QAMIŞLO
Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê 1’emîn konferansa xwe bi encamnameyeke bi dawî kir. Komîteyê nav guhart û kir "Dîwana Wêjeyê".
Îro Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi diruşma “Wêje..Hizir, Hebûn û Berxwedan e” 1’emîn konfransa xwe li hola Efrîn a li Qamişlo bi amadebûna 65 delegeyî li dar xist.
Di encama konfransê de navê "Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê" bû Dîwana Wêjeyê. Her wiha 5 kes ji bo rêveberiya Dîwana Wêjeyê hatin hilbijartin. Narîman Evdikê, Zara Mihemed, Ebdulmecîd Xelef, Botan Hoşê û Ednan Îbrahîm ji bo rêveberiya dîwanê hatin hilbijartin.
Encamnameya konfransê ji aliyê endama rêveberiya Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê Zara Mihemed ve hat xwendin:
"Di 29`ê Tebaxa/Gelawêja 2021'ê de bi insiyatîfa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistan û bi silogana 'Wêje.. Hizir, Hebûn û Berxwedan e' 1’emîn konfransa Dîwana Wêjeyê bi amadebûna hejmareke mezin ji wêjevan, lêkolîner û xemxurên wêjeyê li dar ket.
Bi amadebûna 65 delege ji hemû bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaşên zengîn û hêja der barê rewşa wêjeyê li herêmê, astengiyên li pêşiya wêjevanan, çawaniya pêşxistina wêjeyê ku bibe bersiv ji guherînên nû re, hatin kirin. Her wiha kar û xebatên dema borî hatin nirxandin û çawaniya pêşvebirina vê xebatê di demên pêş de hate guftûgokirin. Di encamê de gelek biryarên girîng hatin dayîn û komîteyeke rêvebir hate hilbijartin ku bikaribe armanc û hêviyên konferansê pêk bîne û di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşxistinekê di warê wêjeyê de ava bike."
Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê di sala 2016`an de hatibû damezrandin. Komîte bi xebatên wêjeyî û dayîna waneyên wêjeyî li Zanîngehên Rojavayê Kurdistanê re mijûl bûbû.


