Diyarname
Pirtûkeke nû ya nivîskar Çorê Arda bi navê "Rexne û Rexnegirî" derket. Pirtûka ku ji Weşanxaneya Belkî derketiye nivîsên rexneyî yên li ser gelek pirtûkan di nava xwe de dihebîne.
Nivîskarê malpera me Diyarnameyê Çorê Arda bi pirtûkeke xwe ya nû li pêşberî xwendevanan e. Pirtûk ji Weşanxaneya Belkî nû derket. Arda ku berê du romanên wî bi navê "496" û "Roman" ji Weşanxaneya Belkî derketibûn vê carê pirtûkek rexneyî weşand.
REXNEYÊN XWESER
Rexnegir barê zanînê û teoriya zanînê, barê heqîqetê, rastiyê, objektîfbûn û sûbjektîfbûnê hildigire ser milê xwe û vediguheze hîmekî qerase yê teoriya şîrovekirin û zanînê. Rexnegir xwediyê otonomekê ye. Bi vê xweseriyê nivîskar Çorê Arda bi zimaneke rexneyî pirtûk girtine dest û nirxandine ku ew vê xebata xwe didomîne jî. Arda bi vê xebata xwe dilopek din a rexneyî xistiye nava qada pirtûkên rexneyî yên kurdî ku di vî warî de valahiyeke mezin heye.
Çorê Arda ku ev demek dirêj e nivîsên xwe yên nirxandinî yên li ser gelek pirtûkên cur bi cur di Diyarnameyê di diweşîne, ji wan nivîsan ev pirtûka rexneyî amade kir û da ber xwendevanên eleqedarên mijarê.
Di pirtûkê de bi dehan gotarên ku wî serê xwe pê êşandibûn, nirxandibûn û dabûn ber bala xwendevanan, vê carê wekî pirtûk dixe nav arşîva kurdî û dide ber eleqedarên ku niha û dema bê dê li ser bixebitin.
NIVÎSKARÊN PIRTÛKÊN WAN HATINE NIRXANDIN
Di pirtûkê de pirtûkên nivîskarên wekî Asya Xerzan, Alî Duran Topuz, Bahoz Baran, Bajar Mîrzeman, Berken Bereh, Berfo Barî, Bextiyar Elî, Ciwanmerd Kulek, Cîhan Roj, Çîya Mazî, Dilawer Zeraq, Elîxan loran, Emerîkê Sidîqayê, Fatma Savci, Fırat Cewerî, Fewzî Bîlge, Gulîzar, Helîm Yûsiv, Hesenê Metê, Hesen Kizilcî, Hişyar Aydin, H. Kovan Baqî, Îrfan Amîda, Îlhamî sîdar,Îsmaîl Dîndar, Jan Dost. Janez Sar, Kîbar Krîstîn Ozbey, Lokman Polat, M. Zahîr Kayan, Meral Varişli, Mirad Bayram, Mervan Serhildan, Mihemed Mukrî, Mihemed Ronahî, Nûdem Hezex, Omer Dilsoz, Receb Dildar, Rêdûr Dîjle, Rênas Jiyan, Rizgar Elegez, Sadiq Ûskan, Selîm Temo, Sîdar Jîr, Şener Ozmen, Şêrzad Hesen, Şêxo Filîk, Tahir Taninha, Tosinê Reşîd, Yaqob Tilermenî, Yeqîn H., Yildiz Çakar, Welat Dilken hatine nirxandin û kirine mala qada rexneya kurdî.
ÇORÊ ARDA KÎ YE?
Çorê Arda di sala 1979'an de li Herêma Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û l îse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor de derketine. Arda ji destpêka 2019'an di Diyarnameyê de qunciknivîkarî dike. Ew di quncikê xwe yê bi navê "Bêwate" de nivîsên xwe yên nirxandinî pêşkêşî xwendevanan dike.
Berhemên wî
- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman
- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman
- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî


