Diyarname
Parêzer-hiqûqnas, Serokê Baroya Stenbolê yê berê Yucel Sayman îro li nexweşxaneyê canê xxwe ji dest da.
Prof. Dr. Yucel Sayman parêzer, hiqûqnas, akademîsyen bû. Di sala 1939'an de li Konyayê hatibû dinê. Wî di sala 1957'an de Lîseya Saint Joseph a Fransiz, di sala 1962'yan de jî Zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê xwendibû. Sayman di sala 1969'an de li Zanîhgeha Hiqûqê ya Strasbourgê xwendina xwe ya doktorayê temam kiribû.Sayman ku jiyana xwe di nav têkoşîna hiqûqê de borand, di navbera salên 1996-2002'yan Serokê Baroya Stenbolê bû. Wî demek dirêj di rojnameya Evrenselê de nivîsî û ji van nivîsa pirtûka bi navê "Ozgurluk Zamani" (Dema Azadiyê) amade kir.
TBB'ê (Yekîtiya Baroyên tirkiyeyê) bi ser hesabê xwe yê tora civakî re peyama mirina Sayman belav kir û diyar kirin ku ew ji ber mirina wî gelek xemgîn in.


