Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv piştî çîrok û romanan vê carê pirtûkek li ser nirxandina romanan nivîsand. Pirtûk bi navê “Romana Kurdî” ji Weşanên Ronahî derket. Yûsiv ji gelek aliyan ve romanên kurdî nirxandiye û ji romanan û romanivîskaran jî lîsteyeke dirêj pêşkêş kiriye. Di warê lêkolînên li ser romana kurdî de pirtûk valahiyeke dadigire. Me li ser pirtûka wî, romana kurdî, rewşa romana kurdî hevpeyvîneke kir. Ew wisa dibêje: “Romana kurdî, eger pêşde biçe, dê bingeha hebûna kurdan xurtir bike, giyanê miletê kurd bihêztir bike û aliyê xweşik yê wî giyanî bi miletên din bide naskirin. Anku wan têxe rêza miletên xweşik li cîhanê. Asta romana miletekî neynika asta xweşikbûna wî miletî ye.” Ger hûn jî bixwazin, fermo hevpeyvîna ku me bi Yûsiv re kir:
Tu hem wekî kesek roman nivîsîne, hem jî pirtûkeke nirxandinê li ser romanan ava kiriye, berî her tiştî ez dixwazim vê bipirsim: Qîmeta romanê ji bo kurdan çi ye? Roman dikare çi li kurdan zêde bike?
Qîmeta romanê ji bo her miletî çi be, ji bo kurdan jî ew e. Nexasim ku di van salan de, roman wekî hunera sereke ya wêjeyê li seranserê cîhanê tê hesabkirin. Di baweriya min de, wêje bi giştî û roman bi taybetî, dikare roleke mezin di avakirin û xweşikkirina rih û giyanê miletan de bilîze. Ji xwe ji bo kurdan pêdivî mezintir e; ji ber ku zimanê wan qedexe ye û hebûna wan di bin siya gef û tehdîdê de ye. Xwedîderketina li romana kurdî, xwedîderketina li zimanê kurdî ye, her wisa xwedîderketina li rih û giyanê kurdan e. Miletê bê wêje miletekî mirî ye. Siyaset aqil, mejî dide miletan, lê wêje giyan dide wan. Asta têgihîştina miletan, xwe di asta xwedîderketina li wêjeyê re, dide der. Romana kurdî, eger pêşde biçe, dê bingeha hebûna kurdan xurtir bike, giyanê miletê kurd bihêztir bike û aliyê xweşik yê wî giyanî bi miletên din bide naskirin. Anku wan têxe rêza miletên xweşik li cîhanê. Asta romana miletekî neynika asta xweşikbûna wî miletî ye. Eger kurd bixwazin miletekî xweşik bin, wê li wêje û hunera xwe xwedî derkevin. Ne ku bi silogan û gotinan, belê bi piroje û îmkandayînê.
Di pirtûkê de te qala hemû serdemên romana kurdî kiriye. Em ji vir dest pê bikin: Di navbera salên 1930-1980’ê de te qala sê navan kiriye: Erebê Şemo, Rehîmê Qazî û Îbrahîm Ehmed. Her sê jî endamên komîteya navendî yên partiyan in. Gelo romana vê
serdemê romaneke polîtîk e?
Romana her zimanî, an her miletî xwe dispêre rewşa siyasî, civakî, dîrokî, ramanî û aborî ya wî miletî. Êşa kurdan ya sereke jî bindestî û parçebûn e. Ji ber vê rewşê, romana kurdî jî heta qirika xwe di nav siyasetê de bû. Ez vê yekê wekî encameke xwezayî ji encama rewşa kurdan dibînim. Lê, ji bo min balkêş bû, gava ku min dît her sê romannivîsên destpêkê, ne tenê romanên siyasî nivîsîne, belê ew bi xwe jî endamin payebilindbûn di rêxistinên siyasî de û vê diyardeyê heta salên heftêyan jî, mohra xwe li wêjeya kurdî xist. Ev diyarde du alî ye. Aliyê wê yê baş ew e ku siyasetmedarên kurd bixwe ew valayiya ku di warê wêjeyê de hebû dagirtin û ev barê giran dan ser milên xwe. Aliyê xerab jî ew e, ku roman, wekî wêje, wekî huner, bibe qurbana dîtinên siyasî yên van romannivîsên ku di qada siyasetê de çalak bûn.
Tu nirxandineke wisa dikî: “Ramanên xwe yên siyasî li romanê bar dikin.” Pirsek bi çend xalan: A- Gelo ev dibe roman? B- Ma kesek romanên polîtîk binivîse, ev pirsgirêk e? C- Di van salên dawî de jî romanên polîtîk têne nivîsîn, ev yek hinek ne bi jiyana mirov têde dijîn ve girêdayî ye?
Di baweriya min de, siyaset wekî her tiştî, dikare ji bo wêjeyê, ji bo romanê bibe mijar. Pîvana serkeftin an têkçûna romanê ji mijara wê bêhtir çawatiya bikaranîna wê mijarê ye. Romaneke siyasî dikare cihê xwe di nav girîngtirîn romanên kurdî de bigre. Her wiha dibe jî ku romaneke ketî û bê ast be. Ya girîng ew e ku nivîskarê kurd karibe vê êşa me ya siyasî ya xedar bike wêje, bike huner. Ne ku wêjeyê û romanê bike qurbana bîr û baweriyên xwe yên siyasî. Pîvana vê yekê jî piralî û tevlihev e. Divê siyaset, wekî mijar, têkeve xizmeta avakirina nivîsareke wêjeyî û astbilind. Lê, di mentelîteya siyasî ya kurdî de ev mesele berevajî ye. Dixwazin romanê û wêjeyê û hunerê bi her awayî têxin xizmeta siyaseta xwe, an jî ya partiya xwe û di heman demê de siyasetê jî ne bi zimanê xwe, lê bi yê cîranan, dikin!
Di pirtûkê de beşeke fireh li ser Mehmed Uzun heye û piranî jî aliyên neyînî yên Uzun derketiye pêş. Ger bi kurtahî tu bibêjî; Cihê Mehmed Uzun di nav romanên kurdî de çi ye?
Mehmed Uzun yek ji romannivîsên kurdan yên herî girîng e. M. Uzun û romannivîsên hemnifşên wî, ji bo pêvajoya romana kurdî, mîna pirekê bûn. Bêyî wê pirê, wê qonaxê, wê niha romana kurdî di asteke xerabtir de ba. Anku mirov nikare behsa pêvajoya romana kurdî bike, bêyî ku mirov behsa Mehmed Uzun û romanên wî bike. Ev jî kedeke dîrokî ye ku M.Uzun daye romana kurdî. Nexasim di demekê de bû ku zimanê kurdî û bi taybetî kurmancî di nav perîşanî û belengaziyeke mezin de bû. Bi vî awayî mirov dikare gelek aliyên erênî yên rola Mehmed Uzun di pêşdeçûna romana kurdî de bihejmêre.
Di pirtûka min a li ser romanê de, aliyê neyênî ji ber taybetiya mijarê hatiye holê. Anku sernavê mijarê “Qeyikên romana kurmancî di nav pêlên siyasetê de” ye. Min helwestên siyasî û yên takekesane yên girêdayî wê, yên Mehmed Uzun bi awayekî rexneyî nirxandin. Min, li gor dîtina xwe, xwest ku ez hin şaşiyên ku di nirxandina pêvajoya romana kurdî de hatibûn kirin, sererast bikim. Wekî mînak, girêdana romana kurdî û carinan jî zimanê kurdî bi Mehmed Uzun tenê ve... Baweriya min ew e ku berpirsiyarê çêkirina vî dîmenê şaş û dûrî rastiyê helwestên siyasî û kirinên Mehmed Uzun bi xwe bûn. Min xwest, ez bi awayekî şîroveyî û rexneyî vê rola wî ya neyênî di vê mijarê de li ber çavan raxînim.
