Diyarname
Ma kî ew kaset bikar neanîne? Kasetên ku bi deqeyan, deh deqeyan, saetan bi rêya wan me li stranan guhdarî dikir. Kasetên teyban. Kasetên ketine nava walkmenan. Erê ew ê ku ev kaset îcat kiri, kesê bi navê Lou Ottens di 94 saliya xwe de mir û dîrokek li dû xwe hişt.
Lou Ottens roja 21'ê pûşpera 1926'An de li Bellingwolde ya Hollandayê hatiye dinê. Ji zarokatiya xwe ve meraqdarê teknolojî û tamîrkariyê bûye. Di ciwaniya xwe, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji bo bi dizî weşana "Radio Oranje" guhdarî bikin radyoyeke çêkir. Piştî şer beşa endazyariya makîneyê xwend. Di sala 1952'yan de xwendina xwe temam dike û di kompaniya Philipsê de dest bi kar dike.
Philips biryar dide ku kasetê xwe çêbike û Ottens li ser dixebite. Darek ku bi qasî bikeve bêrîka wî jê dike, dike bêrîka xwe û li gor wê dest bi xebatê dike; ev yek dibe yekem kasetê dikarin bikin bêrî û bi xwe re bigerînin hat qebûlkirin. Ev modela kasetan EL 3300 ji bo wan dibe gava pêşî. Ottens ji bo kaset û pêşxistina teyban komek ji 12 kesan pêk tê bi rê ve dibe. Kom dema dixebitî sûde ji agahiyên ji Eindhoven ku nêzî wan bû dihat sûde digirtin.
Philips sala 1961'ê de li IFA Berlînê kasetê dide nasîn û rastî eleqeyeke mezin tê.
Sala 1969'an de Lou Ottens dibe Dîrektorê Philips Hasseltê. Fabrîkeya Hasselt berê xwe dide çêkirina pergala kasetan û ev beş mezin dibe, 5 hezar xebatkarên wan çêdibin. Ottensê mucît heta malnişîn dibe li Philipsê dixebite.
Li gor nûçeya BBC Ottens roja 6'ê adarê li gundê Duizel a eyaleta Brabanta Bakur a Hollandayê miriye.


