Diyarname
Li Culemêrgê Selahattin Demirtaş, Adil Kurt û Esat Canan sê berendamên Bloka Ked, Aştî û Azadiyê hene. Blok dixwaze her sê mebûsên Culemêrgê jî bi dest bixe.
Ji bo van her sê berendaman herêm hatin parvekirin. Li gor plansaziyê ev herêm dê dengên xwe bidin berendaman:
- Selahattin Demirtaş: Herêma yekemîn navenda Culemêrgê û gund û beldeyên girêdayî navendê dê dengê xwe bidin Demirtaş.
- Adil Kurt: Herêma Duyemîn ku navenda Geverê, beldeya Esendere û gundên li herêma Esendereyê û mintiqaya Hirmî dê dengên xwe bidin Kurt.
- Esat Canan: Herêma Sêyemîn ku navçeyên Şemzînan, Çelê û gundên girêdayî van, dîsa beldeya Derecîk, gundên ku ji neqeba Harûnana Geverê, li ber çemê Nihêl re heta mintiqeya Pirê Nû yê cihê derketina ji Geverê dê dengên xwe bidin Canan.


