logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Dîwaro ji te re dibêm…

Me saleke din a tije xweşî û nexweşî jî li pey xwe hişt. Her çiqas xweşî li gûzekê û nexweşî li çokê jî bin, mirov nikar

  • Dîrok: 07/01/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko ARDIL

Me saleke din a tije xweşî û nexweşî jî li pey xwe hişt. Her çiqas xweşî li gûzekê û nexweşî li çokê jî bin, mirov nikare yekalî li rastiyan binihêre. Heger bi tenê li aliyê çê binihêrî wê demê neheqî li aliyê neçê dibe.

Lewre rastiya jiyanê û bi giştî ya gerdûna em tê de dijîn, bi ti awayî ne yekalî ye. Lê xwezaya mirovî bi pirranî li gorî daxwaz û miradan teşe girtî ye. Heger mexsed û xwestek li gorî dilî pêk hatibin, mirov demê li gorî xwe dinirxîne û xwe serketî dihesibîne. Berevajiyê wê jî dibe sedema hestên têkçûn û wendakirinê.

Bêguman mebest ne ew e ku em li vir behsa tevahiya bipêşketinên erênî û nerênî yên par bikin. Jixwe dem û cih jî têra karekî wisa nake. lê bi giştî hin bûyer bûn sedem ku çend çîrok û serpêhatiyên gelêrî di hişê min de çirûskê vedin.

Yek ji wan, çîroka kefendiz e. Li gorî gotinên gotinbêjan, li welatekî kefendizek hebûye. Jixwe ji navê wî jî diyar e ku bi çi karî mijûl bûye. Piştî her diziyê, di nav gel de nerazîbûnên tije çêr û nifir belav bûne.

Kefendiz jî tim ji wan re dibêje, “Hûn van gazincan dikin, lê dibe ku sibe yek rabe tiştên wisa bike ku hûn bibêjin; Rehma Xwedê li dê û bavê kefendiz be.”

Her wisa kefendiz li karê xwe û gel jî li nifir û gazindên xwe dewam kirine. Piştî kefendiz dimire vêca kurê wî dest bi heman karî dike. Lê kur ji bavî bêwicdantir e. Bi dizîya kefenan tenê namîne, di miriyan de sîx an jî singekî jî diçikilîne. Wê demê xelk wan gotinên kefendiz tîne bîra xwe û dibêje, “Rehme li dê û bavê kefendiz. Qet nebe wî ev karê kirêt û qirêj nedikir.”

Meseloka me ya duyemîn jî di serdemên pêxember Mûsa de ye. Helbet ev çîrok di nav gel de bi awayê mîstîk û pîroz tên gotin. 

Rojekê Mûsa di ber gundekî re derbas dibe û dibîne ku zarokên gund di bin germa havînê de xwe di golê de hênik dikin. Ji xwe re kêlîkê li wan dinihêre.

Dûre dibîne ku xortek jî li kêlekê rûniştiye, destê xwe daye ber rûyê xwe û bi xemgînî temaşeyî wan dike.

Mûsa jê dipirse ka ew çima tevli hevalên xwe nabe û xwe li avê nade. Piştre têdigihije ku xort kor e, derfeta wî ya avjeniyê nîn e. 

Pêxember ji wir diçe serê çiyayê Tûrî Sîna û li gel Xwedê diaxive. Ji Xwedê lava dike da ku çavên xortî jî baş bike û ew jî tevli nav hevalan bibe. Xwedê dibêje, “Ya Mûsa divê tu dest nedî karê min. Helbet em her tiştî baştir dizanin.” Lê Mûsa israr dike û Xwedê jî lavayên wî qebûl dike. Lê jê re dibêje, “Tu yê sira di karê min de carekî din jî bibînî.”

Mûsa vedigere û tê ber golê vêca çi bibîne. Çavên lawik vebûne, vegeriyaye hespekî kihêl. Û di nav golê te sîxên tûj çîklandine, her zarokê dikeve avê bi birîndarî, bi qêrîn û hawar jê derdikeve. Wê demê pêxember ji Xwedê lava dike û dibêje, “Helbet tu her tiştî baştir dizanî!”

Çîroka Sêwî, Xoce Eliyê Misrî û Cihûyê Xeyberî jî yek ji wan çîrokên tije pend û şîret e. Rojekê yek dimire, kurê wî ku di çîrokê de wekî ‘Sêwî’ tê pênasekirin, diçe cem Xoce Elî û dibêje, “Xoce, bavê min miriye, em hejar in, derfetên me yên rakirina wî nîn in. Tu alîkariya me bike.” Xoce Elî hem kesekî alim bûye û hem jî dewlemend bûye. Xoce ji nişkê ve radibe û Sêwî dide ber şeqaman. Û dibêje, “Bavê te ew qasî deyndarê min bû, deynê xwe neda û mir. Niha jî bi ser de tu jî hatî û daxwaza alîkariyê li min dikî.” Û Sêwî diqewitîne.

Ser û cilên Sêwî di nav heriyê de mane. Bi girîn û hawar berê xwe dide malê. Li rê rastî Cihûyê Xeyberî tê.

Cihû bi destê Sêwî digire, guhdariya serpêhatiya wî dike. Piştre dibe ser û cilên wî dide şûştin, seranser wî nû dike. Diçe bavê Sêwî dide şûştin, bi heq dike û dawiyê diçe cem Xoce Elî deynê bavê Sêwî jî safî dike.

Xoce Elî wê şevê radikeve, di xewna xwe de qesrek ji qesrên buhiştê dibîne. Pirs dike, “Gelo ev qesra xweşik û pîroz a kê ye?” Dibêjin, heta doh a Xoce Eliyê Misrî bû, lê doh bû ya Cihûyê Xeyberî.

Xoce şiyar dibe. baz dide diçe mala Sêwî û xwe davêje ber dest û lingên wî. Lê êdî pir dereng maye.

Vêca gava mirov dêna xwe dide halê ‘dinya û dinyalixê’ li gelek deveran kes û komên ku bi salan gazincan ji bindestiyê, ji neheqiyê û ji desthelatên bêwicdan kirine, gava dem û dewran ji wan re lêhatiye, bûne xwedan hêz û şiyan, wisa kirine û dikin ku gelên di bin rêveberiya wan de hezar caran xweziya xwe bi ‘kefendizên’ berê bînin.

Wan çîrok û meselên li jor mirov dikare li gorî her welatî jî veguhêze û li ser biponije.

Hewce nake mirov kes, kom û cihan bi nav bike.

Bi qewlê kurdên Ermenistanê, “Dîwaro ji te re dibêm, bûkê tu guhdarî bike!”

Yenî Ozgur Polîtîka


Tablo: Carmen Guedez (https://cgmodernart.com/abstract-art-paintings/modern-abstract-wall-art-purple-story)

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îlham Ehmed: Hikûmeta Demkî li dijî kurdan şer îlan kiriye

ad

Ji bo zarokan 'Atolyeya Çîrokan' hat sazkirin

ad

Ji bo vê hefteyê 'Li Min'

ad

Rojnameger Denîz Firat di êrîşên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da

ad

Berhema nû ya Banksy dixwaze çi bêje?

ad

Ji bo Mîhrîcana Wêjeyî ya Osman Sebrî dema serîlêdanê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname