Diyarname
14’emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal di navbera 6-11’ê tîrmehê de li salonan li dar dikeve. Îsal Mevana Rûmetê ya festîvalê Eliane Raheb ye ku hefteyên borî li Berlinayê Xelata Teddy girtibû.
Festîval îsal nûbûneke dike û bi belgefîlmên ku heta niha di Documentarist de xelat girtine dest pê dike. Ev dokumenter di navbera 3-9’ê mehê de li ser platforma Sahneportê.com re dê bêne nîşandayîn. Piştî vê dê Documentarist bi awayekî normal dest pê bike.
Di nav bernameya Documentaristî de belgefîlmên ji Tirkiyeyê û ji derveyê Tirkiyeyê dê bêne nîşandayîn.
Belgefîlmkara ji Lubnanê Eliane Raheb ku li Berlinayê bi belgefîlmê xwe “Miguel's War” (2021) deng veda û Xelata Teddy girt dibe mêvan. Festîvalên wekî Rotterdam, San Sebastian, Berlinale jî di nav de li gelek festîvalan belgefîlmên wê hatine nîşandayîn. Ew di belgefilmên xwe de balê dikişîne ser rewşa civakî ya Lubnanê, travmayên serdema nû û rûbirûbûna meseleyan. Derhener Raheb ku di heman demê de li Beyrûdê belgefîlmkareke serbixwe û avakara Beirut DC ye ligel fîlmê xwe yê dawî, bi fîlmên xwe “Uykusuz Geceler/Şevên Bêxew” (Sleepless Nights, 2012) û “Geride Kalanlar/Yên li dû man” (Those Who Remain, 2016) dibe mêvana festîvalê.
Di nav bernameya Documentarist de beşa “XR: Serîhildana Dijtêkbirinê” heye ku belgefilmên li ser qeyrana ekolojî ya gerdûnî, belgefîlmên têkoşîna dij kapîtalîst a di vê çarçoveyê de, dê bêne nîşandayîn.
Di beşa Panoramaya Tirkiyeyê de beşek berfireh heye ku belgefîlmên wê ji nav dor 150 belgefîlmî hatine neqandin. Di vê beşê de fîlmê ku derhêner yekem an duyem belgefîlmê xwe kişandiye bi xelata “Xelata Johan van Der Keuken ya Jîrekiyê” têne xelat kirin. Îsal di nav juriyê de derhênerê Akademiya Çandê ya Tarabyayê Pia Entenmann, sazkar Armagan Lale, nivîskara sînemayê Ayça Çiftçi, nivîskarê muzîkê û akademîsyen Feyzi Erçin û Ardin Diren ê ku par ev xelat girtibû heye.
Di beşa Panaromaya Navneteweyî de jî gelek belgefîlmên ku hatine neqandin dê derkevin pêşberî temaşevanan.
Belgefîlmên Documentaristê îsal dê li Muzeya Perayê, Navenda Çanda Fransiz û li Arterê bêne nîşandayîn.


