logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Çîrokên 40 sal berê, 'Hingê' ya Rojen Barnas

Herhal piraniya kurdan Rojen Barnas wekî helbestvanekî kurd dizanin. Lê kêm kes dizanin pirtûkeke wî ya çîrokan jî heye.

  • Dîrok: 20/12/2020
  • Beş: Berhem

Cemil OGUZ

Herhal piraniya kurdan Rojen Barnas wekî helbestvanekî kurd dizanin. Lê kêm kes dizanin pirtûkeke wî ya çîrokan jî heye. Her wisa çîrokek wî ya balkêş jî. Em hinek balê bidin ser van her duyan.

Rojen Barnas bi navê xwe yê di nasnameyê de Mehmet Gemîcî li Farqîna Amedê hatiye dinê. Li gor nasnameyê sala bûyînê 1945 nivîsandine lê îhtîmala ku 44 an 43 be jî heye. Xwendina destpêkê û navîn li Farqînê, lîse û enstîtuya hîndekariyê li Amedê xwendiye. Di sala 1966'an de wekî hîndekarê koma edebiyatê dest bi kar kiriye û li hin dibistanên navîn û lîseyê yên li Farqînê kar kiriye.

Ji ber xebatên li nav sendîkayê ji Doza DDKO'ya Farqînê roja 5'ê gulana 1971'ê ji aliyê Îdareya Leşkerî ve hatiye girtin û ji vê dozê du sal ceza xwariye.

SERDEMA TÎRÊJÊ'

Barnas ku wekî kurdekî ji xwe bi kurdî dizanî, lê xebata wî ya li nav kurdî di sala 1979'an de dest pê dike. Payîza 1979'an beşdarî beşa kurmancî ya kovara Tîrêjê dibe. Hejmara yekemîn a Tîrêjê di meha berfanbara 1979'an de li Îzmîrê dertê, nivîsa wî bi gotineke din keda wî jî têde heye. Hejmara 2'yemîn û 3'yemîn di nava sala 1980'yî de li Îzmîrê dertê ku di wan de jî keda wî pir e; Û bi derbeyê re weşana kovarê radiweste. Paşê  hejmara 4'an a Tîrêjê li Swêdê derdikeve ku keda Barnas di vê hejmarê de jî heye. Û bi vê hejmarê re kovar tê girtin û bi 4 hejmarên xwe di nav dîroka kovargeriya kurdî de cih digire.

HELBEST Û ÇÎROKÊN WÎ

Nivîskar Barnas di Tîrêjê de helbestan, çîrokan û nivîsên mîzahî dinivîse. Bi Derbeya 12'yê Rezbera 1980'ê re xebata Tîrêjê radiweste û ew jî ji mecbûrî berê xwe dide Swêdê. Di meha tîrmeha 1982'yan de diçe Swêdê û çûyîn û ew çûyîn; hê jî li wir dijî. Lê li wir jî li ser kurdî xebata xwe didomîne, pirtûkan dinivîse.

TEKANE PIRTÛKA WÎ YA ÇÎROKAN

Rojen Barnas li Swêdê di nav koma kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de jî cih digire û xebatan didomîne.  Heta niha didu jê bend û gotar, yek jê li ser Farqînê, yên din helbest nêzî 10 pirtûkên wî çap bûne, lê di nav van de pirtûkek tenê a çîrokan e ku niha mijara me jî ev pirtûk e.

Ev pirtûka çîrokan a Rojen Barnas bi navê "Hingê" di sala 1997'an de li Swêdê ji Weşanên Nûdemê dertê. Di sala 2014'an de Weşanên Nûbiharê li Tirkiyeyê wê çap dike.

NAVÊN ROJEN BARNAS

Rojen Barnas dema di Tîrojê de bi gelek cureyên nivîsê re eleqedar e gelek navên cur bi cur bikar tîne. Serxas Arda, Ferîdûn Salar, Mihemed Qasim û Flît Totanî ew navên wî ne ku pê nivîs nivîsîne. Navê wî yê "Flît Totanî" ji bo nivîsên mîzahî bikar dianî, piştî Tîrêjê ew nav hinek domandiye lê paşê dest ji wî û navên din hemûyan berdaye û tenê Rojen Barnas bikar aniye. Pirtûka li ber destê me dema ji Nûdemê dertê jî bi navê Rojen Barnas dertê.

Di pirtûkê de 6 çîrokan cih girtiye, "Te vî zimanî ji ku anî" (Tîrêj, hejmar 1), "De Were Binivîse" (Tîrêj, hejmar 2), "Heft Xwezîl Bi Wan Roja" (Tîrêj, hejmar 3), "Şîfa Bi Xwedê Ye" (Tîrêj, hejmar 4) û "Ka Merivatî ma ye?" (Hêvî, hejmar 1) û "Hecî Mihemed Eliyê Qelşo" (Çira, hejmar 1). Barnas her çiqas ji bo "Hecî Mihemed Eliyê Qelşo" ne çîrok e jî, wekî bîranînek pêşkêş kiribe jî tehma çîrokê jê difûre.

KARAKTERÊN TAYBET

Di çîrokên din ên Barnas de jî tehmek xweş a çîrokan heye. Tehma çîrokên serdemek dertê pêş. Çîrokên wî bi zimanekî sade, fesih xwe nîşan didin. Karakter gelek sade, ji rêzê ne: Siloyê Sarê, Necat Efendî, Eliyê Şêx, Xebatkarê Hotel Kingê Tekîn, Mela Cemîl. Erê karakterên ji rêzê ne lê karakterên balkêş in ku çîrok jî pêre balkêş dibin.

Dema mirov li van çîrokên Barnas dinêre, dibêje xwezî nivîsandina çîrokan jî bidomanda, lê axir tercih a wî ye û bi helbestan xebata xwe ya wêjeyî domandiye û çîrok hiştiye bo hinên din.

- Hingê / Rojen Barnas / Weşanên Nûbihar / Çîrok / 2014 /80 rûpel


Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 09 06 2026

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helbestvan Azer Şiwêş: Helbest li ba min razeke ku ew raz bi dawî nabe

ad

Careke din Barselona: 3-1

ad

Xalid Meşal piştî 37 salan li ser axa xwe ye

ad

BDP dixwaze birê Hrant Dink bike mebûs

ad

W 'Romana Kurdî' nîqaş dike

ad

Roja Ziman: Va ne bajar bi bajar çalakiyên ji bo ziman

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname