Diyarname
Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Şengalê kirin, kurdên êzîdî kuştin, jin û keçên wan revandin. Niha li ser vê yekê belgefîlmekî hatiye kişandin. Rojnameger Nazim Daştan bi navê "73" belgefîlmekî kişand û belgefîlm îşev saet 21.30 de dê li Stêrk TV û Medya Haberê bê nîşandayîn.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Daştan li ser komkujiya li ser êzîdiyan Daştan belgefîlmê xwe kişandiye.
Ji ber ev fermana kuştina li ser êzîdiyan wekî 73'yemîn ferman tê hesibandin loma navê "73" li belgefîlm hatiye kirin. Belgefîlm li ser vê komkujî, li ser bawerî û jiyana wan hatine sazkirin.