Diyarname
Rêveberiya Stêrk TV li ser frekansên Stêrk TV got: Ji bo weşanek xweştir û bi qalîte, dê ji 1'ê gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê bikin.
Rêveberiyê kanalê ji bo guhertina eyarên televîzyonan vîdeoyek parve kir û wiha got: "Temaşevanên Stêrk Tv. Ji 1'ê gulanê û şûnde dê di weşana peykê ya televîzyona me de guherînek çêbibe. Weşana televîzyona me ku heta niha li ser DVB-S bû, wê ji roja 1'ê gulanê û pê ve li ser DVB-S2 weşanê bike. Hûn temaşevanên me ji bo karibin bi hêsanî me temaşe bikin, ayarên televîzyonên xwe li gorî vê vîdeoyê rast bikin."


