Diyarname
Di maça fînalê ya Lîga Neteweyan a UEFA'yê de tîma Fransayê tîma Spanyayê bi 2-1 têk bir û kûpa bir mala xwe.
UEFA'yê di sala 2018-2019'an de Lîga Neteweyan a UEFA'yê da dest pêkirin. Lîg car salan careke li dar dikeve. Di sala 2018-19'na de Portekîzê Hollanda têk biribû û bi ser ketibû. Di fînala 2020-2021'ê de Fransayê Spanya têk bir û kûpa bir mala xwe.
Tîm li gor rêza UEFA'yê (Ji aliyê serketin û pûanan ve) Lîga A, B, C û D de hatin bi hev kirin. Wan ligel hev lîst. Tîmên di lîga xwe de di rêza herî dawî de cih girti ketin lîgek jêrtir (ji bilî Lîga D).
Di encamê de maça fînalê ya Lîga Neteweyan êvara 10'ê mehê li Stada San Siro ya Milanoya Îtalyayê hat lîstin.
Di nîveka yekemîn de tîman nekarî zora hev bibin, di nîveka duyemîn de Spanyayê di deqîqeya 64'an de bi Mikel Oyarzabal derket pêş: 1-0. Fransayê tenê du deqe sebir kir û bi Karim Benzema bersiv da: 1-1.
Û di deqîqeya 80'ê de Kylian Mbappe encam diyar kir: 2-1.
Cara bê maçên Lîga Neteweyan a UEFA'yê dê 2022-2023'yan de li dar bikeve.


