logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Pêdiviya Başûr bi çiqas birincê heye û çiqasî diçînin?

Li Başûr çiqas birinc tê çinîn, pêdivî bi çiqasî heye û çiqasî ji derve dikirin? Vane agahiyên girîng...

  • Dîrok: 14/07/2020
  • Beş: Aborî

SILÊMANÎ

Herêma Kurdistan salane pêwîstiya wê  bi zêdetir ji 258 hezar ton birinc heye. Ji vê rêjeyê tenê ji sedî 8.7’ê wê li nava Herêma Kurdistanê de tê hilberandin. Endamê Encumena Parêzgeha Dihokê Sebah Bapîr sedema rêjeya kêm a hilberandina birincê bi bêpilaniya hikumetê ve girê dide.

Têkildarê hilberandina birincê ya li Herêma Kurdistanê amarek nû li berdest nîn e. Niha tenê amarên sala 2018’an li ber destên Wezareta Çandiniyê heye. Li gora van amaran di sala 2018’an de 13 hezar û 486 ton birincê xwemalî hatiye hilberandin. Her wiha 240 hezar ton birinc jî ji derve de hatiye Herêma Kurdistanê.

LI DIHOKÊ 20 HEZAR TON TÊ

Di sala 2019’an de hilberîna birinc zêdekir. Li gora amarên ku ji Rêveberê Çandiniya Akrê Ehmed Cemîl hate wergirtin, par tenê li sinorê parêzgeha Dihokê nêzê 20 hezar ton birinc hate hilberandin.

HERÎ HINDIK LI HEWLÊRÊ YE

Par li parêzgeha Hewlêrê nêzê 800 donim zevî ji bo birincê hate çandin. Di her donimek de di navbera 700 heta 1000 kîloyên birincê hate hilberandin. Ger em hesab bikin di her donimek de 800 kîlo birinc were bidestxistin, wê demê par 240 hezar kîlo yanî 640 ton birinc li Hewlêrê hatiye hileberandin.

Berpirsê Rêveberiya Çandiniyê ya parêzgeha Hewlêrê Ebdulrehîm Omer, da zanîn li parêzgeha Hewlêrê ji ber kêmaniya ava pêwîst ew nikarin rêjeya çandiniya birincê zêde bikin.

REWŞA SILÊMANÎ

Rêveberê Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê ya Silêmanî Şalaw Cemal, amarên îsal bi awayek pêşbînîkirî eşkere kir. Şalaw diyar kir ku îsal 2 hezar û 115 donim zevî ji bo birincê hatine çandin. Her wiha destnîşan kir ku ew li bendê ne ji her donimek 800 heta 1000 kîlo birinc were bidestxistin. Şalaw da zanîn ger ji bo her donimek 900 kîlo hesab bikin, wê îsal li Silêmaniyê 1 mîlyon û 903 hezar û 500 kîlo were hilberandin, yanî dike zêdetirê 1 hezar û 903 ton birinc.

Hêjayê gotinê ye amarên parêzgeha Helebce jî li ser parêzgeha Silêmaniyê hatine hesab kirin. Li gorî van rêjeyên li jor hatîn diyarkirin ger em hesab bikin, li Herêma Kurdistanê  salane zêdetir ji 22 hezar û 543 ton birinc tê hilberandin. Li gora amarên sala 2018’an a Wezareta Çandiniyê, pêwîstiya Herêma Kurdistanê salane bi 258 hezar û 486 ton birinc heye.

DIHOK YEKEMÎN E

Li Herêma Kurdistanê ji rejeya birincê heyî tenê ji sedî 8.7’ê wê yê birincê navxwe ye, yê din tev ji derve tê Herêma Kurdistanê. Li gor rêjeya birincê navxwe jî herî zêde li parêzgeha Dihokê birinc tê hilberandin ku ji sedî 7.7’e.

Endamê Encumena Parêzgeha Dihokê Sebah Bapîr di daxuyaniyek ji bo Rojnews’ê de diyar kir, di salên dawî de ji ber sedama qrîzan cotyarên Dihokê dest bi çandina birinc kirine û sal bi sal rêjeya hilberandina birinc zêde dibe.

Sebah Bapîr da zanîn yek ji sedemên din ên rêjeya zêde ya birinca li parêzgeha Dihokê, ji ber avhewayê hênik, ava zêde û sar e.

HIKUMET BÊ PLAN E

Têkildarê sedema rêjeya kêm a hilberandina birinca li Herêma Kurdistanê, Sebah Bapîr got: “Em dikarin piraniya berheman bixwe hilberînin, lê mixabin hikumet ew qas bê plan e nekariye rewşek wisa bide avakirin. Bi taybetî xelkên gundan pêwîst e dubare vegerin gundên xwe, hikumet piştgiriya cotyaran bike û di qezenc û ziyanê de ligel cotyaran be.”

Li Herêma Kurdistanê çend cure birincê xwemalî heye ku navê wan wiha ne; Nehle, Bicîl, Deşta Akrê, Mewlewî, Sedrî, Gul Spî, Emrîkiyê Bundar, Birincê Germe, Banîxêlan, Birincê Sarde û Bazyan e. Nirxê her kîloyek li gorî dever û curê birinc tê guhertin. Yanî nirxê kîloya birincê xwemalî ji 2 hezar 500 dînaran dest pê dike heta îigihe 4 hezar dînarî.

Cotyar jî dibêjin ger wezareta çandinî alîkariya wan bike, ew dikarin hîn zêdetir giringiyê bi berhemê birinc bidin û berhemek zêdetir bidest bixin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me
Aborî - Nivîsên Dawî
news
  • 06 04 2026

Tabloy Bêrîvane bi 17,9 mîlyon dolarî hame rotişî

news
  • 01 04 2026

Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê nan buha kirin

news
  • 27 03 2026

Tabloya Osman Hamdî Bey bi 3,6 mîlyon sterlînî hat firotin

news
  • 08 03 2026

'Qral û Qralîçe' bi 26.3 mîlyon sterlînî hat firotin

news
  • 24 02 2026

Li Helebceyê bêhna qehweya kezwanê bilind dibe

news
  • 24 12 2025

Va ye heqdestê herî kêm

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îro 'Roja Avê ya Dinyayê' ye

ad

YSK'ê hejmara beşdariya hilbijartinê û serketina bajaran eşkere kir

ad

Bi kurdî xizmeta tenduristiyê

ad

Di dawiyê de Ronaldinho çû Mîlanê

ad

Di Parlemena Nivîskarên Ewropayê de nivîskarên kurd

ad

Meheke cezaya girtinê dan Alternatîfê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname