Diyarname
Vîrusa koronayê yek bi yek bandorê li rojnameyan dike. Niha jî rojnameya Xwebûnê ji ber vê biryarek nû girt.
Rojnameya Xwebûn ku heftane bi kurdî weşan dikir ji ber vîrusê biryar da ku wekî dîjîtal bê belavkirin. Yên bixwazin dê bikaribin ji ser malpera wan de wekî PDF daxin.
Rojnameyê hejmara xwe ya nû îro derxist. Rojnameyê "Corona teşe dide jiyanê" kir manşeta xwe. Li ser vîrusa koronayê agahî hatine pêşkêş kirin. Ji hevpeyvînên rojnameyê vê hefteyê ligel koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bilbil axivîne. Bilbil liser ziman û pirtûka weqfê ‘Rêbera Rastnivîsînê’ bersiva pirsên Xwebûnê dane.
Nivîskarên rojnameyê dîsa bi nivîsên xwe di rojnameyê di cih girtine. Vê hefteyê nivîskar Sîdar Jîr tevlî rojnameyê bûye. Munewer Azîzoglu Bazan, Adar Şaman, Mizgîn Ronak, Felemez Ulug, Şervan Azad, Remezan Tûnç, Selîm Temo, Mem Avba, Rohat Alakom, Reyhan Îke, Cemîl Oguz, Dildarê Amedê, Feratê Dengizî û Înan Eroglu nivîsên xwe weşandine.
"LI SER MALPERÊ PDF'Ê DIWEŞÎNIN"
Ji ber vîrusê rojname nikare bê belavkirin û li ser vê yekê edîtoriya rojnameyê ragihandiye ku dê wekî PDF biweşînin. Di nivîsa Edîtor de wisa hatiye gotin:
“Silav ji xwînerên xwebûnê re; Ev demek e em li dijî zehmetiyan bi zimanê dayika xwe rojname derdixin. Ev ji bo me kêfxweşî û serbilindî ye.
Vîrusa koronayê êdî li seranserê cîhanê berbelav bûye. Di rojên koronayê de jî me got ger hefteyê rojekê be jî em ê hewl bidin xwe bigihînin hezkiriyên zimanê kurdî û agahiyan parve bikin.
Bêguman wek xebatkarên rojnameyê me jî hinek tedbîr wergirtin. Kedkarên rojnameyê ev demek e li malên xwe dimînin û li malê xebatên xwe didomînin. Hefteyê rojekê em 3-4 heval tên ligel hev û rojnameyê amade dikin.
Korona bûye parçeyek ji jiyana me. Her çiqas mijareke kurewî be ewqas ji mijareke jiyanî ye. Her kes xwe tecrîd dike, civak ji hev dûr dikeve û her tişt dibe online û dîjîtal. Li cîhanê gelek rojname derbasî xebata dîjîtal bûne.
Nexweşî gihîştiye asteke wisa ku em jî neçar in hinek biryarên nû werbigirin. Ji vê hefteyê pê ve em ê giraniya xwe bidin ser xebata rojnameya dîjîtal ango online. Em ê dîsa her hefte heman rojê rojnameya xwe amade bikin û li ser malperê xwe bigihînin xwînerên xwe. Em dixwazin hemû dildarên zimanê kurdî li ser malpera www.xwebun.org me bişopînin.
Her wiha ji bo arşîva rojnameyê û ji bo kesên ku dixwazin halê kaxiz bi dest bixin û yan jî ji xwe re arşîvan çêbikin, em ê hejmareke kêm li matbaayê çap bikin. Em ê rojnameyê mehê carekê yanê 4 hejmaran bi kargoyê ji xwîneran re bişînin. Kesên ku dixwazin rojnameyê mehê carekê bi giştî bi dest bixin divê nav, paşnav, navnîşan û telefona xwe ji maila me; rojname@xwebun.org re bişînin.
Em mêjî û laşê xwe ji hemû vîrusan paqij bikin.”