logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Em çima ne pîşesaz in?

Em civateke rêncber in. Pîşesazî layîqî me ye. Û em dikarin vî gewherî zeft bikin. Wekî tê zanîn warê kurdan rengîn e. Ç

  • Dîrok: 30/07/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ehmed PELDA

Em civateke rêncber in. Pîşesazî layîqî me ye. Û em dikarin vî gewherî zeft bikin. Wekî tê zanîn warê kurdan rengîn e. Çiyayên bilind, gelî û newalên kûr, deştên bêsînor, avzêyên çem û rûbaran kar û barekî hêja û girîng daye ser milê me kurdan. Ji bo her cure sewalvaniyê cih û warên zengîn hene. Her wiha ji bo çandiniya dexl û dan, bax û bostan û dar û beran jî derfetên bêhempa hene.

Kal û bavên me jîr û jêhatî bûn. Bi destekî di navbera deşt û zozan de koç kirine û xwedîkirina sewalan re şev û roja xwe derbas kirine. Bi destekê jî di nav zevî, bax û bostanan de keda dest û milan dane, xwêdana eniya xwe rijandine.

Jiyaneke du bineyî her gav bûye warê bicihbûnê. Geh konên zozanan, geh jî xaniyên gund li gor demsalan malovanî kiriye. Amûr û alavên her malê li gor xebatên zemîn û zeman ji hev cuda ne. Ji bo gund, zeviyan, bax û bostanan alav û amûrên cihêreng, cur bi cur ji hesinan, ji daran, ji bafunan, ji sîman û hwd. hatine çêkirin ku wekî hewcedariyên çandiniyê, cotkariyê xizmet dikin. Li hêla din jî ji bo pez dotinê, çêkirina mast, rûn, toraq, penêr û dîsa karê pezbirînê hilgirtina hiriyê, şûştin, zuhakirin, şehkirin wê di ber re çêkirina kulavan, nivînan, rêstandin û darxistina tevnan, çêkirina xalîçe, carcim, kilîm û hwd. Bi jin û zarok, keç û xort, kal û pîr ango her kes li gor xwe beşdarî kar û xebatan dibin, wekî beşek hilberînê mijûlahiya xwe pêşkêş dikin.

Civata me çawa li gor rengînî û cudahiya zemîn û erdê Kurdistanê karê xwe beş dike, li gor demsalan jî par ve dike. Çawa biharê dest bi karê nû tê kirin, ango ji tov reşandinê, ji çandina fîdanan, ji derxistin û çêrandina karik û berxikan jiyaneke nû dest pê dike, mal, xanî, kon jî tên sererastkirin.

Havînê tov û berhemên reşandî êdî gîhîştine, simbilên genim seridîne û bûne ber ku tê çandin, zevî tên çinîn, mal tê komkirin, berhem tê têkûz kirin.

Payîzê mal û berhemên çêkirî tên barkirin, hilberîn tê parvekirin, nivgeh, tewle, gom tên sazkirin, kadîn tên tijekirin, gîha tê lodkirin, rez tê civandin…

Zivistanê pez û dewar tê xweyîkirin, civat kom dibin, hal û naxil, sohbet û gotin, galegal û kêfxweşî, çîrok û cefen, dawet û govend çêdibin. Bi stran, gotin, serpêhatî û dersdayînê her kes xwe bi awayekî perwerde dike.

Niha em vegerin û jiyana kal û bavên xwe ji nû ve raçav bikin. Hem zeman û hem zemîn xebatê me dide kirin ku hem jî kar û barê kompleks, tevlihev û cihêreng e. Ev rewş me ji şert û mercên gelên dereke an jî hawirdor cudatir dike. Merivên me ji yên çolê cudatir in. Û her wiha ji yên koçber, ên tenê li deştan, ên tenê li bajaran, ên tenê bazirganiyê dikin jî, cudatir in. Gelê me çerxê û niçik û nikulên çerxê dizane, tevnê û darxistina xalîçeyan, sazkirina dem û dezgehan hîn bûye, dartraşî û hesinkariyê dike. Komkirin û bicihkirina bar û berheman hîn bûye. Ga û hespan ji bo bar û siwarbûnê bi kar tîne. Cot, gîsin û dezgehên dartraşî û hesinkariyê ava kiriye. Ev hemû hêmanên sazkirina kargeh û karxanayên pîşesaziyê ne. Civata me civateke xebatkar e. Û her beş jî li gor şert û mercên xwe beşdarî xebatan dibe. Zarok, jin, mêr, xort, keç, kal û pîr her yek li gorî şert û mercên xwe beşdarî kar dibin. Yek jî li derveyî şixul nîn e. Bi vî awayî jî teşeyê pîşesaziyê bi çanda xwe ya hewce ye, li ber çavê me amade ye.

Lê mixabin em vê gavê ji vê rastiyê dûr in. Beramberî ku em niha li bajaran jî zêde ne û ji bo me derfetên xwe pêşkêş kirine jî hewla me ya destpêkirina pîşesaziyê nîn e. Her çiqasî sermayedarên me yên xwedî fabrîke hene jî ne bes e. Ji ber ku zengîniya wan takekesî ye. Ya pêwîst cîvakîbûyîna gel, aborî, sermaye û kar ûxebatê ye. Her wiha xeta ji çandiniyê, cotkariyê û sewalvaniyê ya li deşt, zozan û çiyayan xwe negihandiye bajar ku bi riya kurd û kurdewariyê be. Me zanîn, ezmun û tecrûbeyên xwe yên welatê xwe, mîrateya bav û kalan di jiyana modern de bikar neanî. An jî me çanda gelê xwe sêwî hîşt û xwe radestî çandeke din, civateke din û jiyaneke din kir.

Ji Xwebûnê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hay ji ATM'yan hebin

ad

Çend gotin û peyvên kurdî

ad

Li Yozgatê kurdên elewî

ad

Jeff Bezos 11 deqîqeyan de çû fezayê

ad

Baroyên herêmê li hemberî Serokwezîr nerazîbûn nîşan dan

ad

Ji bo şanoyê du xebatên atolyeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname