logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike
  2. Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"
  3. Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro
  4. Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?
  5. Merasimên destpêkirina Kûpaya Cîhanê ji wê têne pirsîn
news-details

Rewşa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

Ka kî ji me dizanibû an jî kî ji me texmîna nexweşiyeke wisa dijwar, vîruseke wiha ecêb dikir, a ku jiyana me tevan sero

  • Dîrok: 01/05/2020
  • Beş: Covit-19

Murat BORAN

Ka kî ji me dizanibû an jî kî ji me texmîna nexweşiyeke wisa dijwar, vîruseke wiha ecêb dikir, a ku jiyana me tevan serobino kir û hîn jî dike… 

Belê, ez behsa Covîd-19’ê, an ku behsa vîrusa koronayê dikim. Dema me ev vîrus seh kir, piraniya me got, ev jî wekî SARS û MERS’ê, nexweşiyeke demkî ye û jixwe ew çînî, her sal hingî tiştên xerîb dixwin û vedixwin, vîrûs li welatê wan peyda dibin û ma ne eyb e lo; ew vîrûs heta welatê me ve were…! Bi rastî di serî de, ez jî wisa fikirîm lê mixabin ne wekî min bû… Di qedera me tevan de, jiyîna serdemeke wisa dîrokî hebû, mîna Şewba Spanîan, mîna webaya serdema navîn…

Heta, nûçe belav bûn û me dît ku, êdî em jî xetereyê de ne, me jî hêdî hêdî haziriya “şerê li dijî koronayê” kir. Li navçeya me, ya ku navçeyeke ne  pir zengîn e û rewşa debara xelkê wê kêm e, jin û mêr û kal û ciwan tev bi hev re dest bi amadehî kirin. Jixwe, şikir ji Xwedê re, Deşta Xerzan li ber me ye û qût û zad heye. Ya te tune be jî, ya cînar, mirov û pismamên te hene… Cara ewil tiştê min dît ev bû; 

Li ber aş û aşvanan, ez bêjim 50, hûn bêjin 100 ton genim hatibû topkirin. Li ser cadê û li ber deriyê aşvanan, te digot hemî genimên misirciyan hatibû civandin. Navbera serê torbeyên genim û binê wan de herî kêm 30-40 gav hebû. Û ne li ber yekî tenê, li ber hemû aşan ev rewş peyda bibû. Wê demê ez jî fikirîm (derûniya keriyî) û min ji xwe re got; “Xelkê me dizane, serwext û haydar e… Hema bila ar û av hebe, û bi wan jî nan çêbibe, bes e…” . Ji lew re, kal û pîrên navçeyê xela dîtibûn û şîret li ciwanan kiribûn ku demên wisa de, teqez arê xwe hazir bikin, pê re jî genimê xwe…. Û dema mirov wê heytehol û lez û bezê dibîne, dibêje; “Lawo, divê em jî tiştek bikin, ma herkes dike, dêmek tiştek heye, ma dê zaro birçî bimînin…”

Û ez… Li Xerzan (heçî ez jî Xerzî me), bostek axa min nîn e… Ya bavê min jî tune… Û ya bapîrê min jî tune bû jixwe… Gundê Me (Bêkendê), gundekî çiyayî ye û erd û axa gundiyên me jî nîn e. Hebe jî, li ser wan teht û zinaran de heye û em jî nizanin ka li ku ye… Ji ber wê, genimê me jî tune ye, em bi pereyan ji firinan dikirin, carnan em jî nan lê didin lê kêm… 

Hûn sax, li malê ligel hevala min, pênc zar û zêç hene…  Me got; “Hema torbeyek genim hebe, heta çend rojan em ê jî îdara xwe pê bikin… Û ez rabûm çûm ba hilafan da ku ez jî hinek genim bikirim û bibim aşê û bidin hêrandin… Lê na, ma genim maye…! Roja qiyametê ye, dê weledê xwe diavêje…! Bi pere jî genim nemaye, arvan (ar) jî heta çend rojan dê were…. Heger were…!

