Diyarname
E-kovara çanda populer POPKURD bi hejmara xwe ya 9’an li pêşberî xwendevanan e. Popkurdê par di meha 9’an de hejmara xwe ya 8’an derxistibû, vê hefteyê hejmara xwe ya nû ya 9’an pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Kovar ji aliyê populerbûnê ve li ser mijarên di çarçoveya wêje, sînema, şano, muzîk, futbol û tîştên din de weşana xwe dike. Kovarê vê hejmarê hunermend Aynur Dogan kiriye berga xwe. Yek ji edîtorên kovarê Leyla Ozkaplan ligel Dogan hevpeyvînek kiriye. Dogan dibêje, "Hewceye em ji bo yên piştî xwe riyeke nû vekirin". Hunermend qala zehmetiyên muzîkaran jî dike û dibêje, "Tevî van hemû zehmetiyan dîsa jî hejmareke cidî ya muzîsyenan heye ku hay ji guherînan hene û dinyayê dişopînin lê ji bo van kesan kategoriyeke diyarkirî tune ye. Lewma di cîhana global a muzîkê de riyeke zor û zehmet li pêş me
heye. Zor û zext, qedexe, bêxwedîtî, bêîmkanî û bêpergalî… Helbet ji ber van tiştên neyînî mirov nikare qala guherînên mezin bike. Bifikrin ku gelek muzîsyenan ji ber van zehmetî û bêîmkaniyan karên xwe berdan heta hin ji wan nikaribûn dest pê jî bikin. Lijgel van hemû kêşe û kêmasiyan jî muzîka kurdî li ber xwe da û niha jî li ber xwe dide. Ev bi tena serê xwe jÎ tişteke gelek girîng e."
Di e-kovarê de li ser podcasterên kurd, li ser malpera Tirşikê, li ser Clubhouse, her wiha di edebiyanê de jinên kurd nivîs hatine weşandin.
Her wiha Mehmet Bilen, Brûsk Aryan, Dr. Rodî Zanyar û Mistefa Çelebî jî bi nivîsên xwe ked daye kovarê.
Ji bo yên bixwazin bixwînin:
-POPKURD - HEJMAR 9