logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Li Başûr û Rojavayê Sûriyeyê 20 klûb hatine avakirin

Li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji ber şerên herêmê werzîş pir bi paş ketiye. Ji ber ku veguh

  • Dîrok: 31/08/2021
  • Beş: Spor

EHMED EL-ELÎ / REQA

Li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji ber şerên herêmê werzîş pir bi paş ketiye. Ji ber ku veguhestin zehmet bûye û gelek kesên pispor û kadroyên werzîşê jî derketine derveyî welêt, ev jî bûye sedem ku çalakiyên werzîşê zêde neyên lidarxistin.

Piştî ku Desteyên Rêveberiya Xweser hatin avakirin, hewl dan ku hemû warên jiyanê geş bikin. Desteya Werzîş û Ciwanan ji ber wêraniya şer gelek zehmetî dikişand. Lê ruxmî wê jî di warê çalakiyên werzîşê de pêşketineke berbiçav çêbû.

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd El-Beşîr got: “Li ser asta herêmê wezîş gelek bi pêş ketiye. Hem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hem jî li ser asta herêman gelek turnovayên werzîşê hatin lidarxistin.”

20 KLÛB HATINE AVAKIRIN

El-Beşîr destnîşan kir ku ligel pêşketina warê werzîşê, avahiyên wê jî bi pêş ketin, gelek pêşbirk li dar ketin, gelek tîm û klub hatin avakirin. Her wiha El-Beşîr bi bîr xist ku li herêmê 20 klub hatine avakirin.

El-Beşîr daxuyand ku hemû cureyên werzîşê li herêmê bi pêş ketine, ji Basketbolê bigire û heta Pîngpongê, Voleybol, Karatê û werzîşa jinan bi pêş ketiye. Her wiha li herêmê turnûvaya futbolê ya jinan jî li dar ket û di vê dawiyê de bi dawî bûye.

El-Beşîr diyar kir ku wan di sala 2021'ê de gelek çalakiyên werzîşê li dar xistine, jê lîstokên Şetrencê û Taekwondoyê.

Di nav gotinên xwe de El-Beşîr piştrast kir ku ew armanc dikin werzîşê bi pêş bixin. Ji ber wê piştgiriyê didin kluban da ku saziyeke werzîşê ava bikin ku xwedî li hemû lîstokvan û çalakiyên werzîşê derkeve û piştgiriya deste û komîteyên werzîşê bike.

EMÊ YEKÎTIYA WERÇÎŞÊ ÇALAK BIKIN

El-Beşîr bal kişand ser hewldanên pêşxistina werzîşê û got: “Em hewl didin di dema bê de Yekitiya Werzîşê çalak bikin. Bi rêya vê yekitiyê û bi alîkariya Desteya Ciwan û Werzîşê em dikarin kar û xebatên werzîşê bi rêk û pêk bikin û lîsteyên pêwîst derxin. Ev yekitî dê salnameya mewsima werzîşê ya 2021-2022`an bi hemû beşên wê diyar bike.”

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê diyar kir ku werzîşa jinan li hinek herêman bi nimûne li Reqayê wekî ku tê xwestin bi pêş nektiye, lê li beramberî wê li herêma Cizîrê ev war gelek bi pêş ketiye.

El-Beşîr têkildarî rewşa werzîşê ya li Reqayê got: “Ji ber ku Reqa heta demekê di bin kontrola DAIŞ`ê de bû, vê yekê bandor li warê werzîşa jinan jî kir. Lê ji bo derbaskirina vê yekê me bername danîne da ku werzîşa jinan bi awayekî bêhtir aktîv bikin.”

XEBAT HÊDÎ DIMEŞE LÊ DIMEŞE

Der barê wêranbûna binesaziya saziyên werzîşê de El-Beşîr ev agahî parve kir: “Desteya Ciwan û Werzîşê di vî warî de kar û xebatan dimeşîne. Dibe ku ev xebat hêdî dimeşe, lê li hemû herêman saziyên werzîşê bi awayekî berbiçav bi pêş ketine. Ji ber lêçûna zêde ya sererastkirina van saziyan, kar û xebat hinekî dereng bi rê ve diçe.”

Cihên werzîşê lêçûneke zêde dixwaze, mînak ji bo çêkirina stada Beledî ya Reqayê pêwîstî bi alîkariyên civakên navneteweyî û rêxistinên mirovî heye, ji ber ku bi sedhezaran dolar pêwîst in.

EMÊ LIGEL HEMÛ KLÛBAN TURNOVA LI DAR BIXIN 

Girêdayî turnovaya futbolê ya ku niha li Reqayê tê lidarxistin, El-Beşîr got: “Lidarxistina turnovayê gaveke pir baş e ku klubên li herêmê hewl bidin xwe bi pêş bixin. Me li hev kir ku li her herêmekê turnovayekê li dar bixin da ku hemû klub bê astengî karibin tê de beşdar bin. Hinek turnovayê bi lîga bi nav dikin. Lê mîna me li jor diyar kiriye, pêwîstiya lîgayê bi 8 mehan heye ku li dar bikeve. Derfetên klubên heyî têrê nake ku lêçûna veguhestinê bigire ser xwe.”
ANHA


Parve Bike

Youtube Me
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

Serokê Amedsporê Serokê Fenerbahçeyê Aziz Yildirim pîroz kir

news
  • 04 06 2026

Mourinho li Dadgeha Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir

news
  • 03 06 2026

Serkan Rençber ji bo dîrektoriya sportîf hat Amedê

news
  • 30 05 2026

Mezinê Ewropayê diyar bû

news
  • 29 05 2026

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

news
  • 25 05 2026

Nahit Eren carek din dê bibe serok

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hunermendan deng da Şengalê (Vîdyo)

ad

7 bajarî: Enî rocan henî çalakî çandî

ad

Li Batmanê Êvarên Sînemayê dest pê kir

ad

Ji ber govendgerandinê hatin girtin

ad

Serokê Meclisa Gel a Rojava: Di 6 mehan de wê hilbijartin pêk werin

ad

Encamnameya Konferansê: Bila Êzîdîtî bi fermî bê nasîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname