Diyarname
Hunermendê kurd ê ji Rojhilat Mihemed Fatihî ji ber ku li Hewlêrê li kuçeyan stran digot hat binçavkirin û rojek paşê hat berdan.
Li gor agahiyên ku rojnameger Şaswar Mame ji ser hesabê xwe yê twittirê re belav kirin, êvara 27'ê hunermendê ji Rojhilat Mihemed Fatihî li Kolana Îskanê ya Hewlerê dema stran digot hatiye binçavkirin. Fatihî ev nêzî mehek bû li kolanê wekî "stranbêjên li kolanan" stran digot û lê êvara 27'ê gulanê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Hat gotin ku rojek paşê (28'ê mehê) "bi şertê ku êdî li ser kolanê stranan nestrê" hatiye berdan.
Stranbêj Mihemed Fatihî ji Rojhilat, ji bajarê Sineyê ye. Ev 27 sal in ku ew karê hunermendiyê dike. Wî heta niha gelek stran gotine lê 26 jê stranên wî bi xwe ne.


