logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Van lîstikan bixwînin û bilîzin: 'Lîstikên Gundê Tizyanê'

Pirtûkeke cuda li ber destên me ye: Pirtûka lîstikan, "Lîstikên Gundê Tizyanê".

  • Dîrok: 25/02/2021
  • Beş: Berhem

Diyarname

Pirtûkeke cuda li ber destên me ye: Pirtûka lîstikan, "Lîstikên Gundê Tizyanê".

Pirtûk ji aliyê Mem Mukrîyanî ve hatiye berhevkirin û amadekirin û ji Weşanên Wardozê derketiye. 

"Ji bo ku danûstandina di navbera me û zarokan de xurt bibe û em xwe bigihînin xem û xeyalên wan, gelek rê hen. Lîstik yek ji wan rêyan e." Nivîskar Mem Mukriyanî bi van gotinan dest bi pirtûka xwe dike û serboriya amadekirina vê pirtûkê vedibêje. Mukriyanî xwendevanan bi lîstikên ku dane hev û pêşkêş kirine dibe gundan û wan dide lîstin.

YEK BI YEK HEVDÎTIN PÊK ANIYE

Nifşê nû ne têde hemû nifşên berê yên kurdan her yek li gundê xwe bi lîstikan dilîst û bi wan lîstikan mezin dibûn. Bi hatina teknolojiyê re gelek ji wan lîstikan hatin ji bîr kirin, kêm ên ku nehatine ji bîr kirin jî êdî nayên lîstin. Û niha pirtûka li ber dest de wan lîstikan carek din bibîr dixe. Nivîskar Mukrîyanî çi lîstikên di bîra wî de bûn nivîsandine û paşê çûye gund carek din bi kesên li wir re daye û standine, carek din bi wan re li ser lîstikan xebitiye û ew lîstik temam kirine. Bi temamî dor du salên wî girtiye vê xebatê û di dawiyê de xebateke hêja diyarî arşîva folklora kurdî kiriye.

GELEK CUREYÊN LÎSTIKAN

Bi tam temamî 76 lîstikên gundê Tizyanê di pirtûkê de ligel wêneyên hatine xêzkirin cih girtine. Hemû lîstik çawa têne lîstin, kî, çend salî dilîzin heta kîjan demê têne lîstin hatine pêşkêş kirin. Ji 'Benkişandin', heta 'Çeroxanik', ji 'Dama' heta 'Kab', ji Nokê nîskê' heta 'Tertoq', 'Topika berfê', 'Topika dîk û mirîşkan' lîstik li benda xwendevan û li benda yên dixwazin carek din lîstikên zarokatiya xwe bilîzin di pirtûkê de ne.

ÇEND GOTIN LI SER GUND Û NIVÎSKAR

Gundê Tizyanê ku lîstik ji wir hatine berhevkirin gundekî Mêrdînê ye û 35 kîlometre li bakurê Mêrdînê dikeve. Ew jî wekî 32 gundên din yên Surguciyê (Ewîna) di bin desthilatdariya Hemî Ahmed Axayî de bû.

Nivîskar Mem Mukrîyanî di sala 1981'ê de li Tizyanê hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetî xilas kiriye. Ew karê berhevkariyê didomîne. Heta niha du pirtûkên wî derketine: "Ebando" (Çîrok, Weşanên Wardozê, 2017), "Folklora Ronahiyê" (Weşanên Wardoz, Folklor, 2018).

- Lîstikên Gundên Tizyanê/ Berhevkar û amadekar Mem Mukriyanî / Weşanên Wardoz / Folklor / 230 rûpel / 2020

Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 09 06 2026

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hevdîtina Serokomarê Fransayê û Hevserokê PYD'ê li dar ket

ad

Heyeta ewropî jî rastî astengiyên OHAL'ê hat!

ad

Ev masî bi 1,3 mîlyon dolarî hat firotin

ad

Êdî berhemên Helîm Yûsiv bi farisî jî tên xwendin

ad

Du pirtûkên zarokan derketin

ad

Di rojekê de 7 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname