logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Hilbijartina DYA'yê: Agahiyên nû (Ev nûçe tê nûkirin)

Li DYA'yê hilbijartin... Ev nûçe her tê nûkirin...

  • Dîrok: 04/11/2020
  • Beş: Dinya

Her ku agahiyên nû bên dê ev nûçe bê nûkirin

 

04.11.2020

Saet 19.00:

Heta vê saetê li DYA'yê çi qewimî?

- Berendamên Demokratan Joe Biden got ku heta dengê dawî bê hilbijartin ji bo wan bêhnvedan nîn e.

- Berendamê Komaparêzan Donald J. Trump dijî dengên ku bi  rêya posteyê hatiye bikaranîn derket. Trumpî got ku çawa dibe her ku dengên bi rêya posteyê hatine bikaranîn têne jimartin sedane diguherin? (Dengên bi rêya posteyê hatine şandin piranî yên alîgirên Biden derdikevin, loma bertekek wisa nîşan da)

- Sedî 11'yê amerîkiyên bi eslê xwe Afrîkî, sedî 31'ê bi eslê xwe latîn (Hispanik) û sedî 31'yê bi eslê xwe asyayî deng dane Trump.

AP'YÊ EYALET BI EYALET HEJMAR EŞKERE KIR

Associated Press (AP) li gor encamên ne fermî hejmara delegeyên ku berendaman heta niha girtine eyalet bi  eyalet eşkere kir. 

Li gor vê Trumpî;

li Carolinaya Başûr 9, li Oklahoma 7, li Alabama 9, li Mississippi 6, li West Virginia 5, li Kentucky 8, li Tennessee 11, li  Indiana 11, li  Dakotaya Bakur 3, li Dakotaya Başûr 3, li  Wyominê  3, li Nebraska 4, li Louisiana 8, li Arkansas 6, li Kansas 6, li Missouri 10, li Utah 6, li Teksas 38, li Iowa 6, li Idaho 4, li Florida 29, li Montana 3 û li Ohio 18 delege bi dest xistine.

Bidenî;

li Washington DC 3, li Vermont 3, li Illinois 20, li Virginia 13, li New Jersey 14, li Delaware 3, li Massachusetts 11, li Maryland 10, li New York 29, li Colorado 9, li Connecticut 7, li Washington 12, li New Hampshire 4, li  Rhode Island 4, li New Mexico 5, li Oregon 7, li California 55, li Arizona 11, li Maine 3, li Hawaii 4, li Minnesota 10 û Nebraska delegeyek bi dest xistie.

Bi vî awayî li gor AP'yê Trumpî 213, Bidenî 238 delege bi dest xistine.

Ji bo serketina berendamekî pêdivî bi 270 delegeyî heye.

PENSILVANYA HÊ TÊ JIMARTIN

Li gor gotinên li Pensilvanyayê Trum bi ser ket Waliya Eyaleta Pensilvanyayê Kathy Boockvar daxuyanî da û got ku dengên bi rêya posteyê hatine hê sedî 50'yê wan hatine jimartin û got, "Hê bi mîlyonan dengên ku bêne jimartin hene. Îsal ji sala 2016'an 10 qat zêdetir deng hatine bikaranîn. Emê hemû pisûlayên dengdayînê bijmêrin."

JI USPS DENG HATIN PIRSÎN

Dadgerê Dadgeha Her êmî ya Washingtonê Emmet Sullivan ferman da Karên Posteyê yên DYA'yê (USPS) û got ku binêrin û hemû postayan bigihînin cihê wan. Li ser îdîaya 300 hezar deng negihîştine cihên wan ku di nav van de Pensilvanya û Florîda jî hene ev daxwaz hatibû kirin.

BI KURTAHÎ

Bi kurtahî îhtîmala serketina her du berendaman jî heye ku her dengên bi postayê hatine şandin bêne jimartin dê rewş zelal bibe. Dengên ji postayê tên piranî ên alîgirên Biden in lê ev yek dê bikaribe wî bi ser bixe hê nediyar e. Heta niha ji bo serketinê bo Biden 32 delege lazim in, ji bo Trump 57 delege lazim in. Biden li eyaletên Michigan, Wisconsin û Nevada hindik be jî li pêş e, ger van eyaletan bigire digihîje 270 delegeyî. Li Pensilvanya jî nîqaş û jimartin didome. Ger wir bikeve destê Biden serketina wî teqez dibe. Yan na heta dawî dê jimartin bidome.

* 

Saet 12.00: Rewşa dawî û bi kurtahî encam

- Li DYA'yê dengdayîn temam bûye û jimartina dengan didome.

- Li gor dengên li cem sindoqan hatine bikaranîn Biden hinek li pêş be jî nêzî hev in.

- Dengên ku bi postayê hatine şandin beşek jê hatine jimartin. Texmîn ew e ku di van dengan de Biden zêdetir pêş bikeve.

Saet 10'an (Li gor saeta TR'ê) Trump li aliyek got ew bi ser ketiye, li aliyê din xwest jimartina dengan bê rawestandin û got ewê meseleyê bibe cem dadgeha bilind.

- Aliyê Biden sekan e, ew dişopînin.

- Herî dawî ajansa mezin AP (Associated Press) ragihand ku Bidenî eyaleta Arîzona bi dest xistiye ku ev eyalet di hilbjartina berê de di destê Trump de bû. Her wiha ji sala 1948'an ve di destê Komarparêzan de bû.

- Bi vê agahiyê re li gor agahiyên ne fermî Biden xwedî 238 delege, Trump xwedî 213 delegeyî ye. Ji bo yek bi ser bikeve 270 delege lazim in.

- Ev du saet in saziyên mezin wekî CNN International, New York Times agahiyên nû li ser delegeyan pêşkêş nakin. Ew di 227 'Biden), 213 (Trump) de mane.

- Dengên bi postayan hatine şandin dê guherîneke çawa bikin? Eyaletên biçûk dê bandoreke çawa bikin? Ev yek hinek dê rewşê zelal bikin.

- Wisa diyar e heta niha ji bilî Arîzonayê Trumpî eyaletên xwe yên dema hilbijartina 2016'an de parastine (Ji bilî yên niha hê nediyar). Hin eyaletên wekî Florîda, Teksas, Pensilvanya ku hinan îdîa dikir dê Biden bigire rast derneket.

- Saet 9,55'an de Waliyê Pensîlvanyayê ragihand ku hê mîlyonek dengên ku dê bêne jimartin hene. Her çiqas li vir tê gotin Trumpî bi dest xistiye jî walî qala tiştên din dike.

- Bi kurt û kurtasî bi vî awayî dê hê bidome. Ne diyar e îro dê encam derê yan na. 

* 

Heta kêliya dawî dê diyar nebe

Heta hemû deng bêne jimartin jî kes dê nikaribe bêje ez bi ser ketim. Hilbijartin li holê ye. Gav bi gav dimeşe. Li Pensilvanyayê heta 6'ê mehê deng dê bêne jimartin. Li hin eyaletan jimartin dê bidome. 

* 

9.40: Biden: Me Arîzona bi dest xist

Ji berendaman Biden eşkere kir ku wan Arîzona bi dest xistiye û ewê Pensilvanyayê jî bi dest bixin. Lê New York Times dibêje li Arîzonayê sedî 80 deng hatiye jimartin û Biden bi sedî 52 li pêş e. 

09.30: Encama niha BidenB 230, Trump 210

Gelek bi qayişkêşan dimeşe. Yê bigihîje 270 delegeyî dê bi ser bikeve. 
*

09.00: Trump: Dikin bi diziyên hilibjartinê bigirin

Ji berendaman Trumpî ji ser twittirê re peyam weşand û got, "Îşev ezê biaxivim. Ev serketineke mezin e. Em li pêş in lê dikin hilbijartinê bi diziyê bi dest bixin, ezê destûrê nedim vê yekê."

** 

Biden ber bi pêş ve diçe

Li gor saet 9'ê sibêya Tikiyeyê Biden gihîştiye 219 delegeyan û Trump niha  209 delegeyî de ye. Heyecana hilbijartinê didome.

*******

**
EV AGAHIYÊN JÊR AÎDÊ 3'YÊ MEHÊ Û ŞEVA WÊ BÛN... 

*

Hin eyaletên diyar bûn

Li hin eyaletan encamên nefermî diyar bûn (Li gor saeta 

Tirkiyeyê: 04.00): Li eyaletên Kentucky, West Virginia, South Carolina Trump bi ser ketiye. Li Virgina, Missisip, Alabama, Tennesse, Oklahoma, Vermont, Maryland, Deleware, New Jersey, Connecticutê Biden bi ser ketiye. Ji eyaletên muhîm Florîda her du berendam ser bi ser diçin. Li Teksasê jimartin didome.
Li gor vê saetê Biden 30, Trump 27 delege bi dest xistibûn. Yê 270 delegeyî bi dest bixe bi ser dikeve.

* 

Jimartina dengan didome
Li hin eyaletan dengan bi dawî bû dest bi jimartina dengan hatiye kirin. Li hin eyaletan hê didome. Li gor saeta Tirkiyeyê destê sibê dê tişt hê zêdetir selal bibin. Lê encama fermî dîsa dê derneyê. Ji eyaletên muhîm li Florîda qayişkêşan didome. Carinan Biden, carinan Trump dikeve pêş. (Saet 3.30'de) Li gor encama sedî 70'ê ya li Florîda Biden bi sedî 50.8 li pêş bû. Trump 48.4 e.

** 

Destpêk: Ji du cihan pêşencam hat

Saet 3 (Li gor saeta Tirkiyeyê) li du cihan pêşencam hatin. Li Kentucky Trump, li Vermontê Biden li pêş e. Hin agahî dibêjin li Kentucky Biden li pêş e. Divê neyê ji bîr kirin hê gelek hindik deng hatine jimartin. Agahiyên muhîm li gor saeta Tirkiyeyê saet 8'an de dê bên. Ji ber ku saet 7'an de dê hemû sindoq bêne girtin û saet 8'an de pêşencam dê bên.

* 

Hin agahiyên piştî girtina sindoqan

Li gor saeta Tirkiyeyê saet 2'yê şevê li DYA'yê li hin cihan dengdan temam bû, sindoq hatin girtin. Pêşî li eyaletên Indiana û Kentucky sindoq hatin girtin û li bendê ne ku saetek paşê encamên ne fermî ji wir bên. Û bi girtina sindoqan re jî hin anketên piştî dengdanê hatin.

Vane çend agahî:

- Li gorî anketa CNN'ê ya piştî girtina sindoqan sedî 13'yê amerîkî yekemîn car deng dane.

- Florida yek ji eyaletên girîng e. Li gor anketan li vir Trump bi ferqek biçûk li pêş e.

- Şêwirmendê Biden diyar kir ku têkoşîna mezin dê li eyaletên Florîda, Karolinaya Bakur û Georgia çêbibe.

- Waliyê Vermontê Phill Scott ku ji Partiya Komarparêz Bû got ku wî deng daye Biden. 
- Li ser pirsa bi ya we "Kîjan mijar girîng e?", sedî 53 gotine Corona, sedî 42 gotine aborî.

*

Demokrat Senatör Sanders: Bu seçim Trump 'bitti' dediğinde bitmeyecek

Senator Sander: Ne dema  Trump bêje, dema hemû hatin jimartin  dawî tê

Senatorê Demokrat ê Vermontê Bernie Sanders ji ser hesabê xwe yê twitterê re wisa nivîsî: "Em eşkere bêjin, ev hilbijartina dema Trump bêje 'xilas bû' xilas nabe, dema hemû deng bêne jimartin dê xilas bibe. Dengên ku bi rêya posteyê hatine şandin, ligel van dengên endamên artêşê jî di nav de. Li xweşa Trump biçe jî neçe jî emê hemû dengan bijmêrin." 

* 

Li Teksasê dadgehê got na

Li Houston a Eyaleta Teksasê endamên Partiya Komarparêz bi sedema 'dengên divê neyên qebûlkirin' serî li dadgehê da lê dadgehê qebûl nekir. Komarparêzan xwest Dadgeha Bilind a Teksasê 127 hezar dengên hatine bêne betalkirin. Lê dadgehê ev daxwaza wan red kir. 

*

Biden: Di vê hilbijartinê de dê zêdetir deng bên dayîn

Berendamên Partiya Demokratan Joe Biden li Pensilvanyayê axivî û got ku di vê hilbijartinê de ji her demê zêdetir deng bêne bikaranîn. 

Pensilvanya di nav "Eyaletên Guherbar" (Swing State) de ye û kîjan berendam bi dest bixe dê destê wî xurtir bibe 

* 

Li DYA'yê Mihafizên Ewlehiyê daketin kuçeyan

Dengdana li DYA'yê didome lê li aliyê din îhtîmala xirecirê jî heye ku ji ber vê yekê hêzên ewlehiyê ku jêre Mihafizên Neteweyî tê gotin daketin kuçeyan. Tê îdîakirin ku alîgirên Trump jî aligirên Biden jî piştî eşkerekirina encamê dê dakevin kolanê. Li ser vê yekê Mihafizên Neteweyî li eyaletên wekî Chicago, Atlanta, Philadelpiayê li nava bajêr daketin kuçeyê. Ger xirecirek wisa hebe ev hêzên ewlehiyê dê pêşî lê bigirin.

* 

FBI dest bi lêkolînê kir

Rayeraderî ji Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya DYA'yê ji bo Reutersê axivî û got, "Telefoneke nediyar ji bo hilbijêran hatiye kirin û ji wan re gotiye ku roja hilbijartinê li mala xwe binîn û neçin deng nedin. FBI niha li ser vê yekê dest bi lêkolînê kirine." 

*

Twiter dê binivîse 'Ev twit nehatiye teqezkirin'

Twitterê ragihand ku di hilbijartinê de berî encamên fermî bêne parvekirin berendamek serketina xwe ragihîne dê agahiya "dibe ku çavkaniyên fermî rastiya vê twitê erê nekiribin" pêre biweşîne. 

*
101 mîlyon deng

Li DYA'yê niha saet li dor 11'an de. CNN radigihîne ku heta niha li gor agahiyên ku gihîştine wan li dor 101 mîlyon dengî berî îro hatine bikaranîn.

* 

91 mîlyon deng bi posteyê hatin

Li gor "Projeya Hilbijartinê ya DYA'yê" bi rêya posteyê jî dengdan çêdibin. Hat gotin ku 91 mîlyon kesî pisûla xwestibûn û ji bo wan hatibûn şandin. Tê gotin rêyên bi rêya posteyê hatine şandin dor 61 mîlyonî ne. 30 mîlyonî jî ew pisûla girtine û çûne cem sindoqan deng dane.

*

Gotinên dawî yên berendaman

Trumpî di gotinên xwe yên dawî yên propagandayê de adilbûna hilbijartinê girt bin lêpirsînê û qala îhtîmala bêhizûriyê kir.

Joe Biden jî bi gotina dawî li serokekî ku agirê nefretê bilind dike binîn dawî li gotinên xwe anî.

*
Dengdanê dest pê kir 

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) serê sibê bi awayekî fîzîkî dengdayînê dest pê kir.

Li DYA'yê li gor eyaleta rewşa dengdanê diguhere. Heta niha yên ku bi rêya posteyê dengên xwe şandibûn şandine, lê yên neşandine li cem sindoqan deng didin.

Yek ji cihên zû dengdanê dest pê kir gundên New Haspire ne. Li gundê Diksville Notch (Dixville) tenê 5 hilbijêr hene û hat gotin ku wan dengên xwe dane Joe Biden. Lê li gundê Millsfieldê ji bo Biden 5 deng, ji bo Donald Trum 16 deng derketine.

Li DYA'yê zêdetir deng girtin wêdetir hejmara "Lijneya Hilbijêran" muhîm e.

***

 

Nûçeya Eleqedar:
- Li ser hilbijartina DYA'yê çend not 

 

Parve Bike

Youtube Me
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

Siyasetmedarê kurd Kinyazê Hamîd li Ermenistanê dîsa hat hilbijartin

news
  • 01 06 2026

Ewê niha sê roj û sê şevan dawetê bike

news
  • 30 05 2026

Peywira Tom Barrack bi dawî bû

news
  • 30 05 2026

Fîlozof Edgar Morin mir

news
  • 27 05 2026

Xelata Gilel Storch didin Kavala

news
  • 26 05 2026

Li ser dîwar wêneyê herî mezin, ket nav Guinnessê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Piştî kavilkirinê li Nisêbînê dê qedexe rabe!

ad

Gotûbêjek li ser 'Roman û ji nû ve avakirina civakê'

ad

Newşîrvan Mistefa hat oxirkirin

ad

Demirtaş: Bila kes netirse HDP li cem hemû bindestan e

ad

Ozmedîr bû hevserokê Partiya Keskan

ad

‘Rêveberiya Rojava amadeye ku ji bo alîkariya mirovî hevkariya NY’ê bike'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname