Diyarname
Navenda Giştî ya HDP'ê ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.
Di peyama ku bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayîp Temel hatiye belavkirin de hatiye gotin ku rojnamegerên kurd wekî duh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansur, tirsandin û gefan tu carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin.
Temel gotiye li her derê rojnamegerên kurd faşîzmê nas nakin, bi serfirazî têkoşîna xwe dimomînin û wisa dawî li peyamê aniye: "22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li danerê çapemeniya kurdî Mîqdad Mîthed Bedirxan û hemû kedkarên çapemeniya kurdî pîroz be. Di vê rojê de em di serî de Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr Huseyîn Denîz û hemû şehîdên çapemeniya kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîreweriya wan û mîrateya wan a berxwedanê bejna xwe ditewînin."


