Diyarname
Bi navê "Dîalog" portaleke nû dest bi weşanê ku kir ku ew dê li ser şano û performansê nivîsan biweşîne.
Pêşengiya xebatê lîstikvan û derhênerê şanoyê Mîrza Metîn dike. Di portalê de nivîsên li ser şano, dans û performansê, hevpeyvînên li ser van beşan dê bêne weşandin.
Portalê roja 27'ê adarê ku Roja Şanoyê ya Cîhanê ye dest bi weşanê kir. Nivîsên ku niha hatine weşandin ev in:
- Berfîn Zenderlîoglu “Honakeke ‘Tarî’ ya Xwe Spartî Neliheviyan: Macbeth”
- Zelal Angay: “Forsa Şerko û Forsa Godot: Li ser şanonameya Forsa Şerko vekolîneke cerribandinê”
- Berrî Shemdîn: “Govend Katharsisa Kurdan e”
- Şalîko Bêkes: "Pêşiyê pere, paşê kultur"
- Sîrwan Rehîm: Zindîkujê mirîperest
- Yusuf Unay: “Têkiliya Kereng û Hunerê”
- Marî R. Rostamî “Mem û Zîn û Destpêka Şanoya Kurdî li Başûrê Kurdistanê” (Wergera ji îngilîzî Fexriya Adsay)
Her wiha Pelda Bal jî bi lîstikvan, derhêner û nivîskarê şanoyê Îhsan Arat re li ser şano û şanogeriya kurdî, li ser damezirandina Tiyatro Rîtûlê û bandora pandemiyê li ser şanoyê hevpeyvînek çêkiriye.
Ji bo yên bixwazin lê binêrin:
dialogkovar.com


