Diyarname
Saziyên bi sînemayê re eleqedar fîlmê berendam ê ji bo şandina Oscarê eşkere kir. Gelek aliyan dixwest fîlmê Ferit Karahan "Okul Tiraşi" bê şandin, lê saziyan fîlmê Semih Kaplanoglu "Baglilik Hasan" hibijart.
Welat yek bi yek berendamên xwe yên ji bo Oscara 2022'yan diyar dikin û dişînin ber destên Akademiyê. Tirkiyeyê jî berendamê xwe eşkere kir. Li Tirkiyeyê gelek saziyên bi sînemayê re eleqedar wekî Siyad, Film-Yon, Sine-Sen, Sesam, BSB, Senaristbir û yên wisa bi dengan berendamê Oscarê diyar dikin. Li gor agahiyên belav bûne fîlmê Semih Kaplanoglu "Baglilik Hasan" di dengdanê de 28 deng girtine û fîlmê Ferit Karahan "Okul Tiraşi" 14 deng girtine.
Gelek derdorên bi sînemayê re eleqedar ev bi rojan e "Okul Tiraşi" derdixistin pêş û dixwestin ew bê hilbijartin. Lê di encamê de saziyan ew hilbijartin. Li ser vê jî di tora civakî de nîqaş çêbûn. Pirs ji berendamên Siyadê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) jî hat kirin. Endamê Siyadê Ali Ulvi Uyanik ji ser hesabê xwe yê tora civakî re diyar kir ku ew her sal zelal dengê xwe eşkere dikin, wî dengê xwe daye fîlmê Kaplanoglu û wekî sedem jî ev gotiye, "Ji ber di tora civakî de mirov nikare berfirehî bîne ziman, lê bi kurtahî ji ber van min deng da wî fîlmî: Hêza fîlmî ya ji aliyê şikil û naverokê derdiket pêş."
Berî Tirkiyeyê welatên wekî Fransa, Hollandayê jî berendamên xwe eşkere kiribûn.
BAGLILIK HASAN
Fîlmê Semih Kaplanoglu "Baglilik Hasan" îsal hatiye kişandin û li Festîvala Cannesê hat nîşandayîn. Fîlmê cureyê dramayê 2 saet û 27 deqîqe ye.
OKUL TIRAŞI
Fîlmê Ferit Karahan "Okul Tiraşi" jî îsal li gelek festîvalan hat nîşandayîn û li gelek festîvalên navneteweyî xelat girt. Fîlm saetek û 25 deqe dikişîne.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Berendamê îtalî 'The Hand of Gad" e
- Fransayê fîlmê berendam ê Oscarê eşkere kir: Titane
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


