Diyarname
Roja 21'ê mehê Roja Zimanê Zikmakî ye. Ji bo vê rojê dê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) jî hin çalakiyan li dar bixe. Di nav çalakiyan de li Enqereyê lidarxistina sempozyûmekê û li Wanê jî lidarxistina mîtîngeke ziman heye.
Vaye bernameya TZPKurdî ya ji bo Roja Zimanê Zikmakî:
- 19 Reşemî: Li Amedê ji bo girtiyên siyasî bi kurdî şandina kartên pîrozbahiyê. (li Amedê çalakiyên cur bi cur dê hefteyekê bidomin)
- 19 û 20 Reşemî: Li Edene û Mêrsînê panelên li ser Ehmedê Xanî.
- 20 Reşemî: Salona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lidarxistina panelek.
- 20 - 21 Reşemî: Li Elk, Cizîr, Hezex, Silopî û Qilebanê daxuyanî, meşên girseyî, şahî û panel
- 21'ê Reşemî: Li Semsûr û Rihayê panel, daxuyaniyên çapemeniyê, şahî, dayîna sertîfikayan û meşa bi girseyî.
- 21 Reşemî: Li Stenbolê, li 3 herêman lidarxistina panelan û li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dayîna daxuyaniya çapemeniyê.
- 21 Reşemî: Li Îzmîrê daxuyanî û panel.
- 21 Reşemî: Li Colemêrg, Gever, Şemzînan, Elbakê panel û daxuyanî.
- 21 Reşemî: Li Wanê "Mîtînga Zimanê Zikmakî"
- 21 Reşemî: Li Amedê meşeke girseyî. Ji bo mîtînga 27'ê Reşemiyê belavkirina belavokan. Di 27'ê reşemî de bi saziyên tenduristî re mitînga hevpar a ziman dê bê lidarxistin.
- 21 Reşemî: Li navçeyên Erxenî û Farqîna Amedê panel, meşên girseyî û daxuyanî.
- 21 Reşemî: Li Êlihê panel, daxuyanî, meresîma sertîfîkayan û şahî.
- 21 Reşemî: Li Sêrtê daxuyanî û panel.
- 21 Reşemî: Li Mêrdîn û navçeyên wê Şemrex, Dêrik û Qoserê panel, meş û şahî dê bên lidarxistin.
- 22 Reşemî: Li Şirnexê bi girseyî vekirina KURDÎ-DER'ê.
- 26 Reşemî: Li Enqereyê sempozyûma Modelên Perwerdehiya Pirzimanî bi beşdarbûna akademîsyen Necmiye Alpay,ji koma mafên kêmnetewan Nurcan Kaya, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Rêveberê Dibistana Ermeniyan a Seretayîya Yeşîlkoyê Garo Paylan û Koordînatorê Federasyona Komeleyên Qafqasiyan Cumhur Bal.
Bi mijara Di Warê Perwerdehiya Pirzimanî de Modelên Cîhanê û Rewşa Tirkiyeyê bi beşdarbûna akamedîsyen Prof. Dr. Fatma Gok, nivîskar û zimanzan Samî Tan, Hîndekar Dr. Muge Ayhan Ceyhan, Hîndekar Şerîf Derînce û nivîskar Amed Tîgrîs.