Yaqob TILERMENÎ
Ji destpêka Kûpaya Ewropa ya futbolê û vir ve ye ez li gora derfetan li maçan temaşe dikim. Ji maçên pêşîn û vir ve gihîştim qeanetekê ku lejên (maçên) navbera hemû tîman dê bi encamên surprîzî eşkere bibin. Jixwe di tûra duyemîn de ev encam derketin û derdikevin jî. Qezenckirina Danîmarkayê, Komara Çekê, Belçîkayê û Swîsreyê vî tiştî erê dike.
Her çiqas welatên serkêş ên berê di futbolê de li gora derfetên xwe yên aborî pêşeng, bi bikaranîna van derfetan ew li pêş û xurt xuya bin jî, hêza mirovên futbolîst û hin surprîz encamine dîtir bi me re parve dikin. Hingê futbolhez ji ber van encamên surprîzî bi awayekî dîtir li maçan temaşe dikin û dibin xwedî kêfeke dîtir. Ez bixwe jî herî bêtir ji vê hêla futbolê hez dikim.
Beriya bi salan di kûpayên Cîhanê û Ewropayê de her carê tîmên welatên biçûk (li gora qada erdnîgariyê) û hin tîmên welatên ji Yekîtiya Sovyeta berê li ber çavên cîhanê şekalên xwe davêtin nava qondereyan (!) û ji gelek temaşevanan piştgirî werdigirtin. Xirwatistan, Belçîka, Avusturya, Swîsre hin ji van welatan in. Helbet hin tîmên Asyayî, Afrîkî û Amerîkaya Latînê jî dikevin vê kategoriyê, lê ji ber ku mijar kûpaya Ewropayê ye em niha paxavê bi wan nakin. Xirwatistan û Avusturya digel berxwedaneke bêhempa jî di vê tûrê de bi ser neketin, lê Belçîka û Swîsre bi serkeftinên xwe piştgiriyeke baş ji futbolhezan wergirtin.
BERXWEDAN AXIRWATISTANÊ
Xirwatistaniyên ku hin kes wan wekî merivên Kurdan dihesibînin, bi têkçûna xwe hinekî kêf li mirov şeriqand, lê her wiha bi têkoşîna xwe ya 120 deqeyan (3-5) îsbat kirin ku ew tîmeke xurt in û futboleke çêjdar pêşkêşî futbolhezan kirin. Heman encam di navbera Îtalya û Avusturyayê de jî hate bidestxistin (2-0) û Îtalya jî fena Îspanyayê di deqîqeyên dirêjkirî de gihîştin serfiraziyê. Ancax, mirov nikare ji bo şampîyonê Ewropayê yê dawî, Portekîzê heman tiştan bibêje. Bi lîstika xwe çêjeke xweş nedidan temaşevanan û bi vê jî dawî li hewldana xwe anîn. Digel ku Ronaldo li ser navdariya xwe bi avêtina golan rekorên xwe nû kir jî, hewldanên wî têra tîma Portekîzê nekirin.
TEMAŞEKIRINA MAÇAN LIGEL KEÇÊN XWE
Ji destpêkê ve ez bi maçên Tirkiyeyê ve kêfxweş dibûm. Hersê maçên wê jî, ez û herdu keçên min li ber televîzyonê didan rûniştin. Min û keça xwe ya mezin Şarezînê alîgiriya tîmên raqîb (Îtalya, Galler, Swîsre) dikir, lê keça min a pênc salî Yezdayê bi alîgiriya tîma Tirkiyeyê tê nedigihîşt ku bavê wê çima ne ligel wê ye û piştgiriya tîma Tirkiyeyê nake. Her carê digot, "'Bavo, ma tu j'min hez nakî? Tu'j Tirkiyeyê...". Ew zarokek e, nêzîkî du salan e hatiye Swîsreyê û her tiştên aîdî Tîrkiyeyê, aîdî xwe jî dibîne. Zaroka pênc salî ji ku dizane ku pergal ji wê tîmê re sirûda şerî amade dike, bi reklama makarnayê heqaretan li welatekî dîtir dike, futbolîstên wê pir bi hêrs û êrîşkar in û meseleya futbolê vediguherînin meseleya li qada cengê û hwd. Bi vî awayî jî zorê li mirovên temaşevan dikin ku hemû pevgirêdanên hestyarî hilweşe û mirov tîma welatê xwe wekî tîmeke dijber bihesibîne.