Ez çûme malê, ji maliyan re min got “genim nemaye gidî, tu dibêjî  xela ye…” Hevala min got; “Xem nake, ma firûn vekirî ne, dê çi bibe…” Min jî got temam lê divê genim hebe… Ez jî wekî herkesî… Min ji xwe re got, ma genim li navçeyê tune, ba dost û hevalan jî bi pereyê xwe tune?… Şûn de gundê Hemdûna kete bîra min, gundê kurdên me yên êzdî. Ji xwe li Deşta Xerzan an ku li Welatê Xaltan du-sê gundên kurdên êzdî mane û Hemdûna yek ji wan e. Musafir ê hevalê min, îsal genim çandibû û helbet li balê genim hebû, jixwe torbeyek têra me dikir… Min telefonê Musafir kir û min got, ka genimê firotinê li ba we heye an na? Ewî got: “Xêr e mamosta, tu yê çi bikî ji genim?” Min rewşa navçeyê jê re got. Musafir li min zivirand; “Çawa tune mamosta, hema siwar be were çi lazim be ji xwe re hilde. Û kerema xwe behsa peran neke, tu dilê min dihêlî…” Ez li ser van gotinan, hestiyar bûm… Hestyariya min, ji ber vê dilsozî, henûnî û hevaltiyê bû. Eiz û hevala xwe siwar bûn, çûne Hemdûna. Dayka Musafir, du torbe genim da me û Musafir li ser pişta xwe anî û li erebê bar kir. Nehişt ku ez alîkariya wî jî bikim… Piştî em bi hev re çûne kaniya gund û me têra xwe tûzik jî dan hev. Û em vegerîyan malê… Ev mesele, ji bo hevaltîya rojên teng, ji bo min pir girîng e û dê her wisa bimîne… Mala Musafir û malbata wî her ava be…

Û vêga… Ew tirsa berê 45 rojan, êdî nema… Genim jî, ar jî, nan jî pir e û tu kes êdî nakire, venaşêre… Tirsa xelayê nema lê pîr û kalên me yên heta êvarê li sûka Misircê “piyase” dikirin, li malê “asê” ne… Qehwe û çayxane jî girtî ne, tam nîn e. Kes kesî nabîne, kolan tev de vala ne. Ya baş ew e; fesadî û gotegot jî xelas bû, çû… Kes behsa kesî nake, ji lew re hevûdinê nabînin…  Xurbetçiyên me yên ji bo nanê zarên xwe li Anadolê bûn, ew jî asê mane. Ez pir li ber wan dikevim. Jin û zarok jî asê ne, bi taybetî serê jinan bi mêran re ketiye belayê… Mêr ji mal dernakevin, jin aciz dibin û her roj dengê şer û kirênan li sikakan bilind dibe… Rewş ne baş, ne jî xerab e… Heta vêga tu kes ji ber Koronayê li navçeyê rehmet nekiriye, ya baş ew e… Û hûn sax…  

Misirc dilê Xerzan e...
Li Misircê jî wekî cihên din cafe hatin girtin.


Parve Bike

Youtube Me
Covit-19 - Nivîsên Dawî
news
  • 10 05 2021

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

news
  • 30 06 2020

Gotinên Bi Rûdank

news
  • 11 06 2020

Pandemî û kulekên nû

news
  • 01 05 2020

Rewşa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

news
  • 30 04 2020

Li Swîsreyê 'Qedexekirin qedexe ye'

news
  • 27 04 2020

Çûyîna Sûkê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Diyarbekirspor bi temamî bêxwedî ma

ad

Rejima Sûriyê bajarên Dêrik û Girkê Legê dan ber bombeyan

ad

Real Madrid gavek derket pêş: 1- 0

ad

Cîzre Spor bi serketinek mezin derbasî Maçên Koman bû

ad

Jinên kurd jî êdî li qada fûtbolê hene

ad

Salnameya Nûbiharê derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike

  • 11 06 2026
news

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"

  • 12 06 2026
news

Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro

  • 11 06 2026
news

Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?

  • 11 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname