Zeynelabidîn Zinar
Ev e salek zêdetir e ku vîrusa koronayê, mîna şewbeke xeternak derketiye holê û di van sê-çar mehên dawî de pir zêde berepêş çûye, ketiye rojeva dinyayê û li gelek welatan belavbûye.
Li gor ragihandina medyayê, heta niha li temamiya dinyayê 2.5 mîlyon kes tûşê vîrusa coronayê (Covid-19) bûne. Ji wan, 700 hezar kes bi daruyê baş bûne û 194 hezar kes jî mirine. Li Swêdê jî heta niha 17.567 kes bi wê şewbê ketine û 2.125 kes jî mirine.
Lê belê li Swêdê Rewşa awarte nehatiye îlankirin; kes di malên xwe de nehatine girtin û li derve, li sûk û kolanan xelk bê maske digere û her kes karê xwe dike. Her wiha dibistan û qreşên zarokan jî nehatine radan, karker û karxane nehatine rawestandin. Market û dikan nehatine astengkirin. Tenê karmendên hin şîrketên mezin ku karê wan tenê bi riya înternetê ye, li malên xwe karê xwe didomînin.
Sedemê vê yekê jî ev e:
- Swêdê wekî dewlet ji berê ve di her tiştî de tedbîra xwe girtiye. Mînak: Dema hinek telefon bikin ku nexweş in, ambûlans di nava 5-8 deqeyan de li ber deriyê wan amade dibe.
- Hemwelatî di her warî de, xasma kesên ku 50 salên xwe bihurandine, di binê çavdêriya bijişkan de ne.
- Hemwelatiyên Swêdê di gelek waran de hatine perwerdekirin û zana bûne, ji aliyê kultur ve rind hatine gihandin û di rewşên wisa de nakeve panîkê.
- Kesên badexur û meyxur, bi tevdîr û sînor vedixwin.
- Dema şewbek ji nedî ve derdikeve, pêre pêre maytêkirina wê tê kirin û pêşîbir lê tê girin.
- Hemwelatî, ne tenê di demên nexweşiyên wisa de, her tim mabeynekê di navbera xwe û hinekên dî de dihêlin. Mînak, di trên û otobusan de heta ku cihekî vala hebe, kes nayê li kêleka meriv cihê vala rûnane.
- Swêdî ji aliyê paqijiyê ve, çawa ku pêxemberê me gotiye “Paqijî ji îmanê ye” gelek ji bisilmanan zêdetir, paqijiyê ji xwe re bingeh girtine.
- Tiştên xwarinê, di binê çavdêriya dewletê de ne. Dema li dikanekê, marketekê di xwarinekê de çepelî derkeve, pêre pêre seza dibe û ger ew çepelî dubare bibe, ew cih tê girtin. Û bi dehan tiştên wisa hene…
Eger hemwelatiyên welatekî di nava mercên wisa de bijîn, helbet ji wan re aramî, êminatî heye û bi xwe û dewleta xwe bawer in.
Hêja ye bê gotin ku li Swêdê budceya herî mezin, ya Wezareta Kulturê ye.
Ez di meha adarê de ji Kurdistanê vegeriyan Swêdê. Heftiyek şûnde bijîşkê malbatî ez vexwendim ba xwe û bi dehan pirs ji min pirsî. Piştre kontroleke giştî li min dane kirin û roja 27’ê vê mehê jî, carek dî ez ê herim ba bijişkî.
Niha jî em li rewşa giştî ya dinyayê binêrin
Nifûsa dinyayê, ji serê meha yekê ve heta niha 37.5 mîlyon zêde bûye. Her wiha di eynî demê de 15.7 mîlyon kes jî mirine.
Ev 194 hezar kesên ku ji ber Vîrusa Coronayê mirine, di nava 15.7 mîlyon miriyan de ne.
Nexwe pirseke wiha derdikeve holê:
Erê dibe rast be ku 194 hezar kes ji ber vîrusê miribin, gelo ev 15 mîlyon û 506 hezar kesên dî ji ber çi mirine?
Çima Medya behsa wan nake?
Binêrin, ew propagandeya ku medyaya welatan bi vî hawayê gur û bêteşe ku li ser vîrusa koronayê dike, ne di Şerê Cîhanê yê Yekem de û ne jî di Şerê Duyem de hatiye dîtin. Nexwe tiştekî din di pişt perdeya “Vîrusa Koronayê” de heye.
Bêguman min hin tiştên nepenî peyitandine, lê ji ber ku ez karmendekî Çanda Kurdî me, pêdiviya ku ez eşkere bikim tune.
Mirin zagona jiyanê ye
Bêguman, mirin zagona jiyanê ye, devera ku çêbûn lê hebe, wê mirin jî lê hebe.
Ev kesên ku ji ber vê vîrusa koronayê wisa zû dimirin jî, bi piranî ew kes in ku berê nexweşiya wan hebûye.
Jixwe diyar e ku di laşê her kesî de li dora 400’î vîrusên cihêreng hene. Dema bingeha laşê meriv lawaz dibe, ew vîrus xurt dibin.
Dema em zarûk bûn, her tim em bi Gurê Manco dihatin tirsandin. Piştre hat zanîn, da zarok bi tenê negerin û bi çolê ve neçin.
Vê vîrusê jî li xelkê kirine wekî Gurê Manco û di warê psîkolojî de tirseke wisan mexof afirandine ku kes newêre silav bide kesî.
Bi hêviya ku welatê me, miletê me û dinya ji vîrusên xirabtir bêtin parastin.
Stockholm 24/ 04/ 2020