Diyarname
Hunermend Murad Demîr 2'yê adarê bi konsereke li pêşberî hezkiriyên xwe ye.
Mûrad Demîr bi dengê xwe yê cihêreng, bi stranên aliyê Culemêrgê van salên dawî di nav muzîka kurdî de ji xwe re cihek taybet saz kir. Demîr piştî sê salan li Arsen Lupen a Taksîma Beyogluya Stenbolê bi organîzeya Chalak Eventsê konserek pêşkêş dike.
Ew tevî 3 muzîkaran dê konsere bide; Li gel wî kemanjen Erdem Altinses, gîtarîst Cenk Şanlioglu û baterîjen Omer Avci dê li amûrên xwe bidin. Her wiha Sîdar Ferîd jî wekî hunermendê mêvan dê di şevê de cih bigire.
Murad Demir di vê konsera xwe de dê hem stranên xwe, hem jî stranên klasîk û gelêrî yên herêma Behdînanê û Botanê dê pêşkêşî mêvanên xwe bike.
Konser êvara 2'yê adarê saet 20.00'an de li Arsen Lupen Taksimê li dar dikeve.
Ji bo yên bixwazin herin navnîşan:
Arsen Lupen Taksim
Şehit Muhtar, Mis Sk. no:15/4, 34340 Beyoglu/İstanbul


