Diyarname
Konferansa Zimanê Kurdî ku par li Amedê li dar ketibû îsal di navbera 19-22'yê vê mehê de li Hewlêrê li dar dikeve.
Konferansa yekemîn par li Amedê û ya duyemîn îsal li Hewlêrê bi beşdariya kurdên ji çar parçeyan li dar dikeve. Li ser xebatên konferansê Berdevkê TZPKurdî û delegeyê Tirkiyeyê Mehmet Şahin li ser konferansê agahî da Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA). Şahin got ku konferans ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan gaveke gelek girîng e.
Ji bakur dê Mebûsa BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane û Mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Adil Kurt (Zozanî), Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahin, zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Feratê Dengizî, ji perwerdekarên KURDÎ-DER'ê Vesfiye Akgul, Sebahattin Gultekin û Ayşe Navru wekî delege beşdarî konferansê bibin.
Berdevkê TZPKurdî Şahin got ku di konferansê de wê li ser kurdî nîqaşê bikin û armanc ew e ku di konferansê de yekîtiya neteweyî çêbikin.
Şahin got ku li çar parçeyan kurd alfabeyên cihê bikar tînin û di vê konferansê de dê vê mijarê nîqaş bikin, her wiha dê li ser parastina zavarayan jî nîqaş bê kirin.
Her wiha Mehmet Şahin got ku ewê li ser pirsên wekî polîtîkaya me ya li ser ziman çi ye, rola ziman çi ye, girîngiya ziman çiy e, ji bo parastina ziman û pêşxistina wê divê rêyeke çawa bê bikaranîn, ji bo ziman ber bi standardiyeke ve biçe divê çi bê kirin, dê nîqaş bê kirin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


