Diyarname
Di çarçoveya Hefteya Fîlmên Îranê de 8 fîlmên ji Îranê li Navenda Çanda Alî Emîrî dê derkevin pêşberî temaşevanan.
Konsolosxaneya Îranê ya Stenbolê îsal di navbera 4-7’ê reşemiya 2022’yan de “Rojên Fîlmên Îranê” li dar dixe. Di van rojan de 8 fîlmên Îranê dê li Navenda Çanda Alî Emîrî bê pere bêne nîşandayîn.
Ji bilî nîşandayîna fîlman, dê panelek jî li ser sînemaya Îranê li dar bikeve. Panel 5’ê reşemiyê saet 15.00’an de bi beşdariya derhênerê îranî Maziar Miri û lîstikvan Fereshteh Sadre Orafaee dê li dar bikeve. Moderatoriya panelê dê Faysal Soysal bike.
Va ne fîlmên festîvalê:
- Resim Havuzu (The Painting Pool)
2013, 92 deqîqe
Derhêner: Maziar Miri
Senaryo: Hojjat Hassanpour
Lîstikvan: Keyvan Beygi, Sepahrad Farzami, Shahab Hosseini
Mijar: Meryem û Riza ji mirovên din cuda ne. Ne hinek, gelek cuda ne. Û ji bo problemên ji ber vê cudabûnê dertên holê li dû xwe bihêlin divê pir bixebitin.
- Sara ve Ayda (Sara and Ayda)
2017, 83 deqîqe
Derhêner: Maziar Miri
Senaryo: Amir Arabi
Lîstikvan: Ghazal Shakeri, Pegah Ahangarani, Mostafa Zamani
Mijar: Sara û Ayda hevalên hev in. Wê pirgsirêk derên û ji bo vê pirsgirêkê ji holê rakin dê alîkariya hev bikin.
- Bir Kup Şeker (Ye Habe Ghand – A Cube Of Sugar)
2011, 90 deqîqe
Derhêner: Reza Mirkarimi
Senaryo: Mohammad Reza Gohari Reza Mirkarimi
Lîstikvan: Reza Kianian, Negar Javaherian, Farhad Aslani
Mijar: Piştî ku mêvan tên gund aramiya gund xira dibe.
- Bu Kadar Basit (Be Hamin Sadegi)
2008, 97 deqîqe
Derhêner: Reza Mirkarimi
Senaryo: Reza Mirkarimi
Lîstikvan: Hengameh Ghaziani, Mehran Kashani, Safa Aghajani
Mijar: Mêrê Tahereh ku endazyarê avahîsaziyê ye û pir dixebite; ji ber vê yekê jî Tahereh xwe tenê hîs dike. Du zarokên wê hene û pirsgirêkên zarokan jî wê ditirsînin.
- Azerşahduht, Perviz ve Diğerleri - Azar, Shahdokht, Parviz va Digaran
2014, 92 deqîqe
Derhêner: Behruz Afkhami
Mijar: Lîstikvanê navdar ê sînemayê di fîlmê xwe yê dawî de dixwaze ligel jina xwe rolê bigire ser milên xwe. Li ser vê jina wê rol digire û hemû bal diçin ser wê. Lê mêrê wê lîstikvanê navdar dikeve nava hesûdiyê. Encam, jin mal terk dike.
- Bodyguard
2016, 94 deqîqe
Derhêner: İbrahim Hatemikia
Mijar: Fîlm balê dikişîne ser jiyana Albay Heyder ku li beşa parastinê peywirdar e. Ev fîlm li Îranê gelek hat temaşekirin. Di heman demê de di 34’emîn Festîvala Fecir a Navneteweyî de xelata Lîstikvanê Herî Serketî, Efekta Herî Serketî girt.
- Kunye 143 (Track 143)
2014, 97 deqîqe
Derhêner: Narges Abyar
Mijar: Ulfet pê dihese ku kurê wê Yunus bê agahî bide bi awayekî xwebexş beşdarî Şerî Îran-Iraqê bûye. Bêrîkirina kurê wê dibe sedema guherîna jiyana dayinê.
- Ayakkabilarim Nerede? (Where Are My Shoes?)
2016, 100 deqîqe
Derhêner: Kiyumers Pur Ahmed
Mijar: Habîp piştî ku têkiliya wî ligel jin û keça wî qut dibe wekî ku bi Alzheimerê bikeve bîra xwe winda dike. Dema keça wî carek din têkilî ligel bavê xwe saz bike dê bîra wî dîsa bê cih?
Navnîşana Navenda Çanda Alî Emîrî ev e:
Hirka-î Şerîf, Akşemsettîn Cd. No:66, 34134 Fatih/İstanbul


