Bedlîs
Nivîskara kurd Gulgeş Deryaspî ku di 25'ê Tîrmeha 2019'an de li Bedlîsê hatibû girtin, îro hat berdan.
Endama PEN'a Kurd Gulgeş Deryaspî ku roja di 25'ê tîrmeha 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin Fû piştî çend rojên din 30'ê tîrmehê hatibû tewqîfkirin.
Danişîna Deryaspî îro bû û piştî nîvro ew hat berdan. Ji ser hesabê wê yê twitterê ev foto hat belavkirin.
Gulgeş Deryaspî ku li Beşa Ziman û Wêjeyê ya Zanîngeha Alpaslan a li Mûşê xwendina xwe temam kiribû, endama PEN'a Kurd e. Heta niha bi navê "Ez ne ez im" (Roman), "Tariya bi tav" (Roman), "Xezal" (Roman) sê pirtûkên wê derketine.
**
Nûçeya Eleqedar:


