Diyarname
Di maça di navbera Galatasaray û Fenerbahçe de Galatasaray bi 1-0 bi ser ket û bû lîder.
Di Lîga Super a Turkcellê ya Tirkiyeyê de îşev maçeke mezin hebû di navbera Galatasaray û Fenerbahçeyê de. Hem ji ber ku ew neyarên hev ên bi xwînî ne, hem jî ji ber ku maç ji bo lîderî bû girîng bû. Di encamê de di deqîqeya 37'an de lîstikvanê Galatasaray Nonda gol avêt û tîma xwe derxist pêş.
Bi vê Galatarasay bû lîder û di du hefteyên dawî de dê şampiyon diyar bibe.
Kunye:
Stat: Ali Sami Yen
Hakêm: Firat Aydinus, Bulent Gokçu, Serkan Ok
Galatasaray: Aykut, Sabri, Emre, Servet, Hakan Balta, Bariş, Ayhan, Mehmet Topal, Arda, Umit, Nonda
Fenerbahçe: Volkan Demirel, Gokhan, Lugano (Dq. 43 Yasin), Edu, Ugur, Kazim, Maldonado, Aurelio, Deivid, Alex, Kezman
Gol: Dq. 37 Nonda (Galatasaray)


