logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Îstatîstîkên 'EURO 2020'î

Li ser Euro 2020 hin îstatîstîk, hin rekorên nû û daxwaza hin serketinan... Vane hin îstatîstîk:

  • Dîrok: 08/06/2021
  • Beş: EURO 2020

Diyarname

Li ser Euro 2020 hin îstatîstîk, hin rekorên nû û daxwaza hin serketinan... Vane hin îstatîstîk:

PERE DAXISTIN

UEFA'yê eşkere kiribû ku di Tûrnûvaya EURO 2020'î de dê 371 mîlyon Euro pere wekî diyarî belav bike Lê ji ber pandemiyê ev pere daxist. UEFA'yê eşkere kir ku dê 331 mîlyon Euro pere belav bike. 

Her welatê beşdarî kûpayê bibe dê 9.25 mîlyon Euro bigire.

Her tîma bi ser bikeve dê mîlyonek Euro ji bo serketina wê maçê bigire, ji bo wekheviyê 500 hezar Euro. Tîmên ji koman derkevin dê 1.5 mîlyon Euro, yên derbasî çarîk fînalê bibin dê 2.5 mîlyon Euro bigirin. Her wiha tîmên herin nîv finalê dê 4 mîlyon Euro û tîmên herin finalê jî dê 5 mîlyon Euroyê bigirin. Li aliyê din tîma ku bi ser bikeve dê 8 mîlyon Euro pere bigire. Bi vî awayî tîma bibe şampiyon dê 25 mîlyon Euro bibe mal.

RONALDO LI DÛ REKORAN E

Cristiano Ronaldo ji sala 2004'an ve her di Tûrnûvayên Ewropayê de lîstiye. Di vê tûrnûvayê de dê li dû 3 rekoran be.

Heta niha di Tûrnûvayên EURO de Michel Platini bi 9 golan lîstikvanê herî zêde gol avêtibû. Ronaldo ku di sala 2016'an de ligel tîma xwe Portekîzê bûbû şampiyon di warê golan de bûbû şirîkê Platînî. Ronaldo ger di vê tûrnûvayê de tenê golek jî biavêje dê rekorê bi dest bixe. Ronaldo di Euro 2004'an de 2, Euro 2008'an de 1, di Euro 2021'yan de 3 û di Euro 2016'an de 3 gol avêtibû.

Ronaldo heta niha di hemû tûrnûvayên beşdar bûye de gol avêtiye, ger di vê de jî golek biavêje di vî warî de jî dê bibe xwedî rekorê ji be r ku di 5 tûrnûvayan de jî golan diavêje.

Di van tûrnûvayan de lîstikvanên Spanyayê Xavi û Fabregas herî zêde maçan de bi ser ketine. Ew ligel tîma xwe di 11 maçan de bi ser ketine. Ronaldo bûbû şirîkê wan, niha carek jî bi ser bikeve dê rekorê wan jî bişikîne.

REWŞA GRIZMAN

Lîstikvanê fransiz Grizman di tûrnûvayê de heta niha 6 gol avêtine. Ger bikaribe 3 golan biavêje ew jî dê bigihîje rekora Platini.

BELÇÎKA XWE NÎŞAN DIDE

Belçîka di rêza FIFA ya dinyayê de di rêza yekemîn de ye û bi lîstikvanên serketî tê tûrnûvayê. Belçîka herî dawî di sala 1982'yan de serketin bi dest xistibû ew jî bûbû duyemîn. Tîm bû 5 caran beşdarî Şampiyoniya Ewropayê dibe. Di bin pêşengiya Kevin De Bruyne ku îsal li Îngilistinê wekî Lîstikvanê Salê hat hilbijartin dixwaze bi ser bikeve. Belçîka ji Koma I hat tûrnûvayê ku di 10 maçên koman de, di hemû maçan de bi ser ket. Belçîkayê di Koma I de tam 40 gol avêtin û tenê 3 gol xwarin.

YILMAZ Û TUFAN

Ji aliyê lîstikvanên Tirkiyeyê ve jî îstatîstîkek heye. Burak Yilmaz û Ozan Tufan, ger di vê tûrnûvayê de ew golan biavêjin dê rekorek li ser navê Tirkiyeyê bigirin. Heta niha di du tûrnûvayên cuda de tu lîstikvanekî tirk gol neavêtiye. Ger ji van yek golek biavêje dê bibe lîstikevanê ku di du tûrnûvayên cuda de gol avêtiye.

10 TÎMÊN BI HÊZ

Rojnameya îngilîz The Guardian tîmên favorî yên Euro 2020 eşkere kirin. Rojnameyê 10 tîmên herî bi hêz wisa rêz kirin:

1- Fransa

2- Almanya

3- Belçîka

4- Îngilistan

5- Tirkiye

6- Portekîz

7- Îtalya

8- Danîmarka

9- Çekya

10- Spanya

Li aliyê din oranên ji bo serketinê hatin eşkere kirin. Berevajî Guardinê di nav van oranan de Tirkiye nîn e. Fransa bi 4.6 di rêza yekemîn de ye. Va ne ew oran:

Fransa: 4. 60

Îngilistan: 5.00

Belçîka: 7.00

Hollanda 8.00

Almanya: 8.25

Spanya: 8.50

Îtalya: 12.00

Portekîz: 12.00

KOMA F DIJWAR E

Koma F koma herî dijwar e ji ber ku li vê komê Fransa heye, di Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê de ew bûbû şampiyon. Portekîz heye ku di Euro 2016 de ew bi ser ketibû. Almanya heye ku di sala 2018'an de ew bi ser ketibû. Tîma din a vê komê jî Macaristan e. Her sê tîmên navborî favoriyên tûrnûvayê ne. Serketina wan dê şikil bide tûrnûvayê.



Parve Bike

Youtube Me
EURO 2020 - Nivîsên Dawî
news
  • 11 07 2021

Waye fînal hat

news
  • 11 07 2021

Dema fînalê hat: Dante yan Shakespeare? Kîjan dê bi ser bikeve

news
  • 11 07 2021

Îngilistan di çemê penaltiyan ê Îtalyayê de xeniqî

news
  • 08 07 2021

Îngilistan yekem car li fînalê ye

news
  • 07 07 2021

Fînalîstê yekemîn diyar bû: Îtalya

news
  • 05 07 2021

Hakêmên fînal û nîvfînalê diyar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser başûrê Kurdistanê hin îstatîstîk û nirxandinek

ad

Arsenalê bi kûpayê dest bi salê kir

ad

AKP û MHP'ê nexwest Roboskî bê lêkolînkirin

ad

‘Aqilê sivik barê giran’ derket

ad

Li Culemêrg û Tetwanê du kormişkên nû hatin kifşkirin

ad

Baydemir rastî 'faşîst'an hat!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname