk hatibû çapkirin.

Dîsa hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê helbestên wî wekî klam vexwendin û bi navê "Dîwan-a Dubeytî" albumek derxistin.

Her wiha bi tirkî jî hin pirtûk li ser Baba Tahir hatine amadekirin, helbestên wî bi wergera tirkî hatine weşandin.


Têbiniya Diyarnameyê: Ger weşanxaneyên din berhemên Baba Tahir bi kurdî çap kiribin me haydar bikin ku em li vir lê zêde bikin.


Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 09 2026

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Suryaniyên Rojava: Dengê xwe bidin BDP'ê

ad

Ma dîrok çend bare dibe?

ad

PEN’a navneteweyî li ser KCK’ê name şand

ad

'14'ê Gulanê Hefteya Zimanê Kurdî' tê pîrozkirin

ad

Ji bo vê hefteyê: Fermo REV

ad

Wêneyê rojê: Peykerê 'Qêrîna Azadiyê' hat çikandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname