Diyarname
Kovara dîjîtal a xêzeromanê GOG bi kurmancî û kirmanckî (zazakî) dest bi weşanê kir. Kovara ku xîtabî zarokên di navbera 7-14’an de dike di nava xwe de gelek karakterên dihebîne. Karakterên wekî “Lucky Luke” (ku wekî Red Kît jî tê nasîn), “Yakarî” yên biyanî, ji yên me “Qirix”, “Porsor” jî hene.
BIBIN ABONE
Kovara GOG di warê xwe de yekemîn de. Kovara ku ji 48 rûpelan pêk tê .i du zaravayên kurdî dest bi weşanê kiriye. Gerînendetiya Weşanê yê kovarê Îmam Cîcî ye û her wiha Dogan Guzel û Ender Ozkahraman jî di nav edîtoriya kovarê de ne. Kovar niha mehê carek dê wekî dîjîtal weşana xwe bidomîne û yên bixwazin ji ser malpera kovarê www.gog-weneroman.com re dikarin bibin abone. Mehane 12.5 TL, salane 250 TL ye.
KARAKTERÊN BIYANÎ Û YÊN KURD
Kovboyê navdar Lucky Luke, Yakariyê Çermsor ku bi sewalan re diaxive, Thorgal, Milo karakterên ku di kovarê de bi çîrokên xwe cih digirin in. Ji bilî ev karakterên biyanî, xêzkarê kovarê jî dê hebin. Ji wan Dogan Guzel bi “Qirix”ê xwe yê navdar, Ender Ozkahraman bi “Çîrokên Wê Derê”, Îmam Cîcî bi rêçeya “Ev kî ye?” di cih bigirin. Evdal Can ku Şahmaran xêz kiribû û navdar bûbû ev Şahmaran vê carê dê wekî xêzeroman derkeve pêşberî xwendevanan.
Çîrokek xêzkarê navdar ê îsraîlî Asaf Hanuka jî di kovarê de cih girtiye. Zanyarên ku dîroka mirovahiyê guhartine, çîrokên hunermendan, analîza xêzekarakteran, agahiyên il ser pirtûk, zanist û hunerê dê kovarê de hebin.
JI BO PÊŞXISTINA ZIMAN
Gerînendeyê Weşanên yê GOG’ê Îmam Cîcî dibêje ku zarokên bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin dê kovar ji bo pêşxistina zimanê wan bibe alîkar û van lê zêde dike; “Ji bo wan me qadek alternatîf û taybet ava kir. Di heman demê de nivîskar û xêzkarên kurd bi zimanê xwe dê hilberînê bikin û kovar dê platformeke serbixwe pêşkêş bike.”
Li gor gotina Cîcî kovar dê wekî dîjîtal dom bike, lê piştî demekê hedefa wan ew e ku wekî çapkirî jî bigihînin xwendevanan.
Ji bo hemû agahiyan:
www.gog-weneroman.com
**
Nivîsa Eleqedar:
- Kovara xêzeromana bi kurdî ya zarokan 'GOG' li benda alîkariyê ye
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