* * *
Ez dixwazim bi minasebeta futbolê serkeftîbûna Swîsreyê têkîldarî jiyana vî welatî hinekî beramber bikim û bi xwîneran re parve bikim.
Swîsreya ku di navbera pênc welatên wekî Almanya, Fransa, Îtalya, Avusturya û Liechstenteinê de wekî welatekî erdnîgariya wê biçûk, xwedî heşt mîlyon nifûs, %40'ê wê penaber, bi çar zimanên fermî, xwedî rêveberiyên 26 kantonên serbixwe û federalî ye, ji bo navdarî û serkeftîbûna xwe girîngiyê dide gelek sporên wekî kaşûn, biskilêt, avjenî, tenîs, futbol, beza û hwd jî. Jixwe mijara me ya navborî kûpaya Ewropayê ye û di vê tayê de em ê li ser futbola Swîsreyê û leja wê ya bi Fransayê re çend nirxandinan bikin.
Wekî tê zanîn welatê Swîsreyê yê li nava welatên Cîhanê ji hêla Bextewariya Mirovan di rêza 3'yemîn de cihê xwe digire, di sala 2019'an de jî di kûpaya UEFA'yê de bûye 4'emîn, du caran jî di fînala çarîk a Ewropa û Cîhanê de lîstiye. Swîsreyê maça xwe ya yekemîn di 12'ê Sibata 1905'an de li Parîsê bi Fransayê re lîstiye û li hember Fransayê 1-0 têk çûye. Ji wê çaxê heta maça xwe ya dawîn ku 28'ê Hezîranê hate lîstin, 116 sal derbas bûye û bi têkbirina Şampîyonê Cîhanê yê dawî re jî pêşketina xwe tacîdar kiriye.
Swîsre destpêka tûrnûvayê li hember Galler û Îtalyayê zeîf xuya dikir, lê bi futbola xwe ya li hember Tirkiyeyê wekî qalikê pîvazê vegeriya ser hesinê xwe yê berê. Di wê maçê de Shaqiriyê ku maçên din sist bû, dîsa wekî navdariya xwe tevgeriya û bi hevalên xwe yên tîmê re gaveke pêşdetir derketin. Ji ber van zîgzagan wekî tîmekê baweriyeke xurt bi mirovan re çênekir. Her kesî ji ber şampiyonî û performansa Fransayê bi teqezî li bendeyî têkçûneke encamcuda bûn. Lê Swîsre bi performansa xurt a hemû futbolîstên xwe ev hêvî giş piştî leja du saetan tune kir. Dikarim bibêjim ku Shaqiriyê ku hemû çav li ser bûn, bi lîstika xwe hêzek neda tîma xwe û bi biryara guherandina teknîk dîrektor Vladimir Petkoviçî re rê li ber serkeftinekê vekir. Şefê ku wekî Vlade tê zanîn bi eslê xwe boşnak e, hemwelatiyê Xirwatîstan û Swîsre ye û sedema herî berbiçav a serkeftina futbola Swîsreyê ye. Çawa ku Vlade penaber e, bi heman awayî zehfên futbolîstan jî fena wî ne. Jixwe dema pêşkêşiya xwendina sirûdan mirov dikare bi hêsanî bibîne ku Vlade û gelek futbolîstên wî sirûda netewî nabêjin û ev ji bo tu kesan jî nabe pirsgirêkeke berbiçav.
Swîsreya ku bi Sommer, Rodriguez, Xhaka, Shaqiri, Elvedi, Freuler, Zuber, Seferoviç, Akanji, Embolo û Widmer dest bi lejê kir digel êrîşên xurt ên Fransayê di deqeya 15'an de bi xola Seferoviç re hevsenga dijberê xwe xera kir û bi êrîşên jinişkêvî armanca xolavêtina Fransayê di serdema pêşîn de asteng kirin. Futbolîstên Swîsreyî ku li ser gîhayên hêşîn ên hewş û eraseyên futbolê gihîştine, xweşiya welatên xwe yên bi keskahiyê ve rapêçayî bi têkoşîna xwe nîşan dan.
Serdema duyemîn ku piştî 6 deqeyan (deqeya 51) bi qezenckirina penaltiyê hêza Swîsreyê derxist lûtkeyê, bi neavêtina xolê ya Rodriguezî hêvî hinekî sar kirin. Û piştî 6 û 8 deqeyan (deqeyên 57. û 59.) du xolên Benzema kirin ku mirov ji binî ve têkçûna Swîsreyê qebûl bike. Vlade yê ku hesabên xwe baş li hev anîn, Shaqiri û Widmer ji maçê derxistin û li dû 6 deqeyan jî Vargas û Fassnacht tev li maçê kirin. Jixwe ev veguherîn weke serûmekê hêza tîmê derxist pêş û Seferoviç di deqeya 81 de xoleke din avêt, encam anî 2-3'yan. Li dû wê bi 2 deqeyan Gavranoviç bi çargavî beziya û xolek avêt, lê xola wî ji ber offsaytê bi avê de çû. Bi tevlêkirina Mehmedî re tîm bû weke lehengê kartonfilmê Voltranî. Yanî Voltran tîm kir weke hesinê nayê tewandin û pê re jî Gavranoviç di deqeya 90'î de xoleke jiyanî avêt û xola wî kete xwê, encam jî bû 3 û 3. Her çiqas Comanê Fransez ê bêhempa derbek li gogê da ku gog ji navika dilê beştê kelehê vegeriya, êdî berê lejê ket ber bayê dema dirêjkirî. Swîsre jî weke hemtayên xwe Xirwatîstan û Avusturyayê hêviyên xwe di şerbikê demê de çandin. Ew hêvî bi xwêdanrijandina 30 deqeyên dirêjkirî şîn nehatin û ew radestî sînga bextekî nû kirin. Ji lewre dora penaltiyan bû û ti caran mirov nikare texmîna avêtin an neavêtina xolan ji futbolîstan bikin. Çinku futbolîstên heŕî navdar ên Cîhanê jî li dû 2 saetên westiyayî û li ber çavên bêhejmar ên mirovan di bin zexteke dijwar de dimînin. Îcar ger destê siûdê li pişta wan be, bi hezaran temaşevan bi dengê bilind wan pîroz dikin, ger na li ber çavên temaşevanan dibin kesên şûtûrût û belengaz.
Hasilî; bi dor Gavranoviç, Pogba, Schar, Giroud, Akanji, Thuram, Vargas, Kimpembe û Mehmedi 9 golên xwe di tora kelehê de cit kirin û dor hat ser Mbappeyê ku yek ji kedkarên herî baş ê tûrnûvayê. Qedera encama ku hat li ber lingên wî rawestiya, derfet neda ku şens destên xwe li pişta wî bixe û ew li ber çavên gelek temaşevanan daxist asta herî nizm, ji ber ku wî mirazê wan di qirika wan de hişt.
Îcar; bi qasî hewldan û keda futbolîstên Swîsreyê, biryarên birêvebirin û guhertinên di wextê xwe de yê Valdeyî berê encama serfiraziyê vegerand ser Swîsreyê û beramberî vê jî derxistina Griezmann, Coman û Benzema ji teref teknîk dîrektor Didier Deschamps ve baskê Fransayê hinekî şikenand. Coman, Benzema, Mbappe maçeke kêfdar di çavên futbolhezan de bi cih kirin. Her wiha futbolîstên Swîsre giş û bi taybetî Seferoviç, Gavranoviç, Sommer û Vargas mohra xwe li şeva dirêj xistin. Sommer di deqeya 119'an de nehişt ku Giroud xolê bavêje, her wiha sîleyek li şûta penaltiya Mbappe da û tîma welatê Swîsreyê gihand cem stêrkan.
Mirov dikare der barê Swîsreya cihêreng de gelek tiştan bibêje. Her wiha maça bi Fransayê re dikare bibe cihê gelek nirxandin û şîroveyên balkêş, lê her nivîsek jî kapasîteyek wê heye û divê were temamkirin: Futbol, her wiha lîstikeke cihêrengiyan e jî...
29.06.2021/Swîsre
***
Nivîseke din a Yaqob Tilermenî ya li ser Euro 2020:
- Goga pêyan ango hezkirineke mirovî
***
Nivîseke eleqedar:
- Dîkan penîr xwar, bi jehrî ketin!