STENBOL
Serketiyên 28'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn û xelat 20'ê mehê bi merasimeke dê bêne belavkirin.
Xelatên ku ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve têne organîzekirin di warê "Nûçeya Kurdî", "Nûçeya Tirkî", "Fotograf", "Karîkatur" û "Nûçegihaniya Jinê" de têne belavkirin. Îsal jî xelat bi encam bûn û serketiyên xelatan diyar bûn. Yên bi ser ketine roja 20'ê mehê saet 18'an de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê de bêne belavkirin.
Kes û berhemên di pêşbaziyê de bi ser ketin bi vî rengî ne:
NÛÇEYA KURDÎ
Endamên juriyê yên Nûçeya Kurdî Mehmet Alî Ertaş, Sûna Tûnç, Berîtan Zagros, Ramazan Olçen û Omer Tûr bûn. Wan di vî warî de xelata yekemînî da nûçeya edîtorê beşa kurdî ya MA'yê Kadrî Esen a bi navê "Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de". Sema Çaglak jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Lutfiye Gokkan ji bo me hem rêber hem mamoste hem jî dayik bû" Xelata Taybet a Juriyê girt.
NÛÇEYA TIRKÎ
Endamên juriyê yên Candan Yildiz, Farûk Eren, Fatîh Polat, Tûgrûl Eryilmaz, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol bûn. Wan nûçeya Canan Coşkun a bi sernavê " "Valilik ‘Nefes darligindan oldu: Kulaklariından ve gozlerinden kan gelmiş" (Walîtî gotibû 'ji ber nefes negirt mirî', lê ji çavên wî û guhên wî xwîn hatibû") hêjayî yekemîniyê dît.
Juriyê di warê tirkî de Gokay Başcan û Dîren Yurtsever hêjayê Xelata Taybet a Juriyê dîtin.
NÛÇEGIHANIYA JINÊ
Endamên juriyê di warê "Nûçegihaniya Jinê" de Ceren Sozerî, Gulşen Koçuk, Bîrcan Degîrmencî, Elîf Akgul û Nevîn Cerav bûn. Wan nûçeya “Ankara’da 35 saglik kurumundan yalnizca 7’si kurtaj yapıyor” a Oznûr Deger hêjayî yekemîniyê dît. Medîne Mamedoglû û Derya Ren jî xelata juriyê ya taybet a nûçevaniya jinê girtin
KARÎKATUR
Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Ender Ozkahraman û Asli Alpar wekî endamên juriyê serketiyê Xelata Karîkaturê diyar kirin. Juriyê xelata yekemînî da karîkaturê Musa Keklîk û Fahriye Çitakli. Juriyê xelata taybet a karîkaturê jî da Saît Munzûrî.
XELATA FOTOGRAFÊ
Di warê Xelata Fotografê de endamên juriyê Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Alî Dagli, Refîk Tekîn û Çetîn Altûn jî tu berhem hêjayî xelatê nedîtin û xelat nedan.
XELATA RÛMETÊ DAN MALBATA ŞENYAŞARÊ
Xelata Rûmetê ya Xelatên Rojnamegeriya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad jî îsal dan Malbata Şenyaşarê ku ew di Nobeta Edelatê de ne. Di 14'ê pûşpera 2018'an de li navçeya Pirsûsa Rihayê 4 endamên malbata Şenyaşarê ji aliyê xizmên mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin. Dayik Emine Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji bo edaletê li ber Edliyeya Rihayê "Nobeta Edelatê" dane dest pê kirin û ligel binçavkirinan jî ew nobeta xwe didomînin.