Te çîrok dinivîsand çi bandor li te kir ku te berê xwe da romanê û niha jî nirxandinek
e fireh, yanê pirtûkek li ser romanê… Ev pêvajo çawa dimeşe…
Çîrok, mala min a yekem e, gundê min ê yekem e ku min çavên xwe lê li ser wêjeyê vekirin û lê mezin bûm. Çûna ber bi romanê ve ji bo min destpêkê wekî çûna bajêr bû. Her gundî, ji bo pêdiviyên xwe, car caran neçarî çûna bajêr dibe. Lê hêdî hêdî ew rêwîtî bû keşifkirin û dû re jî bû hezkirina min a li bajêr û windabûna di nav sikak û kolanên pir û tevlihev de. Niha jî mesele berevajî bûye. Ez her û her li bajêr dijîm û car caran, ji bo bêhna xwe vekim, diçim gundê xwe yê çîrokê.
Pirtûka li ser romanê jî di encama lêkolînkirin û mijûliya bi romana kurdî de hat holê. Ev ne guhertineke û ne jî pêvajoyek nû ye. Ev pirtûk berhevkirin û amadekirin e. Ew jî beşeke ji wê mijûlbûna bi romanê ve ye. Ya din jî, hewildana dagirtina valayiya di vî warî de ye. Dil dixwaze pirtûkek wekî vê ya li ser romanê, li ser çîrokê jî hebûya. Xwezî hinek bi vî karî rabin. Eger kesek neke, ne dûr e ku pirtûkeke wekî vê li ser çîrokê jî ez amade bikim.
Te bi erebî, kurdî, almanî roman xwendine. Dibe haya te ji romanên tirkî, îngilîzî û yên zimanên din jî hebe. Dema tu romanên kurdî bidî ber romanên biyanî, romana kurdî di çi astê de ye?
Nizanim çima nirxandina min di vê mijarê de, ne mîna nirxandinên gelekan ji nivîskarên kurd e. Her ku behsa beramberiyeke wiha dibe, lêvên xwe diqermiçînin, serê xwe berdidin ber xwe û geh behsa zarokê bi çar lepan dimeşe dikin, yan jî berhemên kurdî wisa bê qîmet û biçûk dibînin ku nikarin bînin beramberî berhemên zimanên din. Ez dixwazim destpêkê vê helwestê rexne bikim. Ya din jî, dema mirov beramberiyeke wisa bike, asta hunerî û honandina wêjeyî girîng e, ne ku hejmara romanan û kalîteya çapkirin û belavkirina wan. Dema mirov bi vî çavî binêre, mirov dibîne ku romanên van bîst sih salên dawiyê ji hêla nivîskarên kurd ve têne nivîsandin, kêm zêde, di wê astê de ne ya ku roman bi zimanên din û li deverên din yên cîhanê têne nivîsandin. Dibe ku ji hêla hejmarê de hindik bin, an jî ji hêla xwendin û belavkirinê de, lê wekî wêje, wekî huner, pêla romana kurdî jî tev li pêlên der û dorê dibe û di cihoka nûjeniyê de, diherike.
Di pirtûkê de navên bi sedan romanan hene. Herhal ne hemû lê gelekên wan jî te xwendine. Romaneke kurdî ku te gelek jê hez kiribe, te ji xwe re kiribe wekî pirtûkek pîroz heye?
Di dema xwendevaniya li Helebê de, ez û çend hevalên xwe yên ji Amûdê, me navê pirtûka “Sîsirkê Hesinî”ya Selîm Berekat kiribû “Qurana me”, ji ber ku her sibe û her êvar me ew pirtûka biçûçik dixwend û em jê têr nedibûn. Me zarotiya xwe tê de didît û em geh dikeniyan, geh jî digiriyan.
Romaneke ku tu bibêjî ‘Lûtkeya romana kurdî ev pirtûk e’ heye? Tu dikarî navê berhemeke wisa bidî?
Ji wê bêhtir, mirov dikare bibêje ku çend romanên kurdî yên pir baş hene. Lê, berhemeke wisa ku ji hemû romanên kurdî cuda be û lûtke be, di bala min de tune ye. Dibe ku ev pirs ji rexnegirekî bê kirin, çêtir be.
Li ser romana kirmanackî (zazakî) jî te beşeke biçûk nivîsiye. Tu dikarî çi bibêjî?
Ji bo romana zazakî, behdînî û ya welatên Sovyeta berê min alîkarî ji nivîskarên wan zaravayan bixwe xwest. Tehsîn Navişkî li ser romana herêma Behdînan, Eskerê Boyîk li ser romanên welatên Sovyeta berê û Roşan Lezgîn jî li ser romana zazakî nivîsand.
Min dixwest ku ez romana ku bi zaravayê soranî jî hatiye nivîsandin di vê pirtûkê de bi cih bikim, lê di hewildanên xwe yên xwestina alîkariya ji nivîskarên vî zaravayî de, ez bi ser neketim. Ez bi hêvî me ku pirtûkeke wekî wê ji bo romana bi soranî jî derkeve, da ku xwendevan an lêkolînerekî romana kurdî karibe di derbarê dîroka vê romanê de, bi giştî û bi hemû zaravayan, bibe xwedî agahî.
Û pirseke teknîkî: Heta niha çend romanên kurdî derketine?
Êdî dem hatiye guhertin û roj bi roj romanên kurdî derdikevin. Hejmara nêzîkî ya rast, ji bo kurmancî tenê, heta niha sêsed e.
Pirsa dawî: Ji aliyê hejmar, naverok û şêweyê ve romana kurdî ber bi ku ve diçe?
Ji aliyê hejmarê de, ez bawer dikim wê heta demeke din jî bi sînor û şerpeze bimîne. Wê di bin van baran de: -di bin barê qedexeyan de,- di bin barê xemsarî û kêmbûna xwendevanan de û di bin barê bêxwedîbûnê de, hem hejmar wê kêm bimîne, hem jî qedirdayîn.
Ji hêla naverok û şêweyê de, ez xweşbînim ku romana kurdî kirasê mirinê çirandiye, li pey xwe hiştiye û berê xwe daye jiyana berfireh ya afirandinê.
***
Helîm Yûsiv kî ye?
Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967’an de li Amûdê hatiye dinêb Li Zanîngeha Helebê Beşa Hiqûqê xwendiye û ji sala 2000’î ve jî li Almanyayê dijî. Yûsiv ku di heman demê de nivîskarê Diyarnameyê ye heta niha gelek nivîsên wî di kovar, rojname û malperên înternetê de hatine weşandin.
Berhemên Helîm Yûsiv ku heta niha hatine weşandin ev in:
Mêrê Avis (çîrok), bi erebî, Şam 1991
Mêrê Avis, Avesta, bi kurdî, Stenbol 1997
Jinên Qatên Bilind (çîrok), bi erebî, Beyrûd 1995
Jinên Qatên Bilind, Avesta, bi kurdî, Stenbol 1998
Mîrî Ranazin (Çirok), Avesta, bi kurdî, Stenbol 1996
Oluler Uyumaz (Wergera Mirî Ranazin), wergera ji bo tirkî: Rahmi Batur, Avesta, Stenbol 1998
Saborto (Roman), Avesta, bi kurdî, Stenbol 1999
Sobarto, bi erebî, Beyrût 1999
Saborto, Hewlêr 2004
Memê Bê Zîn (çîrok), Avesta, bi kurdî, Stenbol 2003
Tirsa Bê Diran (roman), Avesta, bi kurdî, Stenbol 2006
Dişsiz Korku (Wergera Tirsa Bê Diran), wergera ji bo tirkî: Rahmi Batur, Evrensel, Stenbol 2008
Gava Ku masî Tî Dibin (roman), bi kurdî, Lîs, Amed 2008
Romana Kurdî (lêkolîn), bi kurdî, Ronahî 2011
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.