Diyarname
Endamê Meclisa Partî ya PSK'ê û Endamê Rêveberiya Kurt-Kavê Behçet Epozdemîr îro li Stenbolê wefat kir.
Epozdemîr di sala 1965'an de li gundê Minar a Sêrtê hatibû dinê. Di dibistana seretayî de di nav DDKD'ê de cih girtibû û serdema wî ya têkoşînê bi vî awayî dest pê kiribû. Epozdemîr ku di destpêka salên 90'î de di nav HEP û DEP'ê de jî cih girtibû paşê veqetiya bû û salên dirêj di nav HAK-PAR'ê de kar kiribû. Her wiha wî ji bo Kurt-Kavê jî gelek ked dabû û herî dawî di nav endamên rêveberiyê de bû jî.
Piştî ku PSK li Tirkiyeyê bi awayekî fermî dest bi xebatê kir, Epozdemîr di nav wê de cih girt û endamê Meclisa Partiyê yê PSK'ê bû.
Behçet Epozdemîr bi qansêra lenfoma ketibû, ev hefteyek bû li Stenbolê li nexweşxaneyek di beşa nexweşên giran de bû û îro wefat kir.


